KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w17 Adar r. 32
  • Navekî ji Kitêba Pîroz li Ser Kûpekî Kevnar

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Navekî ji Kitêba Pîroz li Ser Kûpekî Kevnar
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
w17 Adar r. 32
Bi zimanê Kenaniya berê li ser kûpekî ku 3.000 sala pêşda hate çêkirinê, navekî ji Kitêba Pîroz nivîsar e

Navekî ji Kitêba Pîroz li Ser Kûpekî Kevnar

Kûpekî seramîk ya 3.000 sala berê

Di sala 2012an de, arkeologan perçeyên kûpekî seramîk – ê ku 3.000 sal berê hatibû çêkirin – ji axê derxistin meydanê. Ev kûp çima ew qas balkêş e?

Çaxa arkeologan hemû perçe anîn ba hev, wan dît ku li ser kûp nivîseke bi tîpên Kenanî derket meydanê: “Eşbaal Ben [kurê] Beda.” Ev cara pêşîn bû ku arkeologan ev nav di nivîseke kevn de dît.

Kitêba Pîroz behsa “Eşbaal”ekî din jî dike. Ew yekî kurên Saûl Padîşah bû (1. Dîr. 8:33; 9:39). Profesor Yosef Garfinkel, yekî ji endamên kolanê, wisa got: “Balkêş e ku navê ‘Eşbaal’ tenê li dema Dawid Padîşah di Kitêba Pîroz de derbas dibe û niha jî ji aliyê arkeologan ve hatiye dîtin.” Hinek difikirin ku ev nav, bi taybetî di wê demê de dihat bi kar anîn. Dîsa, teferuateke Kitêba Pîroz ji aliyê arkeolojiyê ve hatiye teyid kirin!

Di ayeteke din de, navê “Eşbaal” wek “Îş-Boşet” derbas dibe, yanî li şûna “baal”, “boşet” hatiye nivîsîn (2. Sam. 2:10). Lê çima? Lêkolîner wisa dibêjin: “Eyan e ku nivîskarê kitêba duyemîn a Samûyêl nexwest navê ‘Eşbaal’ bi kar bîne, ji ber ku ‘Baal’, yanî navê pûtê firtonekê yê Kenaniyan, tê de heye. Dîsa jî, navê eslî . . . di kitêba Dîrokan de hatiye xwedî kirin.”

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne