Roja Sêşemê, 19 Tebax
Xudan hêz dide gelê xwe, gelê xwe bi aştî pîroz dike! (Zebûr 29:11).
Gava ku tu dua dikî bifikire ka niha wexta rast e ku Yehowa daxwaza te bîne cih? Belkî em difikirin ku gerek em zû cewaba duayên xwe bistînin. Lê Yehowa di wexta rast de alî me dike (Îbranî 4:16). Eger em cewaba duayên xwe zû nestînin, belkî em difikirin ku Yehowa dibêje ‘Na’. Lê bi eslê xwe belkî cewaba wî ‘Ne niha’ ye. Mesela, birayekî ciwan ê ku nexweş bû ji Yehowa re dua kir û got ku ew dixwaze qenc bibe. Lê belê, halê wî baştir nedibû. Eger Yehowa ew bi mucîzeyekê qenc bikira, Îblîs dikaribû bigota ku ew birayê ciwan tenê ji bo vê qenciya Yehowa dilsoz maye (Eyûb 1:9-11; 2:4). Jixwe Yehowa ji bo qenckirina hemû nexweşiyan dem hilbijartiye (Îşaya 33:24; Peyxam 21:3, 4). Heta wê rojê, em nikarin li hêviya mucîzeyan bin. Loma birayê me dikare ji Yehowa qewet û dilrihetiyê bixwaze, da ku ew her gav sebir bike û bi dilsozî ji Xwedê re xizmetê bike. w23.11 24 par. 13
Roja Çarşemê, 20 Tebax
Ew li gor sûcên me bi me re nade û nastîne, li gor sûcdariya me heyfê ji me hilnayne (Zebûr 103:10).
Şîmşon şaşiyeke giran kir, lê dîsa jî dev ji xizmeta Yehowa berneda. Ew li fersendê digeriya ku li dijî Filîstiyan şer bike, çimkî Yehowa ev wezîfe dabû wî (Serweran 16:28-30). Şîmşon ji Yehowa lava kir ku ew wî xurt bike, da ku ew ji Filîstiyan heyfa xwe bistîne. Yehowa duaya wî qebûl kir û hêzeke mezin da wî. Di netîceyê de, Şîmşon vê carê ji berê zêdetir Filîstî kuştin. Şîmşon her çi qas ji ber şaşiya xwe pir êş û elem kişand jî, wî dev ji xîreta xwe berneda ku li gor daxwaza Yehowa hereket bike. Eger em şaşiyekê bikin û bên terbiyekirin yan jî îmtiyazeke xwe winda bikin, gerek em dev ji xizmeta Yehowa bernedin. Ji bîr nekin, Yehowa hazir e ku me efû bike (Zebûr 103:8, 9). Tevî şaşiyên me, mîna Şîmşon, Yehowa dikare qewetê bide me ku em daxwaza wî pêk bînin. w23.09 6 par. 15-16
Roja Pêncşemê, 21 Tebax
Eger em sebir bikin, Xwedê wê ji me razî be, û razîbûna wî wê hêviyê bide me (Romayî 5:4, NWT).
Gava baweriya me tê ceribandin û em dilsoz dimînin, em razîbûna Yehowa qezenc dikin. Ev yek nayê maneya ku Yehowa bi tengasiyên me kêfxweş dibe. Li şûna vê, gava Yehowa dibîne ku em li ber xwe didin, ew bi me serbilind dibe. Çi şerefeke mezin! (Zebûr 5:12). Birahîm jî bi dilsozî tehemula tengasiyên xwe dikir û wisa dilê Yehowa xweş dikir. Yehowa ew wek dostê xwe bi nav kir û ew rastdar hesiband (1. Mûsa 15:6; Romayî 4:13, 22). Yehowa me jî wisa dibîne. Dilxweşkirina dilê Xwedê ne bi serkeftina xizmeta me ne jî bi îmtiyazên me ve girêdayî ye. Ev yek bi dilsoziya me ve girêdayî ye. Em çend salî bin, em di çi rewşê de bin yan jî huner û qabiliyetên me çi bin jî, em gişt dikarin sadiq bimînin. Gelo niha tu bi dilsozî tehemula tengasiyekê dikî? Eger wisa be, ji bîr neke, Xwedê ji te razî ye. Gava em dibînin ku Xwedê ji me razî ye, hêviya me zindîtir dibe. w23.12 11 par. 13-14