KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • pr beş 1 r. 4-6
  • Gelo armanca jiyanê heye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo armanca jiyanê heye?
  • Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Şert Zor û Dijwar Dibin
  • Ew Çi Dibêjin
  • Tesîr û Bandor
  • Yehowa ji bo Me Jiyaneke Çawa Dixwaze?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
pr beş 1 r. 4-6

Beşa 1

Gelo armanca jiyanê heye?

1. Pircaran li ser armanca jiyanê çi tê pirskirin, û kesekî di derbarê vê yekê de kîjan dîtin aniye ziman?

Hema hema her kes, carekî ji xwe pirsiye, gelo armanc û mexseda jiyanê çi ye. Ma gelo mane û wate, karkirina giran, tenê bo başkirina standarta jiyanê, îdarekirina malbata xwe, piştî 70 yan 80 salî mirin û dû re herheyî tunebûn e? Ciwanekî bi vê dîtinê hemfikir dibêje ku, di jiyanê de ji bilî “jiyîn, xwedî zarok bûyîn, dilşad bûyîn û mirin” wekî din tu armanca jiyanê tune ye. Lê belê, ma ev rast e? Gelo ev rast e ku, mirin dawiya her tiştî ye?

2, 3. Çima dewlemendiya madî, nikare bo jiyanê bibe armancek têrkirî?

2 Pirtirî mirovan her çi Rojhilatî yan Rojavayî bin, difikirin ku, esasê armanca jiyanê komkirina serweta madî ye. Ew bawer dikin ku, serwet dikare mirovan bi aliyê jiyanek dilşad û pirmane ve bibe. Lê belê di derbarê kesên ku xwedî serwetin, çi dikare bê gotin? Nivîskarê Kanadayî Harry Bruce dibêje: “Hejmarek mezin ji mirovên zengîn û dewlemend tînin ziman ku, ew ne bextewer û dilşadin.” Ew piştî vê yekê dibêje: “Lêpirsîn nîşan didin ku, Amerîka Bakûr bi reşbîniyek xofdar ve hatiye pêçandin ... Ma gelo kesek dilşad li vir heye? Eger kesek wusa hebe, raz û sirê serfiraziya wî çi ye?”

3 Serokwezîrê berê, yê Dewletên Yekbûyên Amerîkayê, Jimmy Carter ev gotî ye: “Me fêhm kir ku bûyîna xwediyê tiştan û serfkarê wan, hesreta li pey jiyanek bi mane û armanc, ji dilê me dûr nake. ... Komkirina mal û milk nikare valahiya jiyanek ji ewlekarî û armancê dûr, tije bike.” Siyasetvanekî din yê rêber gotî ye: “Çend sale ku ez bişîdet li pey rastiya li ser xwe û jiyana xwe me; û pir kesan jî nas dikim ku, ew jî wusa dikin. Mirov ji berê zêdetir ji xwe dipirsin, ‘em kî ne? Armanca me çi ye?’ ”

Şert Zor û Dijwar Dibin

4. Çima hindik guman û şik dikin ku armanca jiyanê heye?

4 Ji sedema ku şert û mercên jiyanê zor û dijwartir dibin, pir mirov li ser armanca jiyanê dikevin şik û gumanan. Li ser rûyê zemîn zêdeyî milyarek mirov hene ku, bi cureyekî cidî nexweş yan jî xwediyê kêmxwarinê ne. Bo vê yekê ye ku, tenê li Afrîkayê, her sal nêzîkî deh milyon zarok dimirin. Rûniştvan û niştecîhên dunyayê zêdeyî 6 milyaran e, her sal 90 milyon zêde dibin, ev pirbûyîn ji sedî 90 li welatên hê vê gavê tên avakirin de çê dibe. Ev zêdebûyîna ku didome, bo xwarin, mesken û war daxwaziyê tîne holê ku, ew jî dibe sebeba zêdebûyîna karxaneyan; û pişt re jî ev dibe sebeba gemarbûyîna av û hewa yê.

5. Çi tê serê daristanên zemîn?

5 Di weşana World Military and Social Expenditures 1991 de tê gotin: “Her sal qasî [welatê Îngilîstana Mezin] daristan tê tunekirin. Eger ev rewş (ev tunekirin) wusa berdewam bike, wê heta sala 2,000 ji sedî 65 daristanên di herêmên tropikal de bên tunekirin.” Mîna ku Neteweyên Yekbûyî radigihîne di şûna 10 darên ku, tên birîn tenê 1 dar tê çandin; heta li Afrîkayê ev hejmar, ji 20 an hindikî 1 ye jî. Bi vî awayî her sal çol û beyar qasî mezinahiya Beljîkayê fireh dibin.

6, 7. Rêberên mirovan kîjan pirs heta nûha çareser nekirin, kîjan pirs gerek e bên çareserkirin?

6 Di ser vê de, tenê di sedsala 20 an de hejmara kesên ku di cengan de canê xwe ji dest dane, ji 400 salên derbasbûyî çar caran zêdetir bûn. Li her derê hejmara tawanbarên şîdetê zêde dibin. Li ser de parçebûyîna malbatan, xerab bikaranîna dermanan, AIDS, nexweşiyên cinsî û karegîrên reşbîniyên din jiyanê her diçe dijwartir dike. Û rêberên dunyayê heta vê gavê derd û astengên pir zêde ku, malbata mirovatiyê dikesirîne çareser nekirin. Loma, mirov fêhm dike, eger hindik kes ji xwe bipirsin, armanca jiyanê çi ye?

7 Kesên zana, rêberên oldar û dîndar çi bersîvê didin vê pirsê? Ma gelo piştî sedsalan wan bersîvên têrkirî bo van pirsan peyda kirin?

Ew Çi Dibêjin

8, 9. (a) Zanayek Çînî li ser armanca jiyanê çi got? (b) Kesê ji komwara mirinê ya Naziyan filitî bû, kîjan dîtin anî ziman?

8 Zanayê konfusiyusî Tu Wei-Ming dibêje: “Armanca bingehîna jiyanê, di hebûna meya asayî de tê dîtin.” Li gor vê dîtinê, mirov herdem ji dayikê dibe, bo jiyanê ditekoşe û dimire. Ev dîtin tu hêviyê nade mirovan. Belê, gelo dikare ev fikr rast be?

9 Elie Wiesel ku di cenga cîhanê ya duyem de, ji komwara Naziyan filitî bû, ev gotin anî ziman: “’Em çima li virin?’ Ev pirsek girîng e ku, mirov bi wê rû bi rû ye. ... Her çend min dît ku evqas mirov bêwate û mane mirin jî, dîsa ez bawer dikim ku, armanca jiyanê heye.” Lê belê, wî nikarîbû bigotibûya, armanca jiyanê çi ye.

10, 11. (a) Nivîskarê rojnameyekî çawa nîşan da ku, mirov nikare bersîva vê pirsê bide? (b) Bo çi nezera zanyarekî guhorînê têr nake?

10 Nivîskarê rojnameya Vermont Royster got: “Fikr û ramanên beşer li ser ... warê xwe yê di vê gerdûnê de, ji destpêkê heta nûha ji hindikî pirtir pêşve neçû ye. Hê jî em bi van pirsan, em kî ne û çima em hene û em bi ku ve diçin, rû bi rû ne.”

11 Zanayê tekamûl yaxud guhorînê, Stephen Jay Gould vê dîtinê tîne ziman: “Dibe ku em li pey bersîvek ‘bilind’ bin — lê bersîvek weha tune ye.” Bo bawermendên guhorînê, jiyan tenê tekoşîna ewên zîrek û jêhatinê ye, ku tekoşînek dawîmirin e. Di vê dîtin û nezerê de jî tu cîhê hêviyê tune ye. Û em dîsa dipirsin, ma gelo dikare ew rast be?

12, 13. Dîtinên rêberên kesên oldar çi ne, gelo dîtina wan ji nezer û dîtinên ne oldar baştirin?

12 Piraniya rêberên oldar dibêjin ku, armanca jiyanê ev e ku, mirov baş û rind bijî, da ku piştî mirina wî ruhê wî bikaribe biçe ezmanan û ew li wir herheyî bimîne. Çareya kesên xerab jî ev e ku, di agirê canime yaxud dojehê de îşkence û azara agiriya herheyî ye. Lê belê li gor vê baweriyê, ev hebûna têrnekir ku, di temamê dîrokê de hukûm ajotiye, wê dewam bike. Lê eger armanca Xwedê ev bibûya ku, mirov mîna ferîşteyan li ezmanan bijiyan, bes wî çima ew di destpêkê de mîna ferîşteyan ne afirandin?

13 Heta kesên ruhanî jî di derbarê vê mijarê de neçar dimînin. Dr. W. R. Inge, doktorê îlahiyetê û serokê berê yê civata kilîseya Saint Paul li Londonê, carekî gotibû: “Di temamê jiyana xwe de ez li pey armanca jiyanê geriyam, li pey bersîvên sê pirs û kêşeyên ku herdem bo min esasî bûn: pirsa herheyî; pirsa kesayetiya mirovatiyê; û pirsa xerabiyê. Ez neçar mam. Min tu pirs ji wan çareser nekir.

Tesîr û Bandor

14, 15. Dîtinên tevlihev li ser piraniya mirovan kîjan bandorê dike?

14 Gelo evqas fikr û ramanên ji hev cûda ku, li ser armanca jiyanê hene, çi bandor li ser mirovên zana û ruhanî kirî ne? Piraniyan wan wekî mêrekî kal û salborî wusa bersîvê didin: “Min teqrîben di giştî jiyana xwe de ji xwe pirs kir, çima ez li virim. Nûha eger armancek hebe jî bo min êdî qîmet ne ma ye.”

15 Gelek kes piştî bihîstina van hemû fikr û ramanên tevlihevên olî, digihîşin vê encamê ku, mirov bi çi bawer dike bila bike, tu qîmeta xwe tune ye. Ew bawer dikin ku, dîn û ol tenê mijûlbûyîna ramanî ye ku, hindik rihetiya xeyalî bi xwe re tîne holê, da ku mirov bikaribe di heqê derdên rojane de bê. Hindik kesên din jî dibêjin ol tenê efsane ye. Ew bawermendin ku, li ser ol fikirkirin bo pirsên armanca jiyanê bersîv peyda ne kirî ye û rewşeke baştir jî di jiyana mirovên asayî de pêk ne anî ye. Birastî dîrok nîşanî me dide ku olên dunyayê mirovatî di pêşdeçûnan de şûnda hiştî ye û bûye sedema nefret û cengan.

16. Dîtina armanca jiyanê çima evqas girîng e?

16 Lê belê, di armanca jiyanê de zanîbûna rastiyê, gelo evqas girîng e? Viktor Frankl taybetmendê tenduristiya hişî bersîvê dide: “Hêza esliya hewldayîna mirovatiyê ev e ku, ew di jiyanê de armancekî peyda bike. ... Bi cesaret û dilêrî ez dikarim vê yekê bibêjim ku, di dunyayê de tu tiştek din tune ye ku, bikaribe heta di bin rewşa herî giran de jî, mîna ku armanca jiyanê heye, evqas alîkariyê bike.”

17. Ji kîjan pirsan re gerek e bersîv bên dîtin?

17 Başe, eger felsefe û olên mirovî nikarîbûyan bersîvek têrkirî li ser armanca jiyanê bidin, ka em serî li ku bixin, da ku em bersîva vê pirsê peyda bikin? Gelo çavkaniyek hîkmetek bilind heye, ku li ser vê mijarê rastiyê ji me re bibêje?

[Wêneyê li rûpela 4]

“Her sal qasî mezinahiya [welatê Îngilîstana Mezin] daristan tê tunekirin”

[Wêneyê li rûpela 5]

“Min teqrîben di giştî jiyana xwe de ji xwe pirs kir, çima ez li virim.”

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne