KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w17 Hezîran r. 14-15
  • Tenê Li Rûyê Mirovan Nenêre

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tenê Li Rûyê Mirovan Nenêre
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Malzemeya Eleqedar
  • Wek Petrûs, Dev ji Xîreta Xwe Bernede
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Tiştên ku Em ji Nameyên Petrûs Dielimin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Nêrîna Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh ji Xwe re Emsal Bigire
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
w17 Hezîran r. 14-15
Merik bi navê Peter ku bêmal e

Tenê Li Rûyê Mirovan Nenêre

DON ji Kanadayê, yê ku Şahîdê Yehowa ye mexsed bona xwe danî, ku xeber de tevî mirovên ku di kûçê de dimînin. Û carekê ew nêzîkî mêrekî bû ku derva dijît. Don wisa dibêje: “Navê wî mêrikî Peter bû. Ew bêmal-hal bû, û min qe di jîyanê xwe de mirovê wisa qirêj di kûçê de nedîtiye. Wî tevî mirovan hêrs xeber dida û wisa dikir, ku mirov xwe dûrî wî bigirin. Gelek car wî îzin nedida mirov ji jê re qenciyê bikin”. Lê Don 14 sala zêdetir, hindava wî mêrikî sebir û heyf bû.

Don di kûçê de ji Peter re şahîdî dide

Carekê Peter gote Don: “Tu çima wisa heyra min de nî? Gişk ji min direvin, lê tu çima terka min nakî?” Don bi nermî sê ayetên ji Kitêba Pîroz da xebatê, ku bigihîje dilê Peter. Pêşiyê, Don ji Peter pirsî gelo ew zane ku navê Xwedê heye and na, û ji jê re got ku wî navî xwexa di Kitêba Pîroz de bixwîne, di Zebûr 83:18an de. Paşê, da ku ji Peter re şiroveke ku çima terka wî nade, wî ji jê re Romayî 10:13, 14 xwend, kîderê tê gotinê ku: “Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe”. Di dawiyê de, Don ji Peter re Metta 9:36 xwend û paşê got, ku Peter xwexa evê ayetê bixwîne. Di vê ayetê de tê gotinê: “Gava wî [Îsa] elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn”. Çavê Peter tije hêsir bûn, û wî pirsî: “Ez jî yek ji wan miyên me?”

Peter dest pê xwe biguhêze kir. Wî serê xwe şûşt, ser rûyê xwe kur kir, û kincê baş xwe kir, kîjan ku Don ji jê re hediyê da. Paşî vê yekê, Peter timê paqij xwe dikir.

Cem Peter defterek hebû. Di destpêka vê defterê de, Peter der heqa rojên xweye nebaş de nivîsî, lê di xilaziya defterê de ew êdî tiştên baş nivîsî. Di pareke vê defterê de wisa nivîsar e: “Îro ez navê Xwedê elimîm. Niha gava ez dua dikim, ez ji Yehowa re dua dikim. Çiqas baş e ku ez navê wî zanim. Don dibêje ku Yehowa dikare bibe Dostê min, kîjan ku her gav dikare min bibihê”.

Gotinên paşin ji vê defterê Peter ji xwişka xwe û birê xwe re nivîsî. Wî wisa nivîsî:

“Îro ez gelek bêkêf im. Ez difikirim ku kalbûnê ez zeft kirime. Lê eger jî ev roja mine paşin e, ez zanim ku ezê hevalê xwe [Don] dîsa di Cenetê de bibînim. Eger hûn niha wê yekê dixwînin, ez êdî sax nînim. Û eger roja çelkirina min hûn mirovekî nenas bibînin, nêzîkî wî bin û tevî wî xeber din, û ji kerema xwe ew kitêba şîn bixwînin [ew kitêb bû bi navê “Rastiya ku Dibe berbi Jiyana Heta bi Hetayê”, kîjan ku wî bi salan pêşda standibû].a Di vê kitêbê de tê gotinê ku di Cenetê de ezê dîsa hevalê xwe bibînim. Ez bi temamiya dilê xwe evê yekê bawer dikim. Birê we Peter, ku we hez dike”.

Paşî çelkirinê, Ummi xwişka Peter wisa digot: “Weke 2 sal pêşda, Peter ji min re xeber da. Di nava ew qas salan de, ew tenê niha bi rastî bextewar bibû. Hela hê beşera wî jî xweş bû”. Wê gotibû Don: “Ezê evê kitêbê bixwînim, çimkî çi ku dilê birê min girtiye, ew wê tiştekî mexsûs be”. Ummi wisa jî qayîl bû tevî Şahîdên Yehowa bê kitêba Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz? bielime, kîjan ku wan paşwextiyê de hate derxistinê.

Don berdewam dike şahîdî bide ji Peter re, kîjan ku kincê baş û paqij xwe kiriye

Em jî dikarin tenê li rûyê mirovan nenêrin, û bi hezkirin û sebir bin hindava hemû mirovan (1. Tîm. 2:3, 4). Wisa emê bikaribin teşwîq kin wan mirovan, yên ku belkî jî ber çavê mirovan nimiz in, lê mîna Peter dilpaqij in. Em gerek şikê nebirin ku Xwedê, yê ku “li dil dinêre”, wê di dilê wan mirovên dilsax de rastiyê mezin ke (1. Sam. 16:7; Yûh. 6:44).

a Ew kitêba Şahidên Yehowa derxistine, lê niha ev kitêb nayê neşirkirinê.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne