WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Hezkirina Rastîn Çi ye?
Yehowa dixwest ku zewac daîm be (1Mû 2:22-24). Yehowa tenê ji bo sebebekê îzin dide hevberdanê: Eger yek ji wan zinê bike (Mlx 2:16; Mt 19:9). Yehowa dixwaze ku zewaca me bextewar be. Bi saya prensîpên wî, şagirtên Îsa dikarin aqilmend bin gava ew dixwazin ji xwe re pîrek an zilamekî hilbijêrin. Wekî din, ev prensîp alîkariyê dikin ku zewaca me her tim bextewar be (Wz 5:4-6).
VÎDEOYA WHAT IS TRUE LOVE? TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Şîreta ku Frank û Bonnie’yê da keçika xwe Liz’ê çima hem aqilmend hem jî keremdar bû?
Wexta ku em yekî (an yekê) nas dikin, çima lazim e ku em nefikirin ku em karibin şexsiyet û hereketên wî (an wê) biguherînin?
Paul û Priscilla’yê çi şîreta aqilmend da Liz’ê?
Di zewaca Zach û Megan’ê de çima problem rabû?
Armanca muşterek a John û Liz’ê çi bû?
Berî ku em sozê zewacê bidin kesekî (an kesekê), gerek em çima rind zanibin ku di dilê wî (an wê) de çi heye? (1Pt 3:4)
Hezkirina rastîn çi ye? (1Kr 13:4-8)