Beşa 2
Kî dikare ji me re bibêje?
1, 2. Çawa em dikarin baş bizanibin, tiştek bo kîjan armancê hatiye pîlankirin?
1 Kî dikare ji me re bibêje ka armanca jiyanê birastî çi ye? Em ferz bikin ku, em diçin ba çêkerekî maşînekî û dixwazin bibînin, da ku ew li ser parçeyekî bo me nenas û pêçayî çawa kar dike. Meyê çawa bikarîbûya fêhm bikira ku, ew maşîn bo çi tê bikaranîn? Reya herî baştir, wê tenê ji neqşkêşê wê pirskirin bibûya.
2 Bes, di derbarê neqşê pirxweş û pirbilind, ku li hebûna zindiya derdora me, wekî hucreya herî biçûkê zindî ku tê dîtin, em çi dikarin bibêjin? Belê, heta ku molekul û atomên biçûktir ku, di hundirê hucreyê de ne jî şahane şikilgirtî û bi rêkûpêkkirî ne. Di derbarê mêjiyê însan ku, bi şikilekî ecêb û pirheyirî hatiye neqşkirin, çi pêwîst û gerek e bê gotin? Yaxud li ser sîstema roja me, kakêşa reya kadizan yan jî gerdûnê, çi pêwîste bê gotin? Ma gelo ev hemû neqşên pir biheybet, pêwîstî ji Afirandêrekî re tune ye? Miheqeq ew neqşkar û pîlanker dikare ji me re bibêje, ka wî ev hemû tişt bo çi afirandî ye.
Gelo Jiyan Bi Destê Rasthatinê Pêkhat?
3, 4. Ma gelo rê heye ku jiyan bi destê rasthatinê derketî ba?
3 The Encyclopedia Americana “rêkûpêkiya heyirî û pirpêçayî ku, di afirandiyên zindî de ye” destnîşan dike û dibêje: “Vekolînek nêzîk li ser gulan, zêndî û heşere yan guhandaran wek destnîşana rêkûpêkiya bawernekirî ye.” Stêrnasê Îngilîz Sir Bernard Lovell, li ser avahiya kîmya organîzmên zindî wusa dibêje: “Îhtimal ev e ku, molekula herî biçûktirîn ya proteîn bi hesabê rasthatinê çêbûyîn, qasî derveyî xeyalkirinê hindik e. ... Birastî ew sifir e.”
4 Mîna vê yekê, stêrnas Fred Hoyle dibêje: “Temamê çarçîveya biyolojî hê bi vê yekê bawer dike ku, jiyan bi destê rasthatinê hatiye meydanê. Lê belê her çiqas kesên biyoşîmîst, tiştên zêde li ser pirheybeta pêçandina jiyanê kifş dikin, ev zelaltir dibe ku, îhtimala destpêkirina jiyanê bi şêwe û şiklê rasthatinê evqas hindik e ku, dikare bitemamî wê pûç û betal bike. Jiyan nikare bi destê rasthatinê bihatibe meydanê.”
5-7. Yek molekulbiyolog çawa qebûl dike ku, jiyan ne bi destê rasthatinê derketiye?
5 Biyolojiya molekulan, ji zanistiyê şaxek nû ye ev vekolandinê li ser gen, molekul û atomên candaran dike. Biyologê molekulan, Michael Denton tiştên ku heta nûha kifş bûne wusa şirove dike: “Hucreya herî sadeya tê naskirin evqas pêçandî û tevlihev e ku, da ku mirov vê yekê qebûl bike ev tişt weha nişkavî û bêhemdî bi destê bûyera rasthatinê hatibe meydanê, pir derveyî îhtimalê ye.” “Lê belê, li ba tevlihevî û pêçandiya sîstem û şêwaziya zindî ku bi serê xwe li vê tê heyirandin û pir kûr bi balkêşin, di pîlankirina wan de avabûyîna bawernekirî jî heye.” “Heyirandina bêkêmasî di şiklê pîlankirina biyolojiya molekulan, ku di armanca ji wan re hatiye dayîn de, tê naskirin.”
