KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bhs beş 6 r. 62-70
  • Piştî Mirinê Çi Dibe?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Piştî Mirinê Çi Dibe?
  • Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • PIŞTÎ MIRINÊ ÇI DIBE?
  • ÎSA MESÎH LI SER MIRINÊ ÇI GOT?
  • EM ÇIMA DIMIRIN?
  • RASTÎ ME AZAD DIKE
  • Wan Guh Da Şeytan. Paşê Çi Bû?
    Guh Bide Xwedê û Her Bijî
  • Adem û Hewayê Guh Neda Xwedê
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Di Cenetê de Jiyan Çawa Bû?
    Guh Bide Xwedê û Her Bijî
  • Mexseda Xwedê ya ji bo Însanan Çi ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
bhs beş 6 r. 62-70

BEŞA ŞEŞEMÎN

Piştî Mirinê Çi Dibe?

1-3. Mirov li ser mirinê çi dipirsin, û hin dîn û bawerî çawa cewabê didin?

KITÊBA PÎROZ sozê dide ku rojekê, “êdî mirin wê nebe” (Peyxam 21:4). Li beşa 5emîn, me dîtibû ku bi saya fîdyeyê, em dikarin heta bi hetayê bijîn. Lê mirov dîsa jî dimirin (Waiz 9:5). Ji ber vê yekê, pirseke muhîm tê meydanê: “Piştî mirinê çi dibe?”

2 Gava meriv an dostekî me dimire, em gelek xemgîn dibin û meraq dikin: “Ew niha li ku derê ye? Gelo ew me dibîne? Gelo ew dikare alî me bike? Gelo emê rojekê dîsa hevdû bibînin?”

3 Dîn û bawerî cure cure cewaban didin. Hinek dibêjin ku mirovên qenc diçin ceneta li dinyaya din, û mirovên xerab di cehenemê de dişewitin. Hinek dibêjin ku piştî mirinê, mirov dibe ruh û diçe cem merivên xwe yên mirî. Hinek jî dibêjin ku piştî mirinê, mirov tê mehkeme kirin û paşê wek mirov an heywanek ji nû ve çêdibe.

4. Fikra esasî ya dîn û baweriyan a li ser mirinê çi ye?

4 Cewabên ku alimên dînî didin her çi qas ji hev cuda bin jî, fikra wan bi eslê xwe yek e. Piraniya wan dibêjin ku piştî mirinê, ruh ji mirov derdikeve û sax dimîne. Ma ev rast e?

PIŞTÎ MIRINÊ ÇI DIBE?

5, 6. Piştî mirinê çi dibe?

5 Yehowa dizane ku piştî mirinê çi dibe. Wî gotiye ku gava yekî dimire, jiyana wî diqede. Yanî, gava yekî dimire, hîs û fikrên wî li cihekî din sax namînin.a Piştî mirinê, em nikarin bibînin, bibihîzin an bifikirin.

6 Silêman padîşah nivîsî ku “mirî bi tiştekî nizanin”. Mirî nikarin hez bikin an nefret bikin, û di mezel de xebat, plan, zanîn û hîkmet tune (Waiz 9:5, 6, 10 bixwîne). Li Zebûr 146:4, Kitêba Pîroz dibêje ku gava mirov dimirin, “planên wan” diqedin.

ÎSA MESÎH LI SER MIRINÊ ÇI GOT?

Zilamek û pîreka wî di baxçe de rûdinin û li kulîlkekê dinêrin

Yehowa însan afirandine ku ew heta bi hetayê li ser erdê bijîn

7. Îsa Mesîh li ser mirinê çi got?

7 Piştî mirina Lazar, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa got: “Dostê me Lazar bi xew ve çûye.” Li vir, Îsa Mesîh behsa îstirhetê nedikir. Îsa Mesîh wisa berdewam kir: “Lazar miriye” (Yûhenna 11:11-14). Yanî Îsa Mesîh got ku mirin mîna xewê ye. Wî negot ku Lazar çûye cenetê an ba merivên xwe yên mirî. Wekî din, Îsa Mesîh negot ku Lazar di cehenemê de dişewite an wek kesekî din an wek heywanekî dîsa çêbûye. Na, rewşa Lazar mîna xewa kûr bû. Ayetên din jî dibêjin ku mirin mîna xewa kûr e. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku gava şagirtekî Îsa yê bi navê Steyfan hat kuştin, ew “bi xew ve çû, mir” (Karên Şandiyan 7:60). Pawlosê şandî jî nivîsî ku hin şagirtên Îsa “razane” (1. Korîntî 15:6).

8. Em ji ku dizanin ku gava Xwedê însanên pêşîn afirandin, wî nedixwest ku ew bimirin?

8 Gava Xwedê însanên pêşîn Adem û Hewa afirandin, gelo wî dixwest ku ew rojekê bimirin? Na! Yehowa ew wisa afirandin ku ew karibin bi siheta xweş bijîn û tu caran nemirin. Yehowa însan bi xwestina jiyana bêdawî çêkiriye (Waiz 3:11). Tu dê û bav naxwazin ku zarokên wan kal û pîr bibin û bimirin, û Yehowa jî naxwaze ku em kal û pîr bibin û bimirin. Lê madem ku Xwedê em afirandine ku em heta bi hetayê bijîn, em çima dimirin?

EM ÇIMA DIMIRIN?

9. Emrê ku Yehowa dabû Adem û Hewayê çima ne zor bû?

9 Di baxçeyê Adenê de, Yehowa ji Adem re wisa gotibû: “Tu dikarî ji her dara baxçe têra xwe bixwî. Lê belê, ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe, çimkî roja ku tu jê bixwî, tuyê bêguman bimirî” (1. Mûsa 2:9, 16, 17, NWT). Ne zor bû ku ew guh bidin vî emrî. Bi ser de, heqê Yehowa hebû ku ji Adem û Hewayê re bibêje ku çi qenc e û çi xerab e. Eger wan guhdariya Yehowa bikira, wanê bi vî awayî nîşan bidaya ku ew mezinahiya wî qebûl dikin. Wekî din, wanê bi vî awayî nîşan bidaya ku ew ji bo hemû tiştên ku Xwedê dane wan şikurdar in.

10, 11. (a) Îblîs însanên pêşîn Adem û Hewa çawa xapandin? (b) Ji bo kirinên Adem û Hewayê çima mazeret tune?

10 Mixabin Adem û Hewayê guhdariya Yehowa nekir. Îblîs ji Hewayê re wisa got: “Gelo Xwedê bi rastî gotiye ku gerek hûn ji hemû darên baxçe nexwin?” Hewayê wisa cewab da: “Em dikarin ji mêweya darên baxçe bixwin. Lê ji bo mêweya dara ku di nava baxçe de ye Xwedê wisa got: ‘Jê nexwin, û dest nedin wê, ku hûn nemirin’” (1. Mûsa 3:1-3, NWT).

11 Paşê Îblîs wisa got: “Hûnê qet nemirin. Çimkî Xwedê dizane ku roja ku hûn ji mêweya vê darê bixwin, çavên we wê vebin û hûnê bibin mîna Xwedê û qencî û xerabiyê bizanin” (1. Mûsa 3:4-6, NWT). Îblîs dixwest ku Hewa bifikire ku ew dikare xwe bi xwe qerarê bide ku çi qenc e û çi xerab e. Wekî din, Îblîs li ser netîceyên bêîtaetiyê jî derew kirin. Wî ji Hewayê re got ku ewê nemire. Hingê Hewayê ji mêweyê xwar û paşê jî da zilamê xwe. Adem û Hewayê rind dizanibû ku Bavê wan Yehowa xwarina mêweyê qedexe kiribû. Gava wan ji vê mêweyê xwar, wan emrekî zelal û maqûl binpê kir. Bi xwarina mêweyê, wan ji Bavê xweyî dilovan re bêhurmetî kir. Belê, ji bo kirinên wan mazeret tune!

12. Çima gelek heyf e ku Adem û Hewayê li hemberî Yehowa bêîtaetî kir?

12 Çi heyf e ku dê û bavê meyî pêşîn li hemberî Afirandêrê xwe wisa bêhurmetî kir! Eger te ji bo xêra zarokên xwe gelek wext û pere xerc bikira, lê wan paşê li hemberî te serî hildaya û guhdariya te nekira, ma tuyê xemgîn nebûyayî?

Afirandina Adem

Adem ji axê hatibû; piştî mirinê, ew vegeriya axê

13. Yehowa gotibû ku Adem wê vegere axê. Maneya van gotinan çi ye?

13 Gava wan bêîtaetî kir, Adem û Hewayê fersenda jiyana bêdawî winda kir. Yehowa ji Adem re wisa got: ‘Tu ax î û tuyê vegerî axê’ (1. Mûsa 3:19 bixwîne). Belê, berî ku Adem hatibû afirandin, ew ax bû, û Xwedê jê re got ku piştî mirinê, ewê dîsa bibe ax (1. Mûsa 2:7). Piştî ku Adem guneh kir, ew mir û tune bû.

14. Em çima dimirin?

14 Eger Adem û Hewayê guhdariya Xwedê bikira, ewê heta niha sax bimana. Lê gava wan li hemberî Xwedê bêîtaetî kir, wan guneh kir. Bi zeman re, ew mirin. Guneh mîna nexweşiyeke xerab e, ya ku me ji Adem û Hewayê mîras standiye. Wexta ku em tên dinyayê, em gişt gunehkar in, û ji ber vê yekê em dimirin (Romayî 5:12). Lê belê, mexseda Xwedê ji bo mirovan ne wisa bû. Xwedê qet nedixwest ku însan bimirin, û Kitêba Pîroz ji bo mirinê dibêje “dijmin” (1. Korîntî 15:26).

RASTÎ ME AZAD DIKE

15. Rastiya li ser mirinê me ji çi azad dike?

15 Rastiya li ser mirinê, me ji gelek fikrên şaş azad dike. Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku mirî nikarin tiştekî hîs bikin. Ji ber vê yekê, mirî xemgîn nabin û êşê nakişînin. Em nikarin bi wan re bipeyivin, û ew jî nikarin bi me re bipeyivin. Em nikarin alî miriyan bikin, û mirî nikarin alî me bikin. Ji ber ku ew nikarin zerarê bidin me, ne lazim e ku em ji wan bitirsin. Gelek alimên dînî dibêjin ku ruhên miriyan sax dimînin. Ew dibêjin ku eger em pere bidin wan, ew dikarin alî miriyan bikin. Lê belê, ev ne rast e! Gava em rastiya li ser mirinê fehm dikin, em bi derewên wisa bawer nakin.

16. Gelek dîn û bawerî li ser halê miriyan çi dibêjin?

16 Îblîs bi destê dîn û baweriyên sexte ji me re derewan dike, da ku em bifikirin ku mirî hê sax in. Mesela, hinek dibêjin ku piştî mirinê, em li cihekî din sax dimînin. Dînê te li ser vê yekê çi dielimîne? Gelo dînê te rastiya Kitêba Pîroz a li ser halê miriyan dielimîne? Bi derewên xwe, Îblîs dixwaze mirovan ji Yehowa dûr bixe.

17. Fikra cehenemê çima ji Yehowa re heqaret e?

17 Gotinên gelek dîn û baweriyan pir xerab in. Mesela, hinek dibêjin ku mirovên nebaş wê heta bi hetayê li cehenemê bişewitin. Ev derew, ji Yehowa re heqaret e. Xwedê ji tu kesî re îşkence nake! (1. Yûhenna 4:8 bixwîne). Eger kesekî ji bo cezakirinê destê zarokê xwe bişewitanda, tuyê çi bifikiriyayî? Ma tuyê nefikiriyayî ku ew zalim e? Teyê nexwesta nêzikî vî kesî bibî. Îblîs dixwaze me bide bawer kirin ku Yehowa yekî wisa ye.

18. Çima ne lazim e ku em ji miriyan bitirsin?

18 Hin dîn û bawerî dibêjin ku gava mirov dimire, ew dibe ruh. Ew dibêjin ku gerek em hurmetê bidin van ruhan û ji wan bitirsin, çimkî ew dikarin ji me re qencî an xerabiyê bikin. Gelek kes bi van derewan bawer dikin. Ji ber vê yekê, ew ji miriyan ditirsin û ne ji Yehowa re, lê bi eslê xwe ji miriyan re îbadetê dikin. Ji bîr neke: Mirî nikarin tiştekî hîs bikin. Ne lazim e ku em ji wan bitirsin. Yehowa Afirandêrê me ye. Xwedayê rastîn ew e, û gerek em tenê ji wî re îbadetê bikin (Peyxam 4:11).

19. Em ji zanîna rastiya li ser mirinê çawa feydeyê distînin?

19 Rastiya li ser mirinê me ji derewên dînî azad dike. Bi saya vê rastiyê, em dikarin tiştên xweş fehm bikin, yên ku Yehowa wê ji bo me bike.

20. Li beşa din, emê çi bielimin?

20 Bi hezaran sal berê, Eyûb pêxember wisa pirs kir: “Gava mirov dimire, gelo ew dikare dîsa sax bibe?” (Eyûb 14:14, NWT). Gelo mirî wê rojekê dîsa sax bibin? Cewaba Kitêba Pîroz dilê me pir şa dike. Li beşa din, emê li ser vê mewzûyê melûmatê bistînin.

a Hinek bawer dikin ku ruh piştî mirinê sax dimîne. Ji bo zêdetir melûmatê, li Notên 17 û 18emîn binêre.

BI KURTASÎ

RASTΠ1: GAVA YEKΠDIMIRE, JIYANA WΠDIQEDE

“Mirî bi tiştekî nizanin” (Waiz 9:5)

Piştî mirinê çi dibe?

  • Zebûr 146:3, 4; Waiz 9:6, 10

    Mirî nikarin bibînin, bibihîzin an bifikirin.

  • Yûhenna 11:11-14

    Îsa Mesîh got ku mirin mîna xewê ye.

RASTΠ2: YEHOWA NEDIXWEST KU ÎNSAN BIMIRIN

“Ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe, çimkî roja ku tu jê bixwî, tuyê bêguman bimirî” (1. Mûsa 2:17, NWT)

Em çima dimirin?

  • 1. Mûsa 3:1-6

    Îblîs ji Hewayê re got ku ne lazim e ku ew guhdariya Xwedê bike. Wekî din, wî li ser netîceyên bêîtaetiyê derew kirin. Gava Adem û Hewayê li hemberî Yehowa bêîtaetî kir, wan guneh kir. Bi zeman re, ew mirin.

  • 1. Mûsa 3:19

    Gava Adem mir, ew tune bû.

  • Romayî 5:12

    Guneh mîna nexweşiyeke xerab e, ya ku me ji Adem û Hewayê mîras standiye. Wexta ku em tên dinyayê, em gişt gunehkar in, û ji ber vê yekê em dimirin.

  • 1. Korîntî 15:26

    Kitêba Pîroz ji bo mirinê dibêje “dijmin”.

RASTΠ3: RASTIYA LI SER MIRINÊ ME AZAD DIKE

“Gava mirov dimire, gelo ew dikare dîsa sax be? Ezê ... li bendê bim heta ku ez bifilitim” (Eyûb 14:14, NWT)

Rastiya li ser mirinê me çawa ji fikrên şaş azad dike?

  • 1. Yûhenna 4:8

    Fikra cehenemê ji Yehowa re heqaret e. Xwedê ji tu kesî re îşkence nake.

  • Peyxam 4:11

    Gelek kes ji miriyan ditirsin. Ji ber vê yekê, ew ne ji Yehowa re, lê bi eslê xwe ji miriyan re îbadetê dikin. Lê Xwedayê rastîn Yehowa ye, û gerek em tenê ji wî re îbadetê bikin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne