Beş 3
Çawa em dikarin bizanin ku Xweda heye?
1, 2. Kîjan hêman alîkariya me dike, ku em bizanibin Xweda heye?
JI BO KU bê zanîn ka Xweda heye yan na, yek riyek, pêkanîna vê hêmana teqez e: Ji tunebûnê tenê tunebûn tê. Tiştê çêkirî her çiqas ku kompleks be, çêkerê wî jî divê ewqas behredar be.
2 Bi mînak di mala xwe de carekê li hawirdorê binêrin: Wek ku çêkerê dîwaran, zemîn û tawanê heye, divê tiştên wekî: Mase, sendelî, maseyên sernivisînê, nivîn, qûşxane, tawe, firax û taximên din ên xwarinê jî her yekî çêkerekî xwe hebe. Lê belê çêkirina tevahiya van tiştan nîspeten hêsan e. Heger heta çêkerekî tiştên hêsan jî hebe, ma hebûna çêkerekî hişmendtir ê tiştên kompleks ne bi mantiqtir e?
Gerdûna me ya ku heyraniyê hişyar dike
3, 4. Gerdûn çawa alîkariya me dike, ku em bizanin Xweda heye?
3 Demjimêrek heger çêkerekî wê tunebe nikare bê holê. Lê gelo ji bo sîstema roja me, ya ku ji gerstêrkan pêk hatiye û zehf kompleks e û bi sedsalan e, ku li dora rojê û dorxetên xwe bi awayekî rêkûpêk bêyî ku yek gavekî dereng bikeve diçerixe, ma çi divê bê gotin? Ma em derheqê galaksiyê (ya ku kakêşana kadizan tê binavkirin) û em tê de dijîn û ji 100 milyar stêrkan pêk hatiye de, çi bêjin a ku heyraniyê hişyar dike? Gelo hûn qet bi şev rawestane û we li riya kadizan temaşe kiriye? Hûn nehatin bi bandorkirin? Nexwe ka carekê derbarê gerdûna ku bi milyaran galaksiyên mîna kakêşana me, yên ku hijmara wan nediyar in, di nav xwe de dihewîne û di mezinahiyekî bê hesab de ye bifikirin! Wekî din jî hereketên cîsmên ezmanî yên ku li ser dorxetên xwe bi sedsal û sedsalan digerin evqas ewlemend in, ku mirov dikare wan bişibîne demjimêrekî rêkûpêk.
4 Heger demjimêreke ku nîspeten hêsan e, hebûna çêkerekî pêwîst bibîne, bêguman gerdûna zehf kompleks û heyranîhişyarker jî hebûna tesewirker û çêkerekî pêwîst dibîne. Ji bo vê yekê, Pirtûka Pîroz me teşwîqî vê dike, ‘çavên xwe ber bi jor ve rakin û bibînin’ û piştre vê pirsê davêje holê: “Ka kî vana afirandin?” Bersîv ev e: “Ew [Xwedê] ku, artêşên vana bi hejmaran ve derdixe; bi navên wan bangî giştikan dike; ji ber meziniya qudreta xwe û bi zora hêza xwe yek jî ji wan qet kêm nabe” (Îşaya 40:26). Li gor vê yekê, gerdûn hebûna xwe deyndarê qudretekî nedîtbar, kontrolkar û xwedîhiş e — Xweda.
Erd — yekane hatiye afirandin
5-7. Kîjan rastî nîşan didin, ku tesewirkerekî erdê heye?
5 Kesên zana çiqas ku erdê bi dîqat tetqîq dikin, ewqas zêde fêm dikin erd ji bo ku bibe meskenê mirov yekane hatiye afirandin. Mesafeya dûrbûyîna wê ya ji rojê, ji bo ku bi qasî pêwîst e ronahî û germê bistîne, tam temam e. Ew salê carekê li dora rojê digere û xwarbûna wê ya temam jî, li gelek qisimên ser rûyê erdê pêkhatina demsalan mimkun dike. Herweha erd di pêvejoya 24 demjimêran de carekê li eksenê dora xwe digere. Bi vî awayî ronahî û taristanî di heyaman de xwe diguherin. Ristandina atmosfera wê ji gazên rast çêdibin, ku ji me re derfeta nefeskişandinê dide û me ji tîrojên ezmanî yên ziyankar diparêze. Ji bilî vê yekê ji bo ku nebatên xwarinê mezin bibin, av û ax jî mewcûd e.
6 Bêyî hevkariya van faktor û karîgeran, wê li ser rûyê erdê jiyan nepêkan bûya. Gelo ev tişt hemû tesadûf in? Di kovara Science News de tê gotin: “Wusa tê xuyakirin şertên ku bi hev re hatine honandin, nikarin xwe bi xwe bên holê.” Na, ev yek bêguman e. Ji bo bûyîna wan tiştan pêdivî bi kesekî bi heybet û xwedîtesewir heye.
7 Em ferz bikin, ku hûn tên hundirê malekî pak û dibînin, ku tê de embarekî tije xwarin û sîstemeke zehf qenc a ji bo germkirin û sarkirina hewayê, herwekî sîstema boriyên avê heye. Gelo we wê çi guman bikira? Ma we wê guman bikira, ku ev gişt xwe bi xwe çêbûne? Na, teqez we wê guman bikira ku ev tişt hemû ji aliyê yekî tesewirker ê bi aqil ve hatiye pîlankirin û bi dîqatekî pirr mezin hatiye çêkirin. Bi heman awayî rûyê erdê jî diyar dike, ku ew bi awayekî bikare hewcedariyên niştecihên li ser dijîn bi cih bîne hatiye pîlankirin û bi dîqatekî mezin hatiye çêkirin. Û ew ji her malekî zehf bêtir bi kompleks e û baştir hatiye rapêçandin.
8. Hê kîjan îspatên din hene, ku Xweda ji bo me bi awayeke tijehez tedarek kiriye?
8 Herweha van tiştên bêhijmar jî, yên ku zewqê didin jiyanê tetqîq bikin: Gul û çîçekên cûr bi cûr û rengîn, ên ku mirov bi wan dilgeş dibin. Li ser tijehiya xwarinên tehmxweş jî bifikirin. Piştre daristan, çiya, gol û bedewiyên din jî yên xwezayê, yên ku em li dîmenên wan heyran dimînin, tê de hene. Gelo noqbûna rojê ya bi îhtişam, ne tiştekî muhteşem e? Yan jî dema em di alema heywanan de li henek û lîstikên çêlikên heywanên wekî kuçik, pisik û hwd. temaşe dikin, kêf û heza me pê nayê? Nexwe em dibînin, erd gelek tiştên ku em lê diheyirin û pê şa dibin, pêşkêşî me dike, wusa ku ew ji bo domandina jiyanê ne şert in. Ev tişt hemû nîşan didin erd ne tenê ji bo ku mirov li ser wê bijîn û hebin hatiye afirandin, lê belê ji bo ku ew bi jiyanê şa bibin, bi hezkirinê hatiye tesewirkirin.
9. Kê erd afirandiye û ji bo çi wî ew afirandiye?
9 Lewre ya herî bi mantiq, qebûlkirina danerê tevahiya van tiştan e. Mîna ku nivîskarê Pirtûka Pîroz jî ev yek qebûl kiriye, yê ku derheqê Yahowa Xweda de gotiye: “Te erd û ezman afirandine.” Ji bo kîjan mexsedê? Ew bersîvê dide, bi mabêna ku ew dibêje: “Xwedayê ku şikil daye dinê û wê afirandiye, wê zeximandiye û wê li valahiyê neafirandiye, bona ku li ser wê bê rûniştin wê afirandiye” (Îşaya 37:16; 45:18).
Hucreya zindî ya şaşwaz
10, 11. Çima hucreyeke zindî evqas şaşwaz e?
10 Gelo ji bo tiştên zindî çi dikare bê gotin? Ma ne lazim e, ku çêkerekî wan jî hebe? Mesela em ji taybetmendiyên hucreya zindî yên şaşwaz çend heban tetqîq bikin. Molekulbiyolog Michael Denton di pirtûka xwe ya bi navê Evolution: A Theory in Crisis de, weha vedibêje: “Heta di nav sîstemên ku li ser rûyê erdê zindî ne de, hucreyên bakterî, yên ku herî hêsan tên dîtin jî zehf bi kompleks hatine çêkirin ... Ligel ku hucreyên bakterî yên herî biçûk, di astekî şaşker de biçûk in jî ... her yek ji wan, fabrîkayeke minyatur a bi hezaran parçeyên makîneyên molekulî yên pîlankirî û kompleksiyeke bi rêkûpêk e ... ew di warê kompleksê de her makîneyekî ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, di bin siya xwe de dihêle û di cîhana nezindî de bê paralel e.”
