DERS 61
Wan Serên Xwe Netewandin
Di ser xewna Nebûkadnetsar Padîşah re wextek derbas bû. Wî heykelekî mezin ê ji zêr çêkir. Wî ev heykel li deşta Dûrayê danî û gazî mirovên herî muhîm ên li welêt kir. Wî ji wan xwest ku ew li ber heykel li hev kom bibin. Şadrak, Meşak û Abed-Nego jî di nav wan de bûn. Padîşah ev emir da: ‘Dema ku hûn dengê borî, çeng û bilûrê bibihîzin, li ber heykel herin ser çokan û serên xwe bitewînin erdê! Her kesê ku neçe ser çokan wê bê avêtin nav agirê firinê.’ Gelo her sê xortên Îbranî li ber heykel çûn ser çokan yan jî ji Yehowa re dilsoz man?
Padîşah emir da ku dest bi muzîkê bikin. Ji xeynî Şadrak, Meşak û Abed-Nego, her kesî xwe tewand erdê û ji Heykel re îbadet kir. Hinek zilaman ev yek dît û wan ji padîşah re got: ‘Ew her sê Îbranî red dikin ku ji heykelê te re îbadetê bikin.’ Nebûkadnetsar şand pey wan û got: ‘Ezê fersendeke din bidim we. Eger hûn ji heykel re îbadetê nekin, ezê we bavêjim nav êgir. Tu îlahek nikare we ji destê min xelas bike.’ Wan cewab da: ‘Ya padîşah, fersendeke din ji me re ne lazim e. Xwedayê me dikare me xelas bike. Eger ew me xelas neke jî, emê ji heykel re îbadetê nekin.’
Nebûkadnetsar pir qehirî. Wî ji zilamên xwe re got: ‘Agirê firinê heft caran zêde bikin!’ Piştre wî emir da eskerên xwe: ‘Van zilaman girêdin û bavêjin firinê!’ Agir ew qas germ bû ku gava esker nêzîk bûn, ew di cih de mirin. Eskeran her sê xortên Îbranî avêtin nav êgir. Lê dema ku Nebûkadnetsar li hundir mêze kir, wî dît ku ne sê, lê çar zilam di nav êgir de dimeşin. Ew pir tirsiya û wî ji memûrên xwe pirsî: ‘Ma kesên ku me avêtin nav êgir, ne sê kes bûn? Ez çaran dibînim û yek ji wan wek melekekî xuya dike!’
Nebûkadnetsar nêzîkî firinê bû û bang kir: ‘Xulamên Xwedayê Herî Bilind werin derkevin!’ Şadrak, Meşak û Abed-Nego derketin. Her kes şaş ma. Tiştek bi wan nehatibû. Çermê wan, porê wan û kincê wan neşewitîbûn û heta bêhna şewatê jî ji wan nehat.
Nebûkadnetsar got: ‘Xwedayê Şadrak, Meşak û Abed-Nego pir xurt e. Wî melekê xwe şand û ew xelas kirin. Xwedayekî wek Xwedayê wan tune ye.’
Gelo te jî wek her sê xortên Îbranî qerar daye ku her tim ji Yehowa re dilsoz bimînî?
“Ji Xwedayê xwe Yehowa re îbadetê bike û tenê ji wî re xizmeta pîroz bike” (Meta 4:10).