Roja Sêşemê, 29 Tîrmeh
Ez ji te razî me (Lûqa 3:22, NWT).
Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xudan ji gelê xwe razî ye” (Zebûr 149:4). Lê belê, hin kes ji xwe dipirsin: “Gelo Yehowa ji min jî razî ye?” Di demên berê de jî, hin xizmetkarên Yehowa ne emîn bûn ka Yehowa ji wan razî ye yan na (1. Samûyêl 1:6-10; Eyûb 29:2, 4; Zebûr 51:11). Kitêba Pîroz bi eşkereyî nîşan dide ku însanên qisûrdar dikarin rizaya Xwedê bistînin. Gelo çawa? Gerek em baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin û vaftîz bibin (Yûhena 3:16). Bi vî awayî, em li ber çavê xelkê nîşan didin ku me ji gunehên xwe tobe kiriye û soz daye Xwedê ku emê daxwaza wî bînin cih (Karên Şandiyan 2:38; 3:19). Gava em wisa dikin, Yehowa pir memnûn dibe. Eger em xîret bikin ku sonda xwe pêk bînin, Yehowa wê ji me razî be û me wek dostên xwe qebûl bike (Zebûr 25:14). w24.03 26 par. 1-2
Roja Çarşemê, 30 Tîrmeh
Em nikarin li ser tiştên ku me dîtine û bihîstine, bêdeng bimînin (Karên Şandiyan 4:20, NWT).
Eger dewlet bixwaze karê belavkirina xebera xêrê bide sekinandin, gerek em wek şagirtên di sedsala yekê de vî karî bidomînin. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê alî me bike ku em xizmeta xwe bibin serî. Loma ji bo cesaret û hîkmetê dua bike. Ji bo ku tu li hemberî probleman sebir bikî, alîkariyê ji Yehowa bixwaze. Gelek kes ji me van derdan dikişînin: nexweşî, diltengî, mirina kesekî delal, derdên malbatî, zilm û zordarî yan jî kul û derdên din. Û felaketên wek pandemî û şer barê jiyanê hê jî girantir dikin. Eger rewşa te wisa be, ji Yehowa re dua bike û dilê xwe ji wî re veke. Çawa ku tu ji dostekî xwe re behsa xem û derdên xwe dikî, eynî wisa ji Xwedê re jî behsa xem û derdên xwe bike. Tu dikarî emîn bî ku Yehowa Xwedê ‘xema te dixwe’ (1. Petrûs 5:6, 7). Eger em tim dua bikin, emê “di her cûreyê tengahiyê de” sebir bikin (2. Korîntî 1:4). Yehowa rind dizane ku xizmetkarên wî çi qas derdan dikişînin. Ew “qêrînên wan dibihîze” (Zebûr 145:18, 19, KP). w23.05 5-6 par. 12-15
Roja Pêncşemê, 31 Tîrmeh
Tiştê ku li xweşa Xudan diçe, kifş bikin (Efesî 5:10).
Wexta ku gerek em qerarên muhîm bidin, lazim e ku em “fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye” û li gor wê hereket bikin (Efesî 5:17). Bi vê ku em derdixin ka kîjan prensîpên Kitêba Pîroz bi rewşa me ve girêdayî ne, em nîşan didin ku em dixwazin li gor nêrîna Xwedê qerarê bidin. Her ku em prensîpên wî bi kar bînin, emê bi îhtimaleke mezin qerarên baş bidin. “Yê Xerab”, yanî dijminê me Îblîs, dixwaze ku em bi karên dinyayê ew qas mijûl bibin ku ji bo xizmeta Xwedê êdî wexta me nemîne (1. Yûhena 5:19). Eger em dîqat nekin, fikrên dinyayê dikarin li ser me tesîr bikin. Di netîceyê de, emê belkî ji fersendên ji bo xizmeta Yehowa zêdetir bala xwe bidin mal û milk, perwerde yan karê xwe. Tiştên wisa ne xerab in, lê gerek ew di jiyana me de tu caran nebin tiştên herî muhîm. w24.03 24 par. 16-17