KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • dg beş 4 r. 9-10
  • Xweda derheqê armancên xwe de me hîn dike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xweda derheqê armancên xwe de me hîn dike
  • Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Bersîv li ku derê tên dîtin?
  • Mewhîbeya Xweda
  • Çavkaniya bêhemta ya hîkmeta bilind
    Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
  • Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
dg beş 4 r. 9-10

Beş 4

Xweda derheqê armancên xwe de me hîn dike

1, 2. Çima em dizanin, ku Xweda pirsên mirovên samîmî dibersîvîne?

XWEDAYEKÎ tijehez, bi mîsogerî ji kesên ku bi awayeke samîmî li wî digerin re armancên xwe eşkere dike. Ew ji kesên lêkolîner re van pirsan dibersîvîne: Çima Xweda destûrê dide, ku êş bên kişandin?

2 Pirtûka Pîroz (Tewrat, Zebûr û Încîl) weha dibêje: “Ger tu li wî [Xweda] bigerî, ewê xwe bi te bide dîtin.” “Li ezmanan Xwedayek ku razan vedike heye.” “Rastî, heta ku Xudan, XUDAN [Yahowa] ji qûlên xwe yî peyxamber re raza xwe veneke, nikare tiştekî bike” (1. Dîrokan 28:9; Danîêl 2:28; Amos 3:7).

Bersîv li ku derê tên dîtin?

3. Em li ku derê bersîva li ser pirsa, ku çima Xweda destûrê dide hebûna êşan dibînin?

3 Bersîva pirsên wekî, çima Xweda destûrê dide ku êş bên kişandin û ew di vî warî de wê çi bike, di qeyda ku wî ji bo ku em sûdê jê wergirin bi îlhama xwe daye nivîsandin de, tên dîtin. Ev qeyd, kelama wî, ango Pirtûka Pîroz e. “Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê, da ku mirovê Xwedê, ji bo her karê qenc bêkêmahî û rapêçandî be” (2. Tîmotêyos 3:16, 17).

4, 5. Çi Pirtûka Pîroz dike pirtûkeke yekane?

4 Pirtûka Pîroz bi rastî bêhempa ye. Ew qeydekî dîroka mirovahiyê, ya ku zehf rast e, di naveroka xwe de dihewîne û tiştên ku dihundirîne jî ji agahiyên berfireh ên heta beriya zemanê ku mirov hatiye afirandin, pêk tên. Ji ber ku ew hem derbarê tiştên ku di dema me de dibin de û hem jî derbarê pêxamberîtiyên li ser bûyerên ku di demeke nêzîk de wê biqewimin de, di naveroka xwe de agahiyan dihewîne, ew di heman demê de pirtûkeke modern e jî.

5 Di warê rastragihandina dîrokê de, tu pirtûkeke ku mîna wê navdarî qezenc kiribe tune. Mesela ji berhemên nivîskarên klasîk tenê çend heb destnivîs mewcûd in. Lê belê ji Pirtûka Pîroz gelek destnivîs hene — hinek bi qisimî û hinek jî bi awayekî tevahî — mewcûd in: teqrîben 6 000 ji Nivîsarên Îbrankî (39 pirtûkên “Peymana Kevin”) û nêzîkî 13 000 ji Nivîsarên Pîroz ên Grekî (27 pirtûkên “Peymana Nû”).

6. Ji bo çi em dikarin emîn bin, ku Pirtûka Pîroz a ku îro mewcûd e, tam wek a ku Xweda bi îlhamê daye nivîsîn e?

6 Xwedayê ku Karîndarê Her Tiştî ye, wî Pirtûka Pîroz îlham kir û tedarek kir, ku metnê di van destnivîsaran de tam bê muhafizekirin. Loma Pirtûka Pîroz a ku îro di destê me de mewcûd e, tam wek wan Nivîsarên resen ên îlhamkirî ye. Herweha hin kopyayên ji destnivîsên Nivîsarên Grekî yên ku îro mewcûd in, ayîdî demekî kêmtirî sed salan piştî nivîsandina Nivîsarên resen in. Ancax ji nav çend kopyayên destnivîsên ku ayîdî berhemên nivîskarên kevin, ên dinyewî ne û îro li ber destan mewcûd in, ew ayîdî demekî ku gelek sedsalan piştî nivîsandina nivîsarên resen in û zehf kêm in.

Mewhîbeya Xweda

7. Pirtûka Pîroz di kîjan astê de hatiye belavkirin?

7 Pirtûka Pîroz di tevahiya dîrokê de pirtûkeke ku herî zêde hatiye belavkirin e. Ew bi qasî şeş milyar nusxeyan hatiye çapkirin. Tu pirtûkeke din negihîştiye vê hijmarê, heta hîç nekariye nêzîkê jî bibe. Herweha Pirtûka Pîroz an bi tevahî, yan jî bi qisimî teqrîben li 2 500 zimanan hatiye wergerandin. Bi vî awayî tê texmînkirin, ku ji nifûsa xelkên li ser rûyê erdê ji sedî 90 dikarin Pirtûka Pîroz temîn bikin.

8-10. Ji ber kîjan sedeman Pirtûka Pîroz hêja ye, ku bê tetqîqkirin?

8 Pirtûkekî ku îda bike, ew ji aliyê Xweda ve hatiye û rastiya wê hem bi delîlên ji hundir û hem jî bi yên ji derve hatibe destekkirin, teqez hêja ye, ku bê tetqîqkirin.a Pirtûka Pîroz armanca jiyanê û wateya rewşa cîhanê vedibêje, ew ji me re dibêje ku pêşeroj jî wê çi bîne. Tu pirtûkeke din nikare vê yekê bike.

9 Belê, Pirtûka Pîroz ji mirovahiyê re peyama Xweda ye. Di bin rêveberiya Ruhê Xweda yan jî hêza wî ya çalak de teqrîben 40 zilam beşdarî nivîsandina wê bûn. Bi vî awayî Xweda bi navgîniya kelama xwe ya ku Pirtûka Pîroz e, bi me re dipeyive. Şandî Pawlos weha nivîsiye: “Çaxê we ji me peyva Xwedê bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Bi rastî jî wusa ye” (1. Selanîkî 2:13).

10 Serokê Dewletên Yekbûyî yê 16. Abraham Lincoln, Pirtûka Pîroz weha bi nav kir “ew diyariya herî baş a ku Xweda ji mirovan re çêkiriye ye ... Bêyî wê me nedikarî heq ji neheqiyê ferq bikin.” Nexwe ev mewhîbeya herî giranbiha, derbarê mijara ku hemû êşan çawa dest pê kir, Xweda çima destûr da vê yekê û di vî warî de ewê çi bike de, ji me re çi vedibêje?

[Jêrenot]

a Derbarê rastiya Pirtûka Pîroz de, ji bo bêtir agahiyan binêre berhevoka bi navê: “Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?”, ya ku ji aliyê rêxistina Şahidên Yahowa ve hatiye çapkirin.

[Wêneyê li rûpela 10]

Pirtûka Pîroz peyama ku ji aliyê Xweda ve ji bo mirovahiyê hatiye îlhamkirin e

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne