Roja Yekşemê, 27 Tîrmeh
Hem … teşwîqê bide hem jî … serrast bike (Tîtos 1:9, NWT).
Ji bo ku tu bibî yekî gihîştî, gerek tu hunerên bifeyde bielimî. Ev yek wê alî te bike ku tu di civatê de mesûliyetan qebûl bikî, debara malbata xwe bikî û bi kesên din re baş li hev bikî. Mesela, xwendin û nivîsandinê baş hîn bibe. Kitêba Pîroz dibêje ku zilamekî bextewar û serkeftî her roj Peyva Xwedê dixwîne û li ser gotinên wê kûr difikire (Zebûr 1:1-3). Birayê ku wisa bike, ewê nêrîna Yehowa baştir fehm bike û bielime ku bi zelalî bifikire û qerarên baş bide (Methelokên Silêman 1:3, 4). Xwişk û birayên me hewceyî birayên gihîştî ne, yên ku dikarin li gor Kitêba Pîroz rêberî û şîretan bidin. Eger xwendin û nivîsandina te baş be, tuyê bikaribî cewabên baş bidî û gotarên bifeyde hazir bikî. Ev yek wê baweriya xwişk û birayan xurttir bike. Wekî din, tu dikarî ji xwe re notan binivîsî. Ev not wê alî te bikin ku tu baweriya xwe xurttir bikî û cesaretê bidî kesên din. w23.12 26-27 par. 9-11
Roja Duşemê, 28 Tîrmeh
Yê ku bi we re ye, ji yê ku di dinyayê de ye mezintir e (1. Yûhena 4:4).
Gava tirs dikeve dilê te, kûr bifikire ku Yehowa wê di pêşerojê de çi bike gava Îblîs wê êdî tune be. Li komcivîna sêrojî ya sala 2014an, di temaşeyekê de, bavekî bi malbata xwe re li ser vê yekê sohbet kir ku eger 2. Tîmotêyos 3:1-5 li ser jiyana li Cenetê bihata nivîsîn, ayet wê çawa bûya: “Li dinyaya nû, wextên dilxweş wê bên. Çimkî mirov wê ji mirovên din hez bikin, ji xezîneyên ruhî hez bikin, bibin mirovên dilnizm, pesnê Xwedê bidin, guhdariya dê û bavê xwe bikin, bibin mirovên şikirdar û dilsoz, ji malbatên xwe pir hez bikin, bibin aştîhez, her tim di heqê kesên din de baş xeber bidin, nefsê xwe bigirin, bibin mirovên sernerm, xêrxwaz, pêbawer, maqûl û nefsbiçûk, ji kêfê zêdetir ji Xwedê hez bikin û ji dil ji Xwedê re xizmetê bikin; xwe nêzîkî mirovên wisa bigire.” Gava tu bi malbata xwe re yan bi xwişk û birayan re sohbetê dikî, gelo tu jî carinan li ser jiyana li dinyaya nû xeber didî? w24.01 6 par. 13-14
Roja Sêşemê, 29 Tîrmeh
Ez ji te razî me (Lûqa 3:22, NWT).
Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xudan ji gelê xwe razî ye” (Zebûr 149:4). Lê belê, hin kes ji xwe dipirsin: “Gelo Yehowa ji min jî razî ye?” Di demên berê de jî, hin xizmetkarên Yehowa ne emîn bûn ka Yehowa ji wan razî ye yan na (1. Samûyêl 1:6-10; Eyûb 29:2, 4; Zebûr 51:11). Kitêba Pîroz bi eşkereyî nîşan dide ku însanên qisûrdar dikarin rizaya Xwedê bistînin. Gelo çawa? Gerek em baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin û vaftîz bibin (Yûhena 3:16). Bi vî awayî, em li ber çavê xelkê nîşan didin ku me ji gunehên xwe tobe kiriye û soz daye Xwedê ku emê daxwaza wî bînin cih (Karên Şandiyan 2:38; 3:19). Gava em wisa dikin, Yehowa pir memnûn dibe. Eger em xîret bikin ku sonda xwe pêk bînin, Yehowa wê ji me razî be û me wek dostên xwe qebûl bike (Zebûr 25:14). w24.03 26 par. 1-2