Roja Pêncşemê, 21 Tebax
Eger em sebir bikin, Xwedê wê ji me razî be, û razîbûna wî wê hêviyê bide me (Romayî 5:4, NWT).
Gava baweriya me tê ceribandin û em dilsoz dimînin, em razîbûna Yehowa qezenc dikin. Ev yek nayê maneya ku Yehowa bi tengasiyên me kêfxweş dibe. Li şûna vê, gava Yehowa dibîne ku em li ber xwe didin, ew bi me serbilind dibe. Çi şerefeke mezin! (Zebûr 5:12). Birahîm jî bi dilsozî tehemula tengasiyên xwe dikir û wisa dilê Yehowa xweş dikir. Yehowa ew wek dostê xwe bi nav kir û ew rastdar hesiband (1. Mûsa 15:6; Romayî 4:13, 22). Yehowa me jî wisa dibîne. Dilxweşkirina dilê Xwedê ne bi serkeftina xizmeta me ne jî bi îmtiyazên me ve girêdayî ye. Ev yek bi dilsoziya me ve girêdayî ye. Em çend salî bin, em di çi rewşê de bin yan jî huner û qabiliyetên me çi bin jî, em gişt dikarin sadiq bimînin. Gelo niha tu bi dilsozî tehemula tengasiyekê dikî? Eger wisa be, ji bîr neke, Xwedê ji te razî ye. Gava em dibînin ku Xwedê ji me razî ye, hêviya me zindîtir dibe. w23.12 11 par. 13-14
Roja Înê, 22 Tebax
Mêrxas be (1. Qiralan 2:2, Mizgînî).
Xeberdana baş ji bo şagirtên Îsa Mesîh hunereke pir muhîm e. Ji bo ku birayek hîs û fikrên kesên din baş fehm bike, gerek ew baş guhdarî bike (Methelokên Silêman 20:5). Ew dikare ji dengê kesekî, rûyê wî û dest û hereketên wî bielime ku niyeta dilê wî çi ye. Ji bo vê yekê, divê tu wexta xwe bi kesên din re derbas bikî. Eger tu ji bo xeberdanê her tim hacetên elektronîk, mesela wek mesaj û mailan bi kar tînî, ev yek dikare hunera te ya xeberdanê sist bike. Loma çareyekê bibîne ku tu rû bi rû bi kesên din re bipeyivî (2. Yûhena 12). Wekî din, gerek birayên gihîştî debara xwe û maliyên xwe bikin (1. Tîmotêyos 5:8). Loma, hunerên ku wê ji bo karê te bifeyde bin, bielime (Karên Şandiyan 18:2, 3; 20:34; Efesî 4:28). Di karê xwe de jîr û jêhatî be û karê xwe nîvî nehêle. Eger tu wisa bikî, tuyê bi hêsanî karekî bibînî û di wî karî de bimînî. w23.12 27 par. 12-13
Roja Şemiyê, 23 Tebax
Diz bi şev çawa tê, Roja Xudan wê wisa bê (1. Selanîkî 5:2).
Li gor Kitêba Pîroz, roja Yehowa tê maneya dema ku Yehowa wê dijminên xwe helak bike û qewmê xwe xelas bike. Di demên berê de, Yehowa car caran dijminên xwe ceza dikirin (Îşaya 13:1, 6; Hêzekîêl 13:5; Tsêfanya 1:8). Di dema me de, roja Yehowa wê bi hicûma li ser Babîla Mezin dest pê bike û bi şerê Harmegedonê xelas bibe. Ji bo ku em di roja Yehowa de sax bimînin, gerek em xwe ji niha ve hazir bikin. Îsa Mesîh bi eşkereyî gotibû ku gerek em her tim ji bo tengahiya mezin “amade bin” (Meta 24:21; Lûqa 12:40). Pawlosê şandî di nameya 1. Selanîkî de bi rêya mîsalan zelal kiribû ku xizmetkarên Xwedê çawa dikarin xwe ji bo roja hukmê Xwedê hazir bikin. Wê demê, Pawlos dizanibû ku roja Yehowa hê dûr e (2. Selanîkî 2:1-3). Lê dîsa jî, wî xwişk û bira teşwîq dikirin ku bila ew xwe hazir bikin wek ku ew roj wê sibê bê. Bila em jî li gor vê şîretê tevbigerin! w23.06 8 par. 1-2