KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bm beş 1 r. 4
  • Afirandêr bihiştekî dide mirov

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Afirandêr bihiştekî dide mirov
  • Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Di Cenetê de Jiyan Çawa Bû?
    Guh Bide Xwedê û Her Bijî
  • Qewirîna ji bihiştê
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Xwedê Mêr û Jina Pêşîn Çêkirin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Qisim 3
    Guh bidin Xweda
Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
bm beş 1 r. 4
Adem û Hewa li bihişta Adenê ne û li derdora wan heywan hene

BEŞ 1

Afirandêr bihiştekî dide mirov

Xweda gerdûnê û jiyana li ser rûyê erdê diafirîne; ew zilam û jineke bêkêmahî diafirîne, wan li baxçeyeke qenc bicîh dike û fermanên, ku divê guh bidinê, ji wan re dide.

Şêr, çivîk, û xezal li baxçeyê Adenê ne

JI tevahiya bêjeyên destpêkê yên ku heta îro hatine nivîsîn a herî navdar ev e: “Di destpêkê de Xwedê ezman û erd afirandin” (1. Mûsa 1:1). Pirtûka Pîroz bi vê hevoka ku kurt, lê bibandor e, me bi Sernivîskarê Nivîsarên Pirtûka Pîroz dide nasîn û ew Xwedayê karîndarê her tiştî Yahowa ye. Ev ayeta yekemîn a Pirtûka Pîroz nîşan dide ku Xweda hem afirandêrê rojgera ku em tê de dijîn e û hem jî, yê tevahiya gerdûna madî ye. Lê ayetên piştî wê jî, radigihînin ku Xweda di pêvejoya demên ku di wateya mecazî de, jê re “roj” tên gotin de, çawa rûyê erdê amade kiriye û hemû mûcîzeyên xwezayî çawa afirandine.

Di cîhanê de ji tevahiya berhemên Xweda yê herî mezin, mirov bû. Mirov di sûretê Yahowa Xweda de, hatibû afirandin û dikaribû taybetmendiyên wî yên wekî hezkirin û şehrezayî pêk bîne. Xweda mirov ji axa erdê afirand. Wî ev mirovê ku paşê navê wî Adem danî, di bihiştekî ango Baxçeyê Adenê de, bicîh kir. Xweda ew baxçe bi xwe damezrandibû û hundirê wî bi darên, ku fêkiyên qenc didin ve tije kiribû.

Xweda paşê dît ku hewcedariya mirov bi hevalekî heye. Wî ji parsûyeke Adem jinek çêkir û ji bo ku bibe hevsera wî, jê re anî, paşê jî navê wê Hewa lê kir. Wê çaxê ji devê Ademê ku bi şahiyê ve coşiya bû, ev gotin herikîbûn: “A vay, ev hestî, ji hestiyê min hatiye standin û goştê ku ji goştê min ... hatiye standin ev e.” Xweda jî weha gotibû: “Bo vê sedemê, wê zilam dayik û bavê xwe ber de û bi jina xwe ve bê girêdan û her du jî bibin yek bedenek” (1. Mûsa 2:22-24; 3:20).

Xweda ji Adem û Hewayê re du ferman dabûn. Ji wan a yekemîn ew bû ku divê wan rûyê erdê yê ku mala wan bû, geş bikira û lê xwedî derketana, paşê jî di demên ku wê bihata de ew bi dûndana xwe tije bikirana. Fermana duyemîn jî ew bû ku divê wan di vî baxçeyê mezin de, bi tenê ji fêkiyên yek darekî ya bi navê “Dara zanîna qencî û xerabiyê” nexwarana (1. Mûsa 2:17). Heger wan ev ferman binpê bikira ewê bimirana. Xweda bi van herdu fermanan ji zilam û jina pêşî re derfeta, ku nîşan bidin wî li ser xwe wekî desthilatdar dipijirînin, da. Herweha wan bi guhdayîna van fermanan dikaribûn hezkirin û spasdariya xwe ya ji Xweda re ispat bikira. Ji bo wan her sedemeke ku rêveberiya Xweda ya qenc qebûl bikin, hebû. Ew bêkêmahî bûn û tu kêmasiyeke wan tunebû. Pirtûka Pîroz weha dibêje: “Û Xwedê her tiştê ku afirand dît û a vay, zehf qenc bû” (1. Mûsa 1:31).

Ji 1. Mûsa beşên 1 û 2.

  • Pirtûka Pîroz afirandina mirov û rûyê erdê yê ku mala wî ye çawa radigihîne?

  • Xweda ji jin û mêrê pêşî re derfeta domandina jiyaneke çawa da?

  • Xweda ji cotê pêşî yê mirovî re kîjan ferman dan?

NAVÊ XWEDA

Pirtûka Pîroz di derên ku behsa Xweda dike de, ji bo wî ûnwanên wekî Afirandêr û Karîndarê Her Tiştî bikar tîne. Ji wan ûnwanan hinek bala mirovan dikişînin ser taybetmendiyên wî yên wekî pîrozî, hêz, dadperwerî, şehrezayî û evînê. Lê Xweda bi xwe ji bilî van ûnwanan naveke bêhempa li xwe kiriye û ev nav Yahowa ye. Ev nav di Nivîsarên Pirtûka Pîroz ên resen de, cara pêşî di 1. Mûsa 2:4-an de, hatiye nivîsîn û di tevahiya Pirtûkê de jî kêm-zêde bi qasî 7.000 caran derbas dibe. Wateya navê Yahowa “Ew dibe sedemê bûyînê” ye. Zanebûna derbarê vê yekê de, mirovan xemrevîn dike, ji ber ku ew tê wê wateyê ku Xweda hem dikare armanca xwe û hem jî soza ku daye, pêk bîne.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne