KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w19 Çile r. 31
  • Endamekî Nû ya Koma Rêberiyê

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Endamekî Nû ya Koma Rêberiyê
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Malzemeya Eleqedar
  • Du Endamên Nû yên Koma Rêberiyê
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Beytel çi ye?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
w19 Çile r. 31
Kenneth û Jamie Cook

Kenneth E. Cook, Jr., û pîreka wî Jamie

Endamekî Nû yê Koma Rêberiyê

LI SIBEHA 24 Çile 2018, mizgînek hat dayîn xwişk û birayên li Beytelên Amerîka û Kanadayê ku Birayê Kenneth Cook bûye endamê Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa.

Birayê Kenneth Cook li rojhilata Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat dinyayê û zaroktiya wî li wê derê derbas bû. Berî xelaskirina lîseyê, wî rastiya Kitêba Pîroz ji hevaldersekî xwe bihîst. Birayê Cook li 7 Hezîran 1980 hat bin av kirin. Li 1 Îlon 1982, ew bû pêşengê daîmî. Du sal bi şûn de, li 12 Cotmeh 1984, ew hat dawet kirin ku li Wallkillê (New York) li Beytelê xizmet bike.

Birayê Cook di hundirê 25 salan de hem li çapxaneyê hem jî li ofîsa Beytelê cure cure wezîfe stendin. Li sala 1996an, ew bi xwişkeke bi navê Jamie zewicî, û wan bi hev re li Wallkillê xizmet kir. Li meha Kanûnê ya sala 2009an, Birayê Cook û pîreka wî hatin tayîn kirin ku li merkeza perwerdeyê ya Pattersonê (New York) bişixulin. Li wê derê, Birayê Cook li Departmana Nivîsandinê dişixulî. Li meha Nîsanê ya sala 2016an, piştî ku ew ji bo demeke kin vegeriyan Wallkillê, ew hatin şandin Brooklynê (New York). Pênc meh bi şûn de, ew derbasî merkeza cîhanî ya Warwickê (New York) bûn. Li meha Çileyê ya sala 2017an, Birayê Cook bû alîkarê Heyeta Nivîsandinê ya Koma Rêberiyê.

Li Koma Rêberiyê niha 8 birayên meshkirî xizmet dikin:

K. E. Cook, Jr.; S. F. Herd; G. W. Jackson; M. S. Lett; G. Lösch; A. Morris III; D. M. Sanderson; D. H. Splane

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne