Gerek Em Hurmet Bidin Kê?
“Bila her û her pesin, hurmet, rûmet û qudret ji yê ku li ser text rûniştiye re û ji Berx re be” (PEY. 5:13).
KILAM: 10, 16
1. Hinek çima layiqî hurmetê ne, û emê niha der heqê çi de şêwir bikin?
ÇAXA em hurmet didin kesekî, ev tê maneya ku em bi wî pir eleqedar dibin û rûmet didin wî. Hurmet çima tê nîşan dayîn? Dibe ku vî kesî tiştekî pir muhîm kiriye an jî mertebeya wî bilind e. Lê belê gerek em hurmet bidin kê, û sebeba vê hurmetdayînê çi ye?
2, 3. a) Yehowa çima bi taybetî layiqî hurmetê ye? (Li resmê ewilî binêre.) b) Peyxam 5:13 behsa Berx dike. Ew kî ye û çima layiqî hurmetê ye?
2 Wek Peyxam 5:13 nîşan dide, “yê ku li ser text rûniştiye” û “Berx” – yanî Yehowa û Îsa – bêguman layiqî hurmetê ne. Mesela, Peyxam beşa 4an bala me dikişîne li ser yekî ji sebebên ku Yehowa çima layiqî hurmetê ye. Li wê derê em dixwînin ku melek bi dengê bilind wisa pesnê Yehowa, “yê ku . . . her û her dijî”, didin: “Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin û bi daxwaza te ew afirîn û hene” (Pey. 4:9-11).
3 “Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike”, Îsa Mesîh e (Yûh. 1:29). Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa ji hemû padîşahên beşerî bilindtir e: “Ew . . . Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e. Ew bi tenê bêmirin e û di ronahiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine. Û ji mirovan tu kesî ew nedîtiye û nikare bibîne” (1. Tîm. 6:14-16). Heta niha, tu padîşahê din bi dilxwazî canê xwe ji bo gunehên mirovan feda nekiriye. Bi hezaran melek wisa dibêjin: “Berxê şerjêkirî hêja ye ku hêz, dewlemendî, şehrezayî, karîn, hurmet, rûmet û pesin bistîne” (Pey. 5:12). Ma tu ne hemfikir î?
4. Gerek em çima hurmet bidin Yehowa û Mesîh?
4 Lazim e ku em hurmet bidin Yehowa û Mesîh. Jiyana meye her heyî pê ve girêdayî ye. Gotinên Îsa, yên ku di Yûhenna 5:22, 23 de nivîsandî ne, vê yekê aşîkar dike: “Bav dîwana tu kesî nake, lê hemû desthilatiya dîwankirinê daye Kur, da ku çawa hemû ji Bav re hurmetê dikin, wusa ji Kur re hurmetê bikin. Yê ku ji Kur re hurmetê neke, ji Bavê ku ew şandiye re jî hurmetê nake” (Zebûr 2:11, 12 bixwîne).
5. Gerek em çima heta dereceyekê hurmet û rûmet bidin her kesî?
5 Xwedê mirov “di sûretê” xwe de afirandine (1. Mûsa 1:27). Ji ber vê yekê, piraniya mirovan hin sifatên Xwedê nîşan didin, lê belê ne wek hev. Mesela, mirov dikarin ji hevdu hez bikin û qencî û dilovaniyê bikin. Ji xeynî vê, Xwedê wijdan daye mirovan. Wijdanê hinekan carinan rast naxebite jî, wicdan bi normalî alî mirovan dike ku ew karibin rastî û xerabiyê, duristî û sextekariyê ji hev veqetînin (Rom. 2:14, 15). Piraniya mirovan ji tiştên bedew û pak hez dikin û dixwazin tevî mirovan di aştiyê de bijîn. Belê, mirov wisa hatine çêkirin ku ew karibin bilindahiya Yehowa heta dereceyekê nîşan bidin. Loma, ew jî layiqî hurmet û rûmetê ne (Zeb. 8:5).
GEREK EM ÇAWA HURMET BIDIN MIROVAN?
6, 7. Îro gelek kes çawa hurmet didin mirovan, lê Şahidên Yehowa ji wan çawa cuda ne?
6 Lazim e ku em rind bielimin ku gerek em çi qas hurmetê bidin mirovan. Îro, piraniya mirovên qisûrdar li bin bandora dinyaya Şeytan in. Ji ber vê yekê, mirov carinan ne tenê hurmet didin kesên din, lê wan ji xwe re dikin pût. Îro mirov alimên dînî û siyasetvanan, sporkarên navdar, hunermendan û mirovên bi nav û deng bilind dikin û wan wek îlahan dibînin. Loma, heyranên wan ên ciwan û kal dixwazin mîna wan bin û kincên wan û hal û hereketên wan teqlîd dikin.
7 Şagirtên Îsa yên rast wisa hurmetê nadin mirovan. Ji hemû mirovên ku li dinyayê dijiyan, tenê Îsa Mesîh ji bo me bûye nimûneyeke bêqisûr (1. Ptr. 2:21). Xwedê naxwaze ku em pir zêde hurmet bidin mirovan. Gerek em vê rastiyê ji bîr nekin: “Hemûyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar man” (Rom. 3:23). Ji ber vê yekê, gerek em tu kesî ji xwe re nekin pût.
8, 9. a) Şahidên Yehowa li selahiyetdaran çawa dinêrin? b) Em heta kengê guh didin selahiyetdarên dewletê?
8 Di vê dinyayê de, hin kes di mertebeyên hikumdariyê de dixebitin. Selahiyetdarên dewletê tên tayîn kirin ku ew qanûn û nîzamê biparêzin û li hewcedariyên welatiyan binêrin. Her kes ji vî îşî feyde distîne. Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa re got ku ew guh bidin hikumdariyên beşerî. Wî wisa got: “Heqê her kesî bidinê: Yê ku heqê wî yê bacê heye, bacê bidinê . . . yê ku heqê wî yê siyanetê heye, siyaneta wî bigirin” (Rom. 13:1, 7).
9 Şahidên Yehowa li gor qanûn û adetên herêmî hurmet didin selahiyetdaran. Heta ku daxwazên wan li hemberî qanûna Xwedê nebin, em daxwazên wan tînin cih. Em nikarin bona xatirê wan ji Xwedê re bêîtaetî bikin an bêterefiya xwe xera bikin (1. Petrûs 2:13-17 bixwîne).
10. Kirinên xizmetkarên Yehowa yên berê nîşan didin ku eleqeya bi dewletê û bi selahiyetdaran gerek çawa be?
10 Kirinên xizmetkarên Yehowa yên berê ji me re nîşan didin ku eleqeya bi dewletê û bi selahiyetdaran gerek çawa be. Mesela, çaxa dewleta Romayî ferman da ku hemu welatî bên hijmartin, Ûsiv û Meryemê guhdarî kir. Wê çaxê Meryem giran bû û wext hatibû ku zarokê xweyî pêşîn bê dinyayê, lê ew dîsa jî çûn Beytlehmê (Lûqa 2:1-5). Paşê, gava Pawlos hat sûcdar kirin, wî xwe bi awayekî hurmetdar parast û hurmeta munasîb da Hêrodes Egrîpa padîşah û walî Fêstos (Kar. 25:1-12; 26:1-3).
11, 12. a) Em çima selahiyetdarên dewletê ji alimên dînî cihê dikin? b) Çaxa Şahidekî ji Awistriyayê hurmet da siyasetmendekî, netîce çi bû?
11 Lê belê, Şahidên Yehowa alimên dînî wek kesên muhîm nabînin. Alimên dînî her çi qas li benda hurmeta mexsûs bin jî, em hurmeteke wisa nadin wan, çimkî dîn û baweriyên sexte der heqê Xwedê de derewan dikin û gotinên Kitêba Pîroz bi awayekî rast naelimînin. Ji ber vê yekê, em hurmet didin wan mîna ku em hurmet didin her kesî, lê em hurmeta mexsûs nadin wan. Îsa alimên dînî wek “durû” û “rêberên kor” bi nav kir (Met. 23:23, 24). Lê belê, çaxa em hurmet û rûmeta munasîb didin selahiyetdarên dewletê, carinan netîceyên baş çêdibin.
12 Mesela, Leopold Engleitner li Awistriyayê dijiya. Ev Şahidê xîretmend ji aliyê Naziyan ve hatibû girtin û bi trenê hat şandin kampa temerkûzê a Buchenwaldê. Di nav girtiyên wê trenê de, Dr. Heinrich Gleissner jî hebû. Ew berê siyasetmendekî Awistriyayê bû. Lê Naziyan ew hez nedikir. Di rê de, birayê Leopold ji Gleissner re bi awayekî hurmetdar behsa baweriyên xwe kir, û Gleissner jî rind guh da wî. Piştî dawiya Şerê Duyemîn ê Cîhanê, Gleissner pir caran bi nifûza xwe alî Şahidên Yehowa yên Awistriyayê dikir. Gelek mîsalên din jî hene, yên ku nîşan didin ku çaxa Şahidên Yehowa li gor Kitêba Pîroz hurmeta munasîb didin selahiyetdaran, netîceyên baş çêdibin.
KESÊN DIN ÊN KU LAYIQÎ HURMETÊ NE
13. Kî bi taybetî layiqî hurmet û rûmetê ne? Çima?
13 Xwişk û birayên me bêguman layiqî hurmet û rûmetê ne, bi taybetî kalên ku ji civatê re rêberî dikin (1. Tîmotêyos 5:17 bixwîne). Milet, perwerde, rewşa civakî an halê madî ye wan çi be jî, em hurmet didin wan. Ji ber ku ew li hewcedariyên xizmetkarên Xwedê dinêrin, Kitêba Pîroz wan wek “hediyeyên beşerî” bi nav dike (Ef. 4:8, WDN). Di sedsala yekê de, xwişk û birayan qedrê yên ku rêberî dikir, pir digirtin. Gerek em jî wisa bikin. Çi qas naskirî bin jî, em kesên ku civata şagirtên Îsa temsîl dikin ji xwe re nakin pût û wan wek firîşteyan nabînin. Dîsa jî, em hurmet û rûmet didin birayên wisa, çimkî ew nefsbiçûk in û di şixulê Xwedê de pir dixebitin. (2. Korîntî 1:24; Peyxam 19:10 bixwîne).
14, 15. Şivanên rast ji alimên dînî çawa cuda ne?
14 Kalên wisa, şivanên ruhî yên dilnizm in. Ew naxwazin wek mirovên bi nav û deng bên bilind kirin. Bi rastî jî ew ji alimên dînî yên îroyîn û ji yên sedsala yekê pir cuda ne. Îsa der heqê wan aliman de wisa gotibû: “Di ziyafetan de ji cihên jorîn, li kinîştan jî ji kursiyên pêşî hez dikin. Hez dikin ku di sûkan de silav li wan bê kirin” (Met. 23:6, 7).
15 Şivanên rast bi dilnizmî guh didin gotinên Îsa: “Bila ji we re nebêjin ʻmamoste’, çimkî Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne. Û li ser rûyê erdê ji tu kesî re nebêjin ʻBavo’, çimkî Bavê we yek e, Bavê ezmanî ye. Ne jî bila kes ji we re bêje ʻrêber’, çimkî Rêberê we yek e, Mesîh e. Di nav we de yê herî mezin bila bibe xizmetkarê we. Çimkî kî xwe bilind bike, wê nizim bibe û kî xwe nizim bike, ewê bilind bibe” (Met. 23:8-12). Gelo tu fehm dikî ku Şahidên Yehowa çima ji kalên civatê hez dikin û hurmet û rûmet didin wan?
Xwişk û bira ji kalên nefsbiçûk hez dikin û hurmet didin wan (Li paragrafên 13 heta 15an binêre)
16. Gerek em çima xîret bikin ku em gotinên Kitêba Pîroz ên li ser hurmetdayînê fehm bikin û bînin cih?
16 Dibe ku wext lazim be ku em rind bielimin ku gerek em hurmet bidin kê, û çawa. Halê şagirtên Îsa yên ku di sedsala yekê de dijiyan jî wisa bû (Kar. 10:22-26; 3. Yûh. 9, 10). Eger em xîret bikin ku em li gor Kitêba Pîroz hurmet nîşan bidin, emê pir feyde bibînin.
FEYDEYÊN HURMETDAYÎNA MUNASÎB
17. Çaxa em hurmet didin selahiyetdaran, em çi feyde distînin?
17 Çaxa em hurmet û rûmet didin selahiyetdarên dinyayê, ewê bi îhtimaleke mezintir heqên me biparêzin ku em karibin mizgînê bi azadî belav bikin. Bi vî awayî, pir caran netîceyên baş çêdibin. Mesela, çend sal berê, pêşengeke ji Almanyayê bi navê Birgit çû mezûniyeta qîza xwe. Mamosteyan ji Birgitê re got ku wan ji xebata bi zarokên Şahidên Yehowa pir kêf distand. Wan got ku wê heyf bibûya eger di mekteba wan de zarokên Şahidên Yehowa nebûna. Birgit jî wisa got: “Zarokên me dielimin ku di rabûn û rûniştinê de gerek ew pey prensîpên Xwedê herin û hurmet bidin mamosteyan.” Yekî ji mamosteyan wisa got: “Eger hemû zarok mîna zarokên we bûna, mekteb wê bibûya mîna cenetê.” Çend heftî dû re, yekî ji mamosteyan çû civîneke mezin a di bajarê Leipzigê de.
18, 19. Çima pir mûhîm e ku em tenê hurmeta munasîb bidin kalên civatê?
18 Prensîpên Kitêba Pîroz ên bêqisûr û bihîkmet nîşan didin ku gerek em çawa hurmeta munasîb bidin kalên civatê (Îbranî 13:7, 17 bixwîne). Belê, çaxa kal ji me re rêberî dikin, gerek em guh bidin wan û ji bo şixulê wanî giran spas bikin. Eger em wisa bikin, ewê ji şixulê xwe kêf bistînin. Lê ev nayê maneya ku gerek em kalekî “bi nav û deng” di her tiştî de teqlîd bikin – kinc û porên wî, gotarên wî an xeberdana wî. Eger em wisa bikin, kesên din wê bifikirin ku em pey wan diçin, ne pey Îsa. Gerek em ji bîr nekin ku kalên civatê jî mirovên gunehkar in û gerek em tenê herin pey Îsa û wî ji xwe re bikin nimûne.
19 Çaxa em hurmet didin kalên civatê, lê wan wek mirovên meşhûr bilind nakin, em bi rastî alî wan dikin. Çawa? Çimkî wisa ji wan re hê hêsan dibe ku ew qure nebin û xwe ji kesên din bilindtir nebînin.
20. Hurmetdayîna munasîb çawa dikare alî me bike?
20 Ji aliyê şexsî, çaxa em hurmeta munasîb didin mirovan, ev yek wê di gelek tiştan de alî me bike. Mesela, ev yek wê alî me bike ku em nebin xwehez û – gava mirov hurmet didin me – ku em xwe bilind nebînin. Teşkîlata Yehowa jî wisa dike: Ew ne ji bawermendan re ne jî ji mirovên dinyayê re zêde hurmet nîşan nade. Ji xeynî vê, hurmetdayîna munasîb riya hikmetê ye. Çima? Eger kesekî ku em qedrê wî digirin dilê me biêşîne, zîhniyeta rast wê alî me bike ku em zêde dilteng nebin û lingê me neşemite.
21. Feydeya herî mezin a hurmetdayîna munasîb çi ye?
21 Eger em hurmet bidin kesên ku layiqî hurmetê ne, Xwedê wê ji me razî be. Bi vî awayî, emê karibin li gor daxwaza wî bimeşin û jê re dilsoz bimînin. Wekî din, emê karibin alî Yehowa bikin ku ew cewab bide Şeytan (Mtl. 27:11). Mirovên vê dinyayê rast fehm nakin ku hurmet gerek çawa bê dayîn. Lê em pir spasdar in ku Yehowa ji me re elimandiye ku gerek em çawa hurmet bidin!