KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Em çawa dikarin xwe ji bo îbadetan hazir bikin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 9

      Em çawa dikarin xwe ji bo îbadetan hazir bikin?

      One of Jehovah’s Witnesses studying for a congregation meeting

      Kamboçya

      One of Jehovah’s Witnesses studying for a congregation meeting
      One of Jehovah’s Witnesses participating at a congregation meeting

      Ukrayna

      Eger hûn bi Şahidên Yehowa re bi şikilekî muntezam Kitêba Pîroz tetkîk bikin, bi îhtimaleke mezin hûn beriya her tetkîkekê xwe hazir dikin. Ji bo ku hûn bikarin tam ji îbadetan feydeyê bigirin jî, hûn gerek bi eynî şikilî xwe hazir bikin. Wexta ku hûn vê yekê bi planekê ve girê bidin, dikarin netîceya herî rind bi dest bixin.

      Qirarê bidin ku hûn vê yekê kîjan wextê û li ku derê bikin. Hûn kîjan wextê dikarin bi şikilekî pirr rind konsantre bibin? Eceba sibehê beriya ku hûn dest bi rojê bikin, an ku êvarê piştî raketina zarokan? Eger hûn nikarin di yek carekê de heta zemanekî dirêj tetkîk bikin jî, ji xwe re wextekê tayîn bikin. Û îzinê nedin ku di nava vê wextê de, qet tiştekî din dîqeta we belav bike. Ji bo ku hûn xwe li wê derê hazir bikin, cihekî bêdeng ji xwe re tercîh bikin. Dengê radyo, televîzyon û telefona xwe ya destan qapat bikin. Gava hûn dest bi tetkîkê dikin, pêşî dua bikin. Ev yek ji we re yardim dike ku hûn ji endîşeyên wê rojê dûr bikevin. Hûn bi vî şikilî xwe li ser kelama Xwedê yanî Kitêba Pîroz konsantre dikin (Filîpî 4:6, 7).

      Li bin nuqteyên sereke îşaret bikin û cewaban hazir bikin. Beriya ku hûn qisimekî weşanê mizakere bikin, di heqê wê de fikirekî genel bistînin. Li ser sernivîs û binsernivîsên meqaleyê mijûl bibin û bifikirin hela çi îrtibata wan bi meseleyê re heye. Bi yardima resim û pirsên tekrar, fikirên muhîm bi dîqeteke mezin di ber çavan re derbas bikin. Paşê her paragrafekê yek bi yek bixwînin û bişixulin ku hûn cewaba pirsa paragrafê bibînin. Ayetên ku navên wan tê de derbas dibin, ji Kitêba Pîroz vekin û bixwînin. Bixebitin ku hûn fam bikin ka hela ew ayet fikirên di paragrafê de çawa destek dikin (Karên Şandiyan 17:11). Gava hûn cewabê bibînin, li bin çend kelîmeyên ku cewabê weynin bîra we, îşaret bikin. Paşê eger hûn bixwazin, dikarin di îbadetê de destê xwe hildin û bi gotinên aîdî xwe cewabên kin bidin pirsan.

      Çiqas ku hûn her hefte di îbadetên me de, meseleyên çeşîd bi çeşîd mizakere bikin, hûn ewqas zanîna nû distînin. Hûn li ser “xezîneya” ilimê ku ji Kitêba Pîroz bi dest dixin, rind talîm dibin (Metta 13:51, 52).

      • Ji bo ku hûn xwe ji îbadetan re hazir bikin, gerek hûn planeke çawa çêbikin?

      • Ji bo ku hûn di îbadetê de cewabê bidin, gerek hûn xwe çawa hazir bikin?

      TEKLÎFEK

      Metodên ku di vî qisimî de hatine dayîn, bişixulînin. Hûn bi vî şikilî xwe ji Tetkîka Qûleya Çavdêriyê û Tetkîka Kitêba Pîroz a Cemaetê re, hazir bikin. Bi yardima wî kesê ku bi we re Kitêba Pîroz tetkîk dike, ji bo îbadeta li pêş xwe, cewabekê hazir bikin.

  • Mexseda Îbadeta Aîleyê çi ye?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 10

      Mexseda Îbadeta Aîleyê çi ye?

      A family enjoying family worship

      Koreya