11 Ew li ser koda genetik a di her hucreyekî de, weha dinivîse: “Kapasîteya DNA-yê, ya ji bo qeydkirina agahiyan, ji her sîstemên din zehf mezintir e; agahiyên, ku ji çend milyarî tenê di yek giramekî DNA-yê de kodkirî ne, kafî ne, ku organîzmayekî bi qasî mirov kompleks e, heta detayên herî biçûk jî tarîf bike. ... Li hember huner û kompleksa avabûna molekulî ya jiyanê, îcadên herî pêşveçûyî jî, qels dimînin. Em xwe zehf aciz hîs dikin.”
12. Yekî zana li ser pêkhatina hucreyê çi got?
12 Li ser vê Denton weha îlawe dike: “Heta cûreyê hucreya herî hêsan a ku tê zanîn jî, evqas bi kompleks e, ku mirov bi tu awayî nikare qebûl bike, ku tiştekî wusa, yekser bi navgîniya bûyerekî kêyfî ya ku pêkhatina xwe bi tevahî bê îhtimal e, hatibe holê.” Divê ew ji aliyê kesekî tesewirker û çêker ve hatibe çêkirin.
Mêjiyê me yê bêhempa
13, 14. Çima mêjî tiştekî hê ji hucreya zindî bêtir şaşwaz e?
13 Ev zana nivîsa xwe weha didomîne: “Heger bi sîstemeke wekî ya mêjiyên guhandaran re bê miqayesekirin, kompleksa tenê yek hucreyekî hîç tê hesibandin. Mêjiyê mirovî teqrîben ji deh hezar milyon hucreyên rehik pêk tê. Ji her hucreya rehik, di nava deh hezar heta sed hezar deziyên rehik de, bi hucreyên din diçin deran, ku di mêjî de pêwendî çêbibin. Hijmara tevahiya pêwendiyên di mêjiyê mirovî de nêzîkî ... hezar bilyon in.”
14 Denton berdewam dike: “Heger ji pêwendiyên mêjî tenê ji sedî yek bi mabesteke taybet bi hevdû ve bihatiba girêdan, dîsa jî wê van pêwendiyên taybet di warê hijmarê de sîstemekî ku qat bi qat bi ser a şebekeyên pêwendiyê yên li ser rûyê erdê re ye, pêk bianiya.” Piştre ew weha dipirse: “Gelo pêşveçûneke bi tevahî li tesadûfê spartî, dikaribû sîstemên evqas bi kompleks bîne cem hevdû?” Bersîv bi zelalî Na ye. Hebûna tesewirkerekî pûtepêdar û afirandêrekî mêjî teqez e.
15. Kesên din li ser mêjî çi dibêjin?
15 Li hember mêjiyê mirovî, heta kompîturên herî bi pêşketî jî îlkel dimînin. Nivîskarê zanistî Morton Hunt weha dinivisîne: “Bîr û hafizeya me ya çalak, dikare bi milyard-an caran bêtirî kompîturekî modern a lêkolînê agahiyan muhafize bike.” Bi vî awayî cerahê mêjî Dr. Robert J. White, gihîşt vê encamê: “Ji min re ji bilî qebûlkirina hebûna aqilekî bilind, ê ku bi şekilekî ecêb pêwendiyekî di nava mêjî û zêhn de pîlankiriye û pêşve biriye, tu çareyekî din nema. Ev fenomeneke ku zehf derveyî hêza xeyalkirina mirovî ye. ... Ez mecbûr divê bawer bikim, ku ev hemû ji aliyê aqilekî ve hatine destpêkirin û yekî hebûna wan pêk aniye.” Ew jî divê yekî wusa be, ku bi awayeke tijehez ji bo vê yekê tedarek kiribe.
Xwîna yekane
16-18. (a) Di kîjan warî de xwîn yekane ye? (b) Divê em bigihîjin kîjan encamê?
16 Ka em li ser xwînê ya ku sîstemeke yekane ye, xwarin û oksîjenê dikişîne û bedenê li dijî enfeksiyonan diparêze bifikirin. Pirtûka ABC’s of the Human Body derbarê sorgilorikan de — beşekî sereke ya xwînê — weha dibêje: “Tenê yek dilopek xwîn bêtirî 250 milyon teneyên hucreyên xwînê dihundirîne ... Beden teqrîben 25 bilyonan dihundirîne, ango evqas zêde, ku mirov dikare pê çar kortên tenîsê por bike. ... Di şûna hucreyên dimirin de, di her saniyeyekî de 3 milyon hucreyên nû pêk tên.
