Beşa 3
Çavkaniya bêhemta ya hîkmeta bilind
1, 2. Çima lazim e ku, em Pirtûka Pîrozê vekolin?
1 Gelo ev hîkmeta bilind di Pirtûka Pîrozê de hatiye qeydkirin? Ma ew dikare ji pirsên meyên muhîm re, ku li ser armanca jiyanê çê dibin, bersîvên rast û ewle bidin?
2 Bêşik Pirtûka Pîroz layiqê vekolandinê ye. Yek sebeb ev e ku, ew ji hemû pirtûkên heta vê gavê hatine berhevkirin, derveyî asayî û ji wan cûda ye. Keremkin bala xwe bidin van rastiyên jêr.
Pirtûkek Kevntir, Herî Belavkirî
3, 4. Pirtûka Pîroz çiqas kevn e?
3 Pirtûka Pîroz, pirtûkekî herî kevntir e ku hatiye nivîsandin, hindik parçe ji wê kêm zêde 3,500 sal berê hatine nivîsandin. Ev pirtûk ji pirtûkên ku, pîroz tên gotin, bi sedsalan kevntir e. Ji wan 66 tene kêmzêde hezar sal berî Konfusiyus û duhezar salî berî Mihemed hatine nivîsandin.
4 Bûyerên dîrokî ku, di Pirtûka Pîrozê de hatine zebtkirin, diçe heta destpêka malbata beşer û agahiyê dide ku, ka jiyana me çawa destpêkir. Heta em agahiyan li ser dema ku hê mirov ne hatibûn afirandin û çêbûna dunyayê jî di wê de dibînin.
5. Çend destnivîsên Pirtûka Pîroz yên kevn hene, eger em wan li ber destnivîsên dunyewî bixin?
5 Ji pirtûkên olî yaxud neolî yên din, tenê hindik destnivîsên kevn hene. Lê ji Pirtûka Pîroz, yan jî ji beşên Pirtûka Pîrozê kêmzêde 11,000 destnivîs ji nivîsên Îbranî û Yewnanî hene ku, hindikê wan hema hema di nêzîkî wê çaxê de ku, nivîsên eslî hatibûn nivîsandin, hatine meydanê. Her çiqas êrişên helakkar û pir mezin li ser wan hatibin jî, ew jiyan û man.
6. Heta çi hedî Pirtûka Pîroz hatiye belavkirin?
6 Wekî din tu pirtûkekî din di dîrokê de evqas ne hatiye belavkirin. Zêdeyî sê milyar ji Pirtûka Pîroz yan jî, ji beşên wê di qasî du hezar zimanan de hatiye belavkirin. Tê gotin ku ji sedî 90 rûniştvan û niştecîhên dunyayê bi zimanê xwe xwediyê Pirtûka Pîrozê ne. Qe pirtûkekî din nikare heta nêzîkî hejmara belavkirinek wusa be jî.
7. Mirov çi dikare li ser rastbûna Pirtûka Pîrozê bibêje?
7 Ji bilî vê yekê, tu pirtûkekî dina kevn nikare ji aliyê deqîq û temambûnê de, bi Pirtûka Pîrozê were muqaysekirin. Zanyar, dîrokzan, kevnarizan, erdnas, zimanzan û vekolanvanên din herdem rastbûyîna Pirtûka Pîrozê qebûl kirin e.
Rastbûyîn Ji Hêla Zanistî Ve
8. Gelo gotinên li ser zanistî yên Pirtûka Pîroz rastin?
8 Mesela em bibêjin herçend Pirtûka Pîroz ne bi navê zanistî hatibe nivîsandin jî, lê belê dema li ser mijarên zanistî agahiyan bide, ew bitemamî li gor dîtinên zanistî ne. Lê belê ew pirtûkên ku bi şiklê pîroz tên dîtin, mijarên efsaneyên zanistî, ne temamin û heta ew derewên eşkere ne. Mirov dikare tenê li van çar mînakên temambûyîna mijarên zanistî binêre:
9, 10. Pirtûka Pîroz li dijî fikrên derveyî zanistî yên berê, ku wê çaxê rewac didîtin, li ser bingehên dunyayê çi dibêje?
9 Erdgilor çawa di valatiyê de disekine. Çaxa ku Pirtûka pîroz hat nivîsandin, li ser mijara ku çawa dunya û erdgilor di valatiyê de disekine, pir texmîn hebûn. Mesela hindikan bawer dikirin ku, ew li ser çar fîlan hatiye barkirin û ew jî li ser pişta kosî yanî şikeftalokî pir gir yê avî disekine. Arîsto ku çarsed sal berî Mesîh hîn dikir, wî digot tucarî dunya nikare di valatiyê de hatibe dardekirin. Li gor wî cismên ezmanî, li ser rûyê gogî û tepikî yê zelal de, ku li nav hev de ne, hatine zeliqandin. Li gor wî, qaşo dunya di tepikî ya hundir de, lê stêr li ser tepikiyên derve disekinin.
10 Lê, di cîhên fikrên xeyalkirî û derveyî zanistî de ku wê çaxê rewac didîtin, Pirtûka Pîroz (di nêzîkî 1473 yan de B. D. M.) bi gotinek sade: “[Xwedê] li ser nînbûyê dinê dadiliqîne” (Eyûb 26:7). Bêjeya Îbranî ku li vir bo “nînbûyê” tê bikaranîn, tê maneya “ne tiştek” û ev di Pirtûka Pîrozê de tenê li vir carek tê bikar anîn. Kesên zana vê gotina Pirtûka Pîroz ku, erdgilorê dide naskirin, ku ew bi cîhek valahî hatiye pêçandin, bo wê çaxê wekî dîtinekî balkêş dibînin. The Theological Wordbook of the Old Testament dibêje: “Eyûb 26:7 dunyayek wê çaxê bi awayekî balkêşî dide naskirin ku, ew di cîhekî de tê dardakirin, bi vî awayî ew pêşgotina nûdîtinên zanistî yên paşerojê dike.”
11, 12. Mirovan kengê rastiya di Eyûb 26:7 de naskirin?
11 Gotina rasta Pirtûka Pîrozê 1,100 sal berî Arîsto hatibû beyankirin. Dîsa jî heta 2,000 sal piştî mirina Arîsto, dîtinên wî bi awayekî rastî hatin hînkirin. Piştî vê, di sala 1687 an D. M. de Sir Isaac Newton nûdîtina xwe weşand ku dunya bi cismên ezmaniyên din hevkêşin, yanî zemînkêşî wan di valahiyê de disekinîne. Lê ev gotin nêzîkî 3,200 sal şûnda hat gotin, piştî ku Pirtûka Pîroz bi awayekî sade gotibû ku, dunyayê “li ser nînbûyê” daliqiye.
12 Erê, Pirtûka Pîrozê nêzîkî 3,500 salan berê rast nivîsandîbû ku, tu tiştek bi çavan were dîtin û wê destek bike tune ye, rastiyek ku pir şûnda bi destê yasayên li ser zemînkêşiyê hatin nûdîtin hemfikir e. Zanayek dibêje: “Eyûb vê rastî ji ku derê dizanîbû, bersîva vê pirsê bo kesên ku wê înkar dikin ku, nivîsên pîroz peyxama Xwedê ne, yek mesele ye.”
13. Berî sedsalan li ser şiklê dunyayê mirov xwediyê kîjan fikrî bûn, û çi sebeb bû ku wan fikrên xwe guhartin?
13 Şiklê zemîn. Di The Encyclopedia Americana de tê gotin: “Li gor xeyalkirinên kevnên ku mirovan li ser zemîn û erdê hebûn, ew pan bû, ew di navenda gerdûnê de platformek dûz bû. ... Heta wexta ronesansê xeyalkirina şiklê zemîn yê giloverî nikarîbû xwe nîşan bida.” Heta hindik keştîvanên berê ditirsiyan ku wê ew goşeya dunya pan derbas bibin. Lê dû re bi alîkariya cihnuma û nûdîtinên din îmkana rêwîtiyên deryayî yê mezin çê bûn. Di ansîklopediyek din de ev “Rêwîtiyên Nûdîtinê” weha tên şirovekirin ku dibêje “Ev rêwîtî îsbat dikin ku dunya ne wusa bû ku, wekî piraniya mirovan heta we çaxê bawer dikirin ku ew pan e, na lê ew gilover e.”
14. Pirtûka Pîroz şiklê dunyayê çawa û kengê nivîsandîbû?
14 Lê pir berê rêwîtiyek weha hatibû kirin, erê di Pirtûka Pîrozê de nêzîkî 2,700 sal pêş ev hatiye gotin: “Yê ku li ser sêla ezmanî rûniştiye” (Îşaya 40:22). Bêjeya Îbranî ku li vir bi “sêl” hatiye wergerandin, dikare ew di heman demê de bê maneya “giloverî” jî, ku wekî di curbicur ferhengan de ev tê dîtin. Loma wergerên din Douay Version dibêje “Erdgilor” û wergera Moffatt jî bi bêjeya “gilovera erdê“ tîne ziman.
15. Gelo çima Pirtûka Pîroz di bin tesîr û bandora fikrên derveyî zanistî de nema?
15 Bi vî awayî Pirtûka Pîroz di bin bandor û tesîra fikrên rewacên wê çaxê ku, li ser rewş û şiklê dunyayê derveyî zanistî bûn, nebû, ji sebebekî sade, ji sebeba ku Afirandêrê Pirtûka Pîrozê, Afirandêrê gerdûnê ye jî. Wî dunya afirand û gerek bû ku, wî bizanîbûya jî dunya li ser çi hatiye dardakirin û şiklê wê çawa ye. Dema wî Pirtûka Pîroz peyxam kir, karek kir ku, her çiqas ev nezer ji terefê piraniya mirovên wê çaxê dihat qebûlkirin jî, tu kes nikaribe di wê de cîh bide fikrên xweyên derveyî zanistî.
16. Gotina Pirtûka Pîroz di derheqa afirandina candaran de çiqas rastî ye?
16 Hevgirêdana candaran. 1. Mûsa 2:7 weha dibêje: “XUDAN [Yahowa] Xwedê, Adem ji axê ve afirand”. Di The World Book Encyclopedia de tê gotin: “Hemû elementên kîmyeviyên ku, candar ji wê hatine girtin, di tebîet û xurista nezindî de jî hene.” Li gor vê gotinê madeyên kîmyeviyên eslî ku di organîzma candaran de ne, mirov jî di nav de ye, ew gişt di axê de jî hene. Ev bi gotina ku Pirtûka Pîroz li ser madeyê dibêje hemfikir e, ku Xwedê ji wê temamiya mirov û candarên din afirandî ye.
17. Birastî candar çawa hatine meydanê?
17 “Gora celebê xwe.” Di Pirtûka Pîrozê de em dixwînin ku, Xwedê çiftê pêşîn yê mirovan afirand û hemû mirovên din ji wî çiftî tên (1. Mûsa 1:26-28; 3:20). Ew radigihîne ku candarên din jî, masî, çivîk û heywanên guhandar bi eynî şêweyî berdar û zêde dibin, yanî li “gora celebê xwe” (1. Mûsa 1:11, 12, 21, 24, 25). Kesên zana jî eynî ev sabît kirin, yanî her candar ji hemcîns û hemcelebê dê û bavê xwe tê. Ji bilî vê yekê qaydeyê din nabe. Fizîkvan Raymo di derbarê vê yekê de dibêje: “Candar candaran tîne; ev di her hucreyê de dewam dike. Lê belê çawa tiştekî bêcan dikare can bîne meydanê? Ev di biyolojiyê de pirsekî herî mezin e ku bê bersîv e, û heta nûha zanayên biyolojiyê ji bilî texmînan tu tiştekî din pêşkêş nekirine. Her çi bû, madeyek nezindî serfiraz bû ku, xwe bi rêkûpêk bike û ew bibe tiştekî zindî. ... Axir belkî jî danêrê Destpêkirin yanî 1. Mûsa rastî gotibe.”
Rastiya Dîrokî
18. Parêzgerekî li ser rastbûna dîrokiya Pirtûka Pîrozê çi got?
18 Naveroka Pirtûka Pîrozê li ser dîroka dewrana berê pir zexm û rast e, hîç pirtûkekî din nagihîşe wê. Di pirtûka A Lawyer Examines the Bible de (parêzgerek Pirtûka Pîrozê vedikole) li ser rastbûna wêya dîrokî weha tê gotin: “Wekî di romanan de, efsane û şaşitiya li ser rûdayînan cîhên pir dûr û demên nenas tên gotin ku, ev îhlalkirina qaydeya bingehîna parêzgeriyê ye, û ev li dijî hînbûna parêzgeriya me ye. Çimkî qaydeya ‘di îfadekî de gerek e wext û cîh bê gotin’ tê îhlalkirin. Lê belê di gotinên Pirtûka Pîrozê de bêkêmasî em dibînin, kengê û li ku derê ew rûdayîn çê bû ye.”
19. Ferhengekî mijarên Pirtûka Pîrozê ku li ser dîrokê ne, çawa şirove kir?
19 Ferhenga The New Bible Dictionary vê şiroveyê dike: “[Nivîskarê Karên Şandiyan] rapor û çîroka xwe di çarçîveya dîrokiya hemdemên xwe de nivîs; rûpelên pirtûka wî pir caran bala xwendevanan dikşîne ser serwerên şehran, waliyên herêman, padîşah û mîna wan kesan ku, ev her car cîh û wextê bûyeran destnîşan dike.”
20, 21. Yek zanayê Pirtûka Pîroz di derheqa gotinên Pirtûka Pîroz yên dîrokî de çi got?
20 S. Austin Allibone di The Union Bible Companion de dinivisîne: “Sir Isaac Newton ... jî rexnedarekî başê nivîsên Pirtûka Pîrozê bû, wî bi dîqetek pir mezin nivîsên pîroz îmtihan dikir. Wî çawa ew şirove dikirin? Ew dinivisîne: ‘Tu pirtûkek dunyewî ya li ser dîrokê evqas îşaretan qasî Pirtûka Pîrozê nîşan nade ku, ew bibin kefîlê rastbûna Peymana Nû.’ Dr. Johnson gotî ye, di destê me de îsbatên ku Îsa Mesîh li Golgotayê mirî ye wekî mizgînî radigêhine, ji îsbatên ku Qeyserê Juliûs li Kapîtolê mirî ye zêdetirin. Birastî şahid û îsbatên ku di destê me de ne, ji wan zêdetirin.”
21 Ew berhem dewam dike: “Ji her kesî, ku îdîa dike şika wî li ser rastbûna dîroka Mizgîniyê heye, bixwazin ku ji we re bibêje ka bo çi sebebî baweriya wan heye ku, Qeyser li Kapîtolê mirî ye yan jî împaratorê Şarleman bi destê papa Lûyî lll di sala 800 an de bi rengê împaratorê rojava (rojavayê împaratoriya Romê) li ser text rûnişt? ... Ka hûn ji ku derê dizanin mêrek bi navê Charles I. [li Îngilîstanê] hebû, û serê wî hat jêkirin û di şûna wî de Oliver Cromwell hukûmdarî kir? ... Sir Isaac Newton bi sifat û rengê nûdîtina yasaya zemînkêşiyê tê naskirin ... Em bi van beyanatan giştî li ser van kesan bawer dikin; û ev hemû bi xatirê vê yekê ye ku, em xwediyê îsbatên dîrokî ne, û ew jî van nîşanî me didin ku ew rastî ne. ... Eger kesên ligel hebûna van şahid û îsbatan dîsa jî qebûl nekin, em ji wan re dîwane, nezan yaxud bêhêvî dibêjin û wan berdidin.”
22. Bo çi hindik kes rastbûna Pirtûka Pîrozê qebûl nakin?
22 Di dawî de ev çavkanî tê vê netîceyê: “Em çi dikarin bo wan kesên hê guman dikin û qanî nebûne bibêjin, herçend evqas şahid û îsbatên emîn ku rastbûna Nivîsên Pîroz li ber çavan radixînin hebin jî? ... Bê şik em dikarin bibêjin, ev sûcê dilê wan e, lê ne sûcê serê wan e; — ew naxwazin bawer bikin, da ku ew ji pozbilindiya xwe werin xwarê ku, ew bi awayî din bijîn.”
Hemahengiya Navxwe û Dilvekirîbûn
23, 24. Çima hemahengiya navxweyî ya Pirtûka Pîrozê evqas balkêş e?
23 Em ferz bikin ku nivîsandina pirtûkekî di dema împaratoriya Romê de hatiba destpêkirin, di dema Çaxa Navînê de hatiba dewamkirin û di sedsala 21an de hatiba dawîkirin, lê ew gişt bi destê kesên curbicur bibûya. Wê çawa encam derketiba holê, eger nivîskarên wê leşker, padîşah, kahîn, masîgir, şivan û bijîşk bibûyan? Ma gelo mirov dikarîbûya ji pirtûkek wusa hemahengî û hevbendî hêvî bikirîbûya? Herhalde weyê bigotibûya na! Lê belê Pirtûka Pîroz di bin şert û mercên weha de hat nivîsandin. Lê dîsa jî ew pirtûkek hemaheng e, hem ne tenê di temamiya wê de, lê belê di mijarên herî biçûk da jî.
24 Pirtûka Pîroz berhevdariyek ji 66 pirtûkan pêk tê, di demek 1,600 salî de ji 1513 B. D. M. heta 98 D. M., nêzîkî bi destê 40 kesên curbicur hatiye nivîsandin. Nivîskarên mijûliyetên curbicur dikirin û ew ji aliyên her civakê dihatin, û piraniya wan tewr hevûdin nas jî ne dikirin. Dîsa jî sermijara vê pirtûkê tenê yek e, mîna ku xeteke sor di nava temamê pirtûkê de be, û ew berhemek tenê yek nivîskarekî be. Derveyî vê yekê, Pirtûka Pîroz ne mîna ku hindik difikirin ku, ew berhemek şaristaniya rojava be, na ew bi destê kesên Rojhilatî hatiye nivîsandin.
25. Kîjan îdîaya nivîskarên Pirtûka Pîrozê bi destê dilvekirîbûna wan tê îsbat kirin?
25 Piraniya nivîsên kevn tenê ji serfirazî û pakkariya xwe nivîsandin, lê nivîskarên Pirtûka Pîrozê ne tenê bi dilvekirî û dilpakî şaşitiyên xwe beyan kirin, lê wan heta şaşitiyên padîşah û serwerên xwe jî anîn ziman. Di 4. Mûsa 20:1-13 û 5. Mûsa 32:50-52 de şaşitiyên Mûsa tê gotin, û vê pirtûkê Mûsa bi xwe dinivisîne. Di Yûnis 1:1-3 û 4:1 de nerastiyên Yûnis tê gotin, ev çîrok jî bi destê Yûnis bi xwe hatiye nivîsandin. Em di Metta 17:18-20; 18:1-6; 20:20-28; û 26:56 de li ser xûyên nebaşên şagirtên Mesîh dixwînin. Dilvekirî û dilpakiya nivîskarên Pirtûka Pîrozê îsbat û şahidên ku, rast e ku, mîna ew jî îdîa dike, ew ji Xwedê ve hatiye peyxamkirin.
Bêhemtabûyîna Taybetiya Wê
26, 27. Gelo çima Pirtûka Pîroz di aliyê zanistî û wekî din de evqas rast e?
26 Sebeba ku çima Pirtûka Pîroz ji aliyê zanistî, dîrokî û wekî din evqas xwedî bêkêmasî, hemaheng û dilvekirî ye, bi xwe ji wê tê gotin. Ew ji me re nîşan dide ku, hebûnek herî mezin, Xwedê qadirê mitleq, Afirandêrê gerdûn afirandî ye, danêrê wê bi xwe ye. Wî bi destê hêza xweya pirqudret, mirov tenê bo nivîsandina gotinên peyxam kirî, bikar anîn.
27 Di Nivîsên Pîroz de Şandiyê Pawlos vê gotinê tîne ziman: “Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê, da ku mirovê Xwedê, ji bo her karê qenc bêkêmahî û rapêçandî be.” Û Şandiyê Pawlos vê gotinê jî dibêje: “Çaxê we ji me peyva Xwedê bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir” (2. Tîmotêyos 3:16, 17; 1. Selanîkiyan 2:13).
28. Bes Pirtûka Pîroz ji kîjan çavkaniyê tê?
28 Ji vê yekê Pirtûka Pîroz ji hişê yek danêrekî pêk tê — Xwedê. Û lazim e em çiqas spasiya hêza wî ya xofdar bin, ku ji wî re heta îro parastina metinê kevn hîç mesele nebû. Di şaxê vekolandina nivîsên Pirtûka Pîroz de Sir Frederic Kenyon, kesekî pêşeng, di sala 1940 an de got: “Sebeba her şik û gumana ku, gelo Nivîsên Peymana Nû birastî temamiya wan bi şiklê dêspêkê hatiye parastin û gihîştiye destê me, nûha ji ortê ra dibe.”
29. Çawa em dikarin xurtbûna Xwedê di ragihandina peyaman de bi destê mînakekî bînin ziman?
29 Mirov dikarin bi hezaran kîlometre ji derê dûr nîşanên radyo û televîzyonan, wekî ji heyvê bişînin ser rûyê erdê. Moşekên ezmanî ji rojgerên bi sed milyonan kîlometre dûrin, agahiyên fizîkî û wêne şandin ser rûyê erdê. Mitleqe Afirandêrê mirovan, ku pêlên radyoyê afirandî ye, qe ne bûya wiyê kariba evqas bikiribûya. Belê, bo wî tiştekî pir hêsan e ku, hêza xwe ya bê hed û hidûd bikar bîne û ruhê mirovan bo nivîsandina Pirtûka Pîrozê hilbijêre, da ku gotin û wêneyên xwe neqlî wan bike.
30. Gelo Xwedê dixwaze ku mirov bizanibin ka armanca wî çi ye, ewa wate û armanca jiyanê beyan dike?
30 Di ser vê de, zemîn û jiyana li ser wê, ji pir aliyan de nîşanî me dide ku, Xwedê eleqeya xwe bo mirovatiyê heye. Loma tê fêhmkirin ku, wî dixwest alîkariya mirovan bike, da ku ew derxînin ka Xwedê kî ye û bizanibin armanca wî bo jiyana mirovan çi ye. Da ku ev nuxtê zelal were fêhmkirin, wî ev hemû di pirtûkekî de zeptkir — belgeyek bo herdem.
31. Çima peyamên nivîskî ji peyamên devkî baştirin?
31 Vê yekê jî bînin ber çavên xwe, pirtûka peyxama Xwedê ji xeber û peyamên devkî yê mirovan çiqas baştir e. Peyamên devkî wê nikaribin bawerkirî bin, ji ber ku wê mirovan peyam bi gotinên xwe ji kesên din re bigotibûyan, û demek şûnda wê wate û maneya wê peyamê biguheriya. Wê mirovan bi destê gotinên devkî yên xwe şiroveyên xwe bi gotinan dewam bikiribûyan. Lê di nivîsên ji aliyê Xwedê ve hatine peyxamkirin, talûkeya ku şaşitî têkevin nav hindik e. Ji bilî vê jî pirtûkek dikare bê wergerandin û zêdekirin ku, kesên bi zimanên din diaxifin jê feydeyê werbigirin. Ma gelo ne maqûlane ye ku Afirandêr vê îmkanê bo neqilkirina peyamên xwe bikar anîbe? Çaxa Afirandêr bi xwe bibêje wî ev rê bikar aniye, birastî jî gerek e ev di cîhê xwe de be.
Pêxembertiyên Hatin Bicîh
32-34. Di Pirtûka Pîrozê de çi heye ku, di pirtûkên din de ev tune ye?
32 Wekî din Pirtûka Pîroz nîşanên bêhemtayên din jî li ber çavan radixe ku, ew peyxama xudayî ye: Ew peyxam heta rojên me hatin bicîh yaxud jî, vê gavê tên bicîh, ev kitêb pirtûkek pêxembertiyê ye.
33 Mesela, tunebûna şehrê kevnê Sûr, ketina împaratoriya Babîl, dîsa avakirina Orşelîm, derketina împaratoriya Med û Fars û Yewnanistan, di Pirtûka Pîrozê de li ser wan pir tişt hatine pêşgotinkirin. Ev pêxembertî evqas deqîq bûn ku, hindik rexnekar vala hewl dan û îdîa kirin ku, ev piştî rûdayînan hatine nivîsandin (Îşaya 13:17-19; 44:27–45:1; Hêzekîêl 26:3-6; Danîêl 8:1-7, 20-22).
34 Pêxembertiya ku Îsa Mesîh li ser tunebûna şehrê Orşelîmê pêşgotinî kiribû, di sala 70 an D. M. de bi awayekî pirdeqîq bicîh hat (Lûqa 19:41-44; 21:20, 21). Pêşgotiniyên Îsa Mesîh û Şandiyê Pawlos li ser “rojên dawîn” di dema me de heta biçûktirîn beşê wan jî tên bicîh (2. Tîmotêyos 3:1-5, 13; Metta 24; Marqos 13; Lûqa 21).
35. Çima pêxembertiyên Pirtûka Pîrozê tenê dikarin ji Xwedê werin?
35 Tu hişê beşerî, her çiqas bihiş û zîrek be jî, nedikarîbû bi evqas balkêşî paşeroj pêşgotinî bikiribûya. Tenê hişê Afirandêr ku qadirê temamê hîkmet û zanyariyê û gerdûn ava kiriye, dikarîbû ev tişt bikiribûya; em di 2. Petrûs 1:20, 21 de wusa dixwînin: “Tu pêxemberîtiya Nivîsara Pîroz ne ji şîrovekirina ji ber xwe çêkirî ye. Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine.”
Ew Bersîvê Dide
36. Pirtûka Pîroz ji me re çi dibêje?
36 Ji vê yekê bi destê pir sebeban, Pirtûka Pîroz îsbatan nîşan dide ku, ew gotina Xwedê ya hatiye peyxam kirî ye. Bi vî awayî ew ji me re dibêje çima em li ser rûyê erdê ne, çima evqas derd û eziyet hene, paşeroja me wê çawa be û wekî din wê rewşa dunyayê çawa were guhartin. Ew di heman demê de ji me re peyxam dike ku, Xwedêyek qadirê mitleq heye û wî zemîn û mirov bo armancek taybetî afirandiye, ji jiyana wan re wate û mane daye û ewê bigihîje vê armancê jî (Îşaya 14:24). Di heman wextê de ew derdixîne meydanê, ka olê rast kîjan e, û em çawa dikarin wê peyda bikin. Loma, tenê ev pirtûk bi xwe çavkaniya hîkmetê herî bilind e ku, em ji wê dikarin bo pirsên heyatî bersîvan peyda bikin (Zebûr 146:3; Methelokên Silêman 3:5; Îşaya 2:2-4).
37. Kîjan pirs li ser cîhana mesîhî peyda dibin?
37 Her çend rastbûna Pirtûka Pîrozê gelek şahidên bibawer îsbat bikin jî, lê belê ew mirovên vê pirtûkê qebûl dikin, ma gelo li gor hînkirinên wê jî dimeşin? Carekê li neteweyên ku, dibêjin em mesîhî ne û bi sifatê cîhana mesihî tên naskirin binêrin. Di destê cîhana mesîhî de bi sedsalan e ku, Pirtûka Pîroz heye. Lê gelo birastî raman û rêveçûnên wê hîkmet û zanyariya bilin ya Xwedê nîşan didin?
[Wêneyên li rûpela 11]
Sir Isaac Newton bawer dikir ku, dunya bi destê zemînkêşî bi pêwendiya rojgerên din, di valahiyê de disekine
Bo kesên zana ev dîtinek balkêş e ku, wêneyê dunyayê di Pirtûka Pîrozê de bi valahiyê hatiye pêçandin
[Wêneyê li rûpela 12]
Hindik rêwiyên deryayî ditirsiyan ku, wê ew goşe û keviya dunyaya pan derbas bibin
[Wêneyê li rûpela 13]
Îsbatên ku Îsa Mesîh jiyaye, ji îsbatên ku Julius Caesar, împarator Şarleman, Oliver Cromwell, yan papa Lûyî lll Jiya ne, zêdetirin
[Wêneyê li rûpela 15]
Pêkhatina pêxembertiya Îsa Mesîh ku, li ser tunebûna Orşelîmê di sala 70 an D. M. de kembera Tîtos ya li Romê îsbat dike