6 Denton wusa dewam dike: “Li her cîhê ku em lê dinêrin, li her dîtinekî ku em lê dimêzin, zerîfî û heyirandina misoger û mitleq dibînin ku, nezer û dîtina rasthatinê sist dike û dihejîn e. Ma gelo birastî lazim bû ku, me bawer bikiribûya, merheleya xwe bi xwe û rasthatinî dikarîbû rastiyekî bianîbûya ortê ku, herî zereyî biçûktirê wê — proteîn yan genê bikar — evqas pêçandî û tevlihev e ku, tewr qabiliyeta meya afirandêrî di siya xwe de dihêle, rastiyek ku bi eksê rasthatinê ye û ji her alî ve, ji her tiştî ku şehrezayiya mirovan bikarîbûya biafirandiba, bilindtir biba?” Ew vê yekê jî dibêje: “Di navbera hucreyek zindî û hucreya nezindî ku herî bilind hatiye bi rêkûpêk kirin, mîna krîstalek yan jî kuliyek berfê, ferqek nayê bawerkirin heye.” Û yek mamosteyê zanîngehê, Chet Raymo, şirove dike: “Ez lê diheyirim ... Wusa tê xuyakirin ku, her molekul bo kar û barê xwe hatiye pîlankirin.”
7 Biyologê molekulan, Michael Denton tê vê dawîn û encamê ku, “ew kesên, hê jî bi şiklên heyranî bawer dikin, temamiya ev rastî bi destê rasthatinekî hatiye meydanê”, bi çîrok û efsaneyekî bawer dikin. Ew hînkariya Darwin ku dibêje rabûyîna candaran bi destê rasthatinê derketine, “ev, çîrok û efsaneya bûyîn û peydabûyîna gerdûnê ya herî mezina sedsala bîstan” binav dike.
Bo Neqşeyê Neqşkêş Gereke
8, 9. Mînakekî bide da ku ew nîşanî me bide, her tiştên hatine pîlankirin, hewceyek bi neqşkêşekî heye.
8 Ev bawerî ku madeya bêcan dikare bi destê rasthatinê zindî bibe, ev îhtimal evqas dûr e ku bê îmkan e. Na, hemû candarên li ser rûyê zemîn ku pirxweş hatine xemilandin yaxud pîlankirin, qet nikarîbûn bi destê rasthatinê, xwe bi xwe derketibûyan, ji ber ku bo her neqşeyê neqşkêşek gerek e. Ma gelo tiştekî derveyî vê qaydeyê heye? Na tune ye. Û her çiqas neqşe tevlihev û pêçandî be, gerek e neqşkêş jî ewqas zîrek û şehreza be.
9 Em dikarin vê yekê bi nimûneyekî bînen ber çavan: Eger em wêneyekî bibînin, normal e ku em bifikirin ew bi destê kesekî hatiye çêkirin. Eger em pirtûkekî bixwînin, em dizanin ku danêr û nivîskarê wê heye. Eger em xaniyekî bibînin, em qebûl dikin ku kesekî ew avakiriye. Eger em lampeya trafîkê bibînin, em dizanin ku kesekî yasa çêkiriye li wir heye. Ev gişt ji alî wan kesan ve hatine holê û meydanê ku, wan ew bo yek armancekî taybetî çêkirine. Herçend em li ser wan kesan her tiştî nizanibin jî, em li ser hebûna wan guman û şikê nakin.
10. Bo hebûna Afirandêrekî pirzîrek û şehreza çi îsbat hene?
10 Bi vî awayî, neqşeyên bi rêkûpêk, pêçandî û tevlihevên candaran ku li ser rûyê zemînin, hebûna neqşekêşekî afirandêr yê pirzîrek û şehreza ye, nîşanî me didin. Ew hemû îşaretên hebûna hişekî bê hemta ne. Ev di neqşeya gerdûnê de, ku ew bi rêkûpêk bûn, di milyaran reyên kakêşan de, ku her yek ji wan bi milyaran stêran pêk tên jî weha ye. Ev cismên ezmanî gişt di bin yasayên pirdeqîq, mesela yasaya hereketê, germê, ronahiyê, dengê, elektromanyetîkê û zemînkêşiyê de ne. Ma gelo dikare yasa bê dayîndeyê xwe hebe? Zanayê moşekan Dr. Wernher von Braun gotî ye: “Yasayên di gerdûnê de evqas pirdeqîqin ku, em dikarin bê astengî keştiyekî ezmanî çê bikin ku, bifire ser heyvê, bo vî karî jî em dikarin wexta fira wê heta qasî pir hindikî ji saniyeyê jî tam hesab bikin. Lazim e ku, ev yasa bi destê kesekî hatibe çêkirin û dayîn.”
11. Ji ber ku mirov nikare Afirandêrekî bi çavan bibînin, çima lazim e ku mirov hebûna wî yê pirzîrek şehreza înkar neke?
11 Rast e, em nikarin wî neqşkêş û dayîndeyê yasayan ku pirzîrek e, bi çavên xweyên cismanî bibînin. Lê belê ma em bi tenê sedema ku em wan nabînin, zemînkêşiyê, elektromanyetîkê, elektrîkê yan jî pêlên radyoyê ku hene înkar dikin? Na, ji ber ku em tesîr û bandora wan dibînin. Ma gelo çima, her çend em rûdayînên karên wiyên pirecêb dikarin temaşe jî bikin, tenê ji sebeba ku em nikarin wî bibînin, em hebûna wî neqşkêşî înkar bikin?
12, 13. Çi îsbatên rast hene ku, hebûna Afirandêrekî nîşan didin?
12 Paul Davies, yek mamosteyê fizîkê, tê vê dawîn û encamê, ne ku tenê mirov esera lîstikek rasthatinê ye, lê “birastî em bo mexsed û armancekî li vê derê ne”. Û ew di derbarê gerdûnê de wusa dibêje: “Ji sebeba karê minê zanyariyê, her diçe ez hatime vê netîce û dawînê ku, gardûna fizîkî bi evqas zîrekî û şehrezayî li hev hatiye hûnandin ku, ez hebûna wê nikarim bi şiklê normal û asayî qebûl bikim. Bo min weha tê xuyakirin, mitleqe gerek e tê de maneya pir kûr hebe.
13 Şahid ji me re nîşan didin ku gerdûn û alem, erd û her tiştên li ser dijîn, nikare bi destê rasthatinê rabe were meydanê. Ew şahidên bêdengin, ku Afirandêrekî pirzîrek, şehreza û pirqudret heye.
Gotina Pirtûka Pîrozê
14. Pirtûka Pîroz di derbarê hebûna Afirandêr kîjan netîceyê derdixîne meydanê?
14 Pirtûka Pîroz, kevntirîn pirtûka beşer jî, tê vê encam û dawînê. Bo nimûne em di nameya Îbraniyan de ku şandiyê Pawlos, ji wan re nivîsandî ye weha dixwînin: “Çimkî her xanî ji aliyê yekî ve tê avakirin, lê avakarê her tiştî Xwedê ye” (Îbranî 3:4). Di Pirtûka Pîrozê de, ji pirtûka dawî ku şandiyê Yûhenna nivîsandî ye jî wusa tê gotin: “Ya Xudan, Xwedayê me, Tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin û bi daxwaza te ew afirîn û hene” (Peyxam 4:11).
15. Çawa em dikarin hindik sifat û rengên Xwedê nas bikin?
15 Her çiqas Xwedê neyê dîtin jî, Pirtûka Pîroz nîşan dide ku, ji karên wiyên hatine kirin dikare ew bê naskirin, ka ew Xwedêyek çawa ye. Pirtûka Pîroz dibêje: “Hê ji afirandina dinyayê ve hêza wî [Afirandêr] ya herheyî û Xwedêtiya wî, bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin û fêmkirin” (Romayî 1:20).
16. Bo çi em dikarin dilşad bibin ku, mirov nikare Xwedê bibînin?
16 Erê, bi vî awayî Pirtûka Pîroz me ji tesîr û bandorê dibe sebebê. Tesîr — tiştên pirxweş hatine çêkirin — bo îsbata zîrek û şehrezayî ya, pirqudreta sebebê: Xwedê. Bi vî awayî lazim e em spasdar bin ku, Xwedê nabînin, çimkî bi miqamê Afirandêrê cîhanê, bêşik ew berxudarê evqas qudretê ye ku, tu kesê axî nikare wî bibîne û zindî bimîne. Pirtûka Pîroz jî eynî vê yekê dibêje: “Tu nikarî wecê min bibînî; ji ber ku mirov min bibîne, nikare bijî!” (2. Mûsa 33:20).
17, 18. Çima dîtina hebûna Afirandêrekî gerek e bo me pir muhîm û bi mane be?
17 Anîna ber çav ku Afirandêrek mezin, hebûnek pirbilind — Xwedê — heye, gerek e ev rastî bo me xwedî maneyek pir mezin be. Eger em bi destê Afirandêrekî hatibin çêkirin, lazim e ku wî bi afirandina me mexsed û armancek kiribe hedef. Eger em weha hatibin afirandin ku, jiyana me bibûya xwediyê armancekî, wê çaxê hêviya me heye ku, em berbi paşerojekî baş ve diçin. Eger nebûya, emê bijiyan û bêhêvî bimiran. Ji vê yekê ye ku, dîtina Xwedê ji afirandina me çi dixwaze, pir girîng û muhîm e. Bi vê yekê em dikarin hilbijêrin ku, ka gelo em dixwazin li pey vê armancê bijîn yan na.
18 Bi vî awayî, li gor Pirtûka Pîrozê Afirandêr Xwedêyek pirhez e ku, ew bi me eleqedar dibe. Şandiyê Petrûs vê gotinê tîne ziman: “Çimkî ew xema we dixwe” (1. Petrûs 5:7; Yûhenna 3:16; 1. Yûhenna 4:8, 16). Em dikarin bi vê reya ku, wî çiqas hiş û bedena me şahane û nuwaze çêkiriye bibînin ku, Xwedê çawa eleqeya xwe ji me re nîşan da ye.
“Nuwazeyî Hatime Afirandin“
19. Nivîskarê Zebûr bala me dikşîne ser kîjan rastiyê?
19 Di Pirtûka Pîroz de Dawidê zebûrnivîs wusa qebûl dike: “Ez bi qencî û nuwazeyî hatime afirandin” (Zebûr 139:14). Birastî ev heqîqet e, ji ber ku hiş û bedena mirovan bi destê neqşkêşekî zîrek û şehreza bi şiklekî nuwazeyî hatiye pîlankirin.
20. Ansîklopediyek hişê beşer çawa dide naskirin?
20 Bo mînak, hişê we ji her kompîtûrî pir zêde pêçandî û tevlihevtir e. The New Encyclopædia Britannica vê beyanê dike: “Ragihandina agahiyan di navbera sîstema rehikan, ji şebekeya telefonên herî mezintir jî pêçandîtir e. Embar û firehiya di hişê mirovan de, ku bo çareserkirina meseleyan, ji embar û firehiya kompîtûrî herî mezin û gewre jî pir zêde firehtir e.”
21. Çaxa em bibînin hişê beşer çiqas jêhat e, kîjan netîce û encamê lazim e em jê derxînin?
21 Di hişê we de bi sed milyonan rastî û wêne hatine komkirin, lê belê ne tenê agahî hatine komkirin. Bi alîkariya hişê xwe hûn dikarin hîn bibin ku bifîkînin, nan bipêjînin, bi zimanekî biyanî biaxifin, bi kompîtûrekî kar bikin yan jî balafirekî biajon. Hûn dikarin bînin ber çavên xwe, ka wê tatîl û bêhndana we çawa be yan jî wê tahma berekî çawa be. Hûn dikarin tiştekî tehlîl bikin û wê çê bikin. Hûn dikarin bernameya xwe çê bikin, fêhm bikin, hez bikin û fikrên xwe li ser wexta derbasbûyî, vê gavê û wexta tê bihev re girê bidin. Bi sebeba ku em ne xwediyê qudreta pîlankirina tiştekî mîna hişê mirovanin, ku ew pir ecêb e, bo vê yekê eşkere ye ku neqşkêşê ew pîlankirî ye, mitleqe gerek e hîkmet û qudreta wî ji her mirovê zîrek û şehreza jî pir zêdetir be.
22. Kesên zana di derheqa hişê mirovan de çi tiştî qebûl dikin?
22 Di derheqa hiş de, kesên zana vê gotinê tînin ziman: “Çawa ev hemû kar bi destê makîneya ku wusa bi heybet hatiye pîlan û neqşekirin û evqas bi rêkûpêk û pêçandî ye, birastî temamiya wê nayê fêhmkirin. ... Dibe ku mirov tu carî nikaribe metheloka ku, hiş tîne pêşî me ji me re bibêje” (Scientific American). Û zanayê fizîkê Raymo dibêje: ”Rastî ev e ku, em vê gavê hê nizanin hişê mirov çawa agahiyan kom dike, yan jî wan çawa li gor xwestinê dîsa tîne bîra mirovan. ... Di hişê mirov de qasî sed milyar hucreyên rehikan hene. Bi saya xemilandina wêya mîna şaxên darê, her hucre bi hezaran hucreyên din têkiliyê çê dikin. Di navbera wan de îmkanên girêdanê evqas pêçandî û tevlihevin ku, mirov li çepûrastina wan diheyire.”
23, 24. Navê hindik endamên bedenê bînin ziman, û muhendîsekî kîjan şirove kiriye?
23 Çavên we ji her kamera û wênegirî biqabiliyet û kamiltir e, birastî ew wekî kamerayên bêkêmasiyên rengîn û xwebixwe ne, ku dîtinê bi xwe eyar dikin. Guhên we dikarin pir dengan jihev derxin û alîkarên we bin ku, hûn di îstiqameta xwe de herin û muwazeneya xwe winda nekin. Dilê we pompeyek pir jêhat e ku, tu muhendîsekî zîrek û şehreza jî nikarîbû tewr nêzîkî wî, kopyayek çêkiribûya. Di heman demê de endamên bedena weya dîtir jî biheybetin: Pozê we, zimanê we, destên we û sîstema we ya hezmê, evan tenê çend navin.
24 Bo vê yekê ye ku carekî muhendîsekî jê hatibû xwestin ku, ew kompîtûrekî pir mezin pîlan bike, weha gotibû: “Eger kompîtûrê min hewce bi neqşkêşekî hebe, wê çaxê biheq ev bedena min ku, aletekî pêçandiyê fizîkû-kîmyaû-biyolijîkî ye, ku dîsa ew zereyekî ji gerdûna hema hema nêzîkî bêhed û hidûd e, hewce bi neqşkêşekî heye.”
25, 26. Afirandêrê mezin gerek e ji me re çi bikaribe bibêje?
25 Çawa ku, balafirek, kompîtûrek, bisiklêt yan duçerxiyek û tiştên din bo armancek taybetî hatine neqş û pîlankirin, wekî vê yekê gerek e Afirandêr jî, di afirandina hiş û bedena mirovan de xwedîarmanc û mexsed be. Û lazim e ku ev Afirandêr xwediyê hîkmetekî, ji hîkmeta mirovan pir bilindtir be, çimkî tu kes ji me nikare eynî neqş û pîlanan çê bike. Ji vê sebebê pir mantiqî ye ku ew kes dikare ji me re bibêje, çima wî em afirandine, çima em li ser rûyê zemînin û em diçin ku derê.
26 Çaxa em van tiştan giştî bizanibin, hiş û bedena meya pirecêb ku Xwedê pêşkêşî me kiriye, dikarin ji me re alîkariyê bikin da ku em, li gor armanca Xwedê wan di jiyana xwe de bikar bînin. Lê belê em ji ku derê dikarin bizanibin ka armancên Xwedê çi ne û wan baştir nas bikin û hîn bibin? Em li ku derê dikarin vê zanyarî û agahiyê peyda bikin?
[Wêneyê li rûpela 7]
Eger em bixwazin bizanibin çima tiştek hatiye pîlankirin, gerek e em ji neqşkêşê wî bipirsin
[Wêneyê li rûpela 8]
Pêçandîbûn û pîlana candaran di molekula DNA de tê dîtin
[Wêneyê li rûpela 9]
“Firehbûna hişê mirov ku meseleyan çareser dike, ji firehbûna kompîtûrekî herî mezintir jî hem mezintir hem jî pirtir e”