Roja Sêşemê, 26 Tebax
Yên ku bi lez dikevin wê muheqeq bikevin feqîriyê (Methelokên Silêman 21:5, NWT).
Sebirkirin alî me dike ku em ji kesên din re qenc bin û bi dîqat guh bidin xeberdana wan (Aqûb 1:19). Sebirkirin piştgiriya aştiyê dike. Eger sebra me tune be, emê di rewşeke zor de pir zû hereket bikin û gotinên tehl bibêjin. Lê eger em bêhnfireh bin, gava kesek dilê me biêşîne, emê zû nexeyidin. Li şûna ku em heyfa xwe hilînin, emê “li hember hev bîhnfireh bin” û hevdû efû bikin (Kolosî 3:12, 13). Wekî din, sebirkirin dikare alî me bike ku em qerarên baştir bidin. Li şûna ku em bi ecele qerarekê bidin, emê kûr lêkolîn bikin û paşê qerara herî baş bidin. Mesela, gava em ji xwe re li karekî digerin, belkî em teklîfa pêşîn zû qebûl dikin. Lê belê, eger em bisebir bin, emê bi têra xwe bifikirin. Ji xwe bipirse: “Karê min wê li ser malbata min û dostaniya min a bi Yehowa re çawa tesîr bike?” Sebirkirin dikare me ji qerarên nebaş biparêze. w23.08 22 par. 8-9
Roja Çarşemê, 27 Tebax
Di bedena xwe de ez qanûneke din dibînim, a ku li dijî qanûna hişê min micadele dike. Ev yek min dike girtiyê qanûna guneh, ya ku di bedena min de ye (Romayî 7:23, NWT).
Belkî tu ji ber kêmasiyên xwe aciz dibî. Wexta ku tu têyî ceribandin, bala xwe bide soza ku te di dema weqfbûnê de dabû Yehowa. Ev soz wê alî te bike ku tu dilsoz bimînî. Gelo çawa? Gava tu jiyana xwe didî destê Yehowa, tu dev ji daxwaz û hedefên ku ne li gor dilê Yehowa ne, berdidî (Meta 16:24). Loma, gava tu têyî ceribandin, ne lazim e ku tu dirêj dirêj bifikirî ka tuyê çi bikî. Te jixwe qerar daye ku tuyê ji Yehowa re dilsoz bimînî. Qerara te dişibe qerara Eyûb, ê ku li hemberî zehmetiyên giran wisa gotibû: “Ez dev ji dilrastiya xwe bernadim!” (Eyûb 27:5, NWT). w24.03 9 par. 6-7
Roja Pêncşemê, 28 Tebax
Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê, ew yên ku, ji dil bang dikinê (Zebûr 145:18).
“Xwedayê aştî û hezkirinê” bi me re ye (2. Korîntî 13:11). Ew xema her yek ji me dixwe. Em emîn in ku “hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan” (Zebûr 32:10). Her ku em tînin ber çavê xwe ku ew ji me çi qas hez dike, em xwe nêzîktirî wî hîs dikin. Em dikarin bi serbestî dilê xwe ji wî re vekin û bibêjin ku em çi qas muhtacî hezkirina wî ne. Em dikarin jê re behsa hemû derdên xwe bikin û emîn bin ku ew ji halê me fehm dike û hazir e ku alî me jî bike (Zebûr 145:19). Çawa ku di rojeke sar de agir me germ dike, hezkirina Yehowa jî dilê me germ dike. Hezkirina Yehowa hem xurt e hem nerm e. Loma, bila em bi hezkirina Yehowa kêfxweş bin. Çawa ku ew ji me hez dike, bila em jî ji dil bibêjin: “Ez ji Xudan hez dikim” (Zebûr 116:1). w24.01 31 par. 19-20