17 Li ser spîgilorikan, ên ku beşekî din a xwîna yekane teşkîl dikin, di heman çavkaniyê de weha tê gotin: “Ji hucreyên sor, tenê yek cûreyek heye, lê belê spîgilorikên pirrcûre ne û bi her awayî, di têkoşina ku beden dike de bi şekilên cûr bi cûr piştgiriya wê dikin. Mesela, cûreyek ew e, ku ew hucreyên mirî tune dikin. Cûreyên din jî, li dijî vîrûsan antîkoran çêdikin, bedenê ji madeyên jehrîn û yên xerîb paqij dikin, an jî ew bi herfî bakteriyan dadiqurtînin û hezm dikin.”
18 Çi sîstemeke şaşwaz û bilind organîzekirî! Bê guman divê organîzatorekî vê sîstema ku bi diqateke evqas mezin hatiye teşkîlkirin û bi bandoreke tam hatiye parastin hebe, yê ku zehf hişmend û eleqedar e — Xweda.
Mûcîzeyên din
19. Miqayesekirina çav a bi tiştekî ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin re, çi nîşan dide?
19 Bedena mirovî hê gelek mûcîzeyên din jî nîşan dide. Yek ji wan çav e, ku tu makîneyekî wêneyan nikare pê re bê miqayesekirin û bi awayekî gewre hatiye tesewirkirin. Stêrnas Robert Jastrow dibêje: “Çav, wek ku ji aliyê kesekî ve hatibe tesewirkirin e; ji tesewirkerên teleskopê, qet tu yekî nedikarî ji vê qenctir çêbikira.” Û kovara Popular Photography di vî warî de weha dinivîse: “Çavê mirov, ji tiştên ku di fîlmekî de dikare bê hundirandin zehf bêtir detayan dibîne. Ew çaxê bi berdewamî di rewşa livok de ye, bêyî ku guhertinekî pêwîst bibîne, ji aliyê zehf berfireh ve, sêzereng dibîne ... Miqayesekirina çavê mirov a bi makîneya wêneyan re, nimandineke ne rast e. Çavê mirov zêdetir dişibe kompîturekî zehf şaşwaz a nûjen û bi hişê çêkirî, ya ku bi derfetên şixulandina nûçeyan, bi lezbûn û şîweya karkirinê, her cîhazekî ku çêkirina mirov e, ango kompîtur an makîneya wêneyan, di bin siyê de dihêle.”
20. Bedena mirov hê kîjan detayên şaşwaz nîşan dide?
20 Ka carekê li ser vê yekê jî bifikirin, ku organên bedena me yên bi kompleks, bêyî haya me çawa bi hev re di ahengê de kar dikin. Bi mînak ligel ku ji gelek xwarinên cûr bi cûr û vexwarinan tişt dikevin mîdeya me jî, beden wan giştan di hêrîneke taybet re derbas dike û enerjiyê pêk tîne. Heger madeyên ji evqas cûreyên cûda bên xistin hundirê depoya benzînê ya erebeyekî, gelo erebe wê çiqas mesafe pê biçe! Yan jî ka li ser mûcîzeya welidînê bifikirin. Tenê di neh mehan de dergûşeke hezkirî tê holê — ku kopiyekî dê û bavê xwe ye. An jî ma derheqê zarokekî ku temena wî tenê çend sal in û behreya wî, ya ku dikare hînî zimanekî kompleks bibe de, çi divê bê gotin?
21. Mirovên ku maqûl difikirin, çaxê ew mûcîzeya bedena mirov tetqîq dikin çi dibêjin?
21 Belê, gelek endamên bi kompleks ên ku di bedena me de hatine afirandin û mirov diheyirînin, hundirê me bi heyraniyê tije dikin. Tu muhendîsek nikare kopiya wan çêbike. Gelo dibe, ku ew hemû sirf bi mabêna tesadûfekî kor hatibin holê? Bi mîsogerî Na. Tam li eksî vê, kesên maqûl ên ku tevahiya aliyên bedena mirov ên şahane tetqîq dikin, heq didin van gotinên nivîskarê Zebûrê: “Ez pesnahiyan pêşkêşî te dikim, ji ber ku ez bi qencî û nuwazeyî hatime afirandin. Çi karên te yî nuwaze hene! Û canê min bi vêya, qenc dizane” (Zebûr 139:14).
Çêkerê herî mezin
22, 23. (a) Ji bo çi pêwîst e, ku em hebûna Afirandêr qebûl bikin? (b) Pirtûka Pîroz bi awayeke mafdar çi li ser Xweda dibêje?
22 Di Pirtûka Pîroz de weha tê gotin: “Her xanî ji aliyê yekî ve tê avakirin, lê avakarê her tiştî Xwedê ye” (Îbranî 3:4). Ji ber ku her xanî — çiqas hêsan dibe bila bibe — heger hebûna çêkerê her xaniyekî pêwîst be, hebûna çêkerekî rûyê erdê, yê ku bi her cûreyên jiyanê yên bêhijmar ve tije ye û vê gerdûna me ya bi kompleks jî, teqez pêwîst e. Heger em hebûna mirovên ku tiştên wekî balafir, televîzyon û kompîtur îcad kirine qebûl bikin, ma ne pêwîst e, ku em hebûna wî kesî jî, yê ku ji bo çêkirina van tiştan ev aqil daye mirovan qebûl bikin?
23 Pirtûka Pîroz hebûna kesekî wusa qebûl dike û dibêje: “XUDAN [Yahowa] Xwedayê ku ezman afirandine û wan belav kirine û tiştên ji wan derketine raxistine; li ser rûyê erdê hilmê daye netewê” (Îşaya 42:5). Pirtûka Pîroz bi mafdarî vê yekê jî beyan dike: “Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin û bi daxwaza te ew afirîn û hene” (Peyxam 4:11).
24. Çima em dikarin bizanin, ku Xwedayek heye?
24 Belê, ji tevahiya tiştên ku Xweda çêkirine, em dikarin nas bikin, ku ew heye. “Hê ji afirandina dinyayê ve hêza wî ya herheyî û Xwedêtiya wî, bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin û fêmkirin” (Romayî 1:20).
25, 26. Çima bikaranîna tiştekî ya bi mexsedekî xerab ne îspat e, ku ew ji aliyê tu kesî ve nehatiye çêkirin?
25 Heger tiştekî çêkirî bi mexsedeke xerab hatibe bikaranîn, ev ne îspat e, ku çêkerê wî tune. Mesela balafirek dikare ji bo armancên aştiyê bê bikaranîn — wekî balafira rêwîtiyê. Lê belê mirov dikare wê wekî malzemeyekî ji bo hilweşandinê jî bikar bîne — wekî balafira bombabarandinê. Bikaranîna wê, ya bi mexseda kuştin û hilweşandinê, nayê wê wateyê ku çêkerekî wê tune.
26 Bi heman awayî, heger gelek mirov jî ku berê xwe bidin xerabiyê, ev nayê wê wateyê ku çêkerekî wan — Xweda tune. Lewre Pirtûka Pîroz bi awayeke li cih vê îfadeyê vedibêje: “Ax rêşaşiya we! Ma kûzvan bi heriyê ve yek tê hesibandin ku xanî bona avakirê xwe bibêje: Wî min ava nekiriye û tiştê ku şekil lê hatiye dayîn, bona yê ku şekilê dayiyê bibêje: Fêhmkariya wî nîne?” (Îşaya 29:16).
27. Çima em dikarin bendewar bin, ku Xweda pirsên me yên di warê êşan de dibersîvîne?
27 Afirandêr bi navgîniya kompleksa şaşwaz a tiştên ku çêkirine, hîkmeta xwe ragihandiye. Wî erd zehf minasîb afirand, da ku li ser wê jiyan pêkan be, beden û hişê me bi awayeke şahane afirandiye û ji bo ku em şa bibin evqas tiştên xweş afirandin û Xweda bi vî awayî nîşan da, ku ew xema me dixwe û li me eleqedar dibe. Teqez em dikarin qebûl bikin, ku ew wekî Xwedayê bi hîkmet, ê ku xema me dixwe ji me re van pirsan jî dibersîvîne: Çima Xweda destûrê dide ku êş hebin? Ew di vî warî de wê çi bike?
[Wêneyê li rûpela 5]
Erd bi atmosfera xwe ya muhafizeker, cîhwarekî yekane ye, ku ji aliyê Xwedayekî pûtepêdar ve hatiye afirandin
[Wêneyê li rûpela 6]
Erd bi awayeke zehf tijehez û pûtepêdayî hatiye çêkirin, da ku em bikarin zewq û lezeteke tam ji jiyanê bistînin
[Wêneyê li rûpela 7]
“Mêjî ji tevahiya şebekeyên pêwendiyê, yên li ser rûyê erdê bêtir pêwendiyan nîşan dide.” (Zanayekî Molekulbiyolog)
[Wêneyê li rûpela 8]
“Çav, wek ku ji aliyê kesekî ve hatibe tesewirkirin e; ji tesewirkerên teleskopê, qet tu yekî nedikarî ji vê qenctir çêbikira.” (yekî stêrnas)