DERS 62
Padîşahiya Wek Dareke Mezin
Şevekê Nebûkadnetsar xewnek dît û pir tirsiya. Ji bo ku maneya xewna xwe fehm bike, wî gazî aqilmendên xwe kir. Lê tu kesî nikaribû xewna wî şîrove bikira. Di dawiyê de padîşah ji Danîêl re behsa xewna xwe kir.
Nebûkadnetsar ji Danîêl re got: ‘Min di xewna xwe de darek dît. Dar mezin bû û gihîşt ezmanan. Ji her dera dinyayê ve dihat dîtin. Pelên wê xweşik bûn û fêkiyên wê pir bûn. Heywanên çolê diketin bin siya wê û çivîkan hêlînên xwe di çiqilên wê de çêdikirin. Piştre melekek ji ezmanan daket xwarê û bang kir: “Darê bibirin û çiqilên wê jêkin. Lê qurm û koka wê bihêlin û dora wê bi hesin û bi sifir bipêçin. Dilê mirov wê bê guhertin û di şûna wî de dilê heywanekî wê ji wî re bê dayîn. Heft dem wê di ser re derbas bibin. Hemû mirov wê bielimin ku Xwedê Hukimdarê Herî Mezin e û ew kê bixwaze dikare wî bike padîşah.”’
Yehowa maneya xewnê ji Danîêl re eşkere kir. Dema ku Danîêl xewn fehm kir, ew pir tirsiya. Wî got: ‘Ya padîşah, xwezî ev xewn li ser dijminên te bûya, lê ew li ser te ye. Ew dara mezin a ku hat birrîn tu yî. Tuyê padîşahiya xwe ji dest bidî û tuyê wek heywanekî çolê giya bixwî. Lê ji ber ku melek got ku gerek qurm û koka darê bimîne, tuyê dîsa bibî padîşah.’
Piştî salekê Nebûkadnetsar li ser qesra xwe dimeşiya, bi heyranî li Babîlê nêrî û got: ‘Li vî bajarê mezin ê ku min ava kiriye binêrin. Ez çi qas mezin im!’ Dema ku wî hê xeber dida, dengekî ji ezmanan got: ‘Nebûkadnetsar! Niha padîşahiya te ji destê te çû.’
Wê gavê Nebûkadnetsar hişê xwe winda kir û bû wek heywanekî çolê. Ew mecbûr ma ku ji qesrê derkeve û bi heywanên çolê re bijî. Porê Nebûkadnetsar wek perên teyrekî dirêj bûn û neynûkên wî bûn wek lepên çivîkan.
Piştî ku heft sal derbas bûn, Nebûkadnetsar hat ser hişê xwe û Yehowa ew kir padîşahê Babîlê. Nebûkadnetsar got: ‘Ez pesnê padîşahê ezmanan Yehowa didim. Niha ez dizanim ku Yehowa Hukimdarê Herî Mezin e. Ew pozbilindan nizm dike û kê bixwaze dike padîşah.’
“Beriya hilweşînê pozbilindî, beriya ketinê jî ruhê quretiyê tê” (Methelokên Silêman 16:18).