KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • “Li Dema ku Tuyê Bipeyivî, Ezê bi Te re Bibim”
    Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê – 2020 | Hezîran
    • “Li Dema ku Tuyê Bipeyivî, Ezê bi Te re Bibim”

      4:10-15

      Bi alîkariya Yehowa, Mûsa serî bi bêcesaretiya xwe re derxist. Em dikarin ji gotinên Yehowa, yên ku wî ji Mûsa re gotin, çi bielimin?

      • Gerek em bi zêdeyî bala xwe nedin kêmasiyên xwe.

      • Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê li gor hewcedariyên me alî me bike ku em wezîfeyên xwe bînin cih.

      • Eger baweriya me xurt be, emê ji mirovan netirsin.

  • Tu Dikarî Mizgînê Belav Bikî û Hîn Bikî!
    Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê – 2020 | Hezîran
    • Tu Dikarî Mizgînê Belav Bikî û Hîn Bikî!

      Di serî de, Mûsa difikirî ku ew nikare wezîfeya ku Yehowa da wî bîne cih (2Mû 4:10, 13). Gelo tu jî carinan wisa difikirî? Eger tu niha Kitêba Pîroz hîn dibî, gelo tu difikirî ku ji bo te zor e ku tu mizgînê mal bi mal belav bikî? Yan jî, belkî tu ciwan î û ditirsî ku li mektebê behsa mizgînê bikî. Hin kes jî ditirsin ku mizgînê bi telefonê yan li cihên umûmî belav bikin. Eger tu jî rastî problemên wisa têyî, dua bike ku Yehowa ruhê pîroz bide te (1Pt 4:11). Wezîfeya ku Yehowa dide te çi be jî, bawer be ku Yehowa dikare qewetê bide te ku tu vê wezîfeyê bînî cih (2Mû 4:11, 12).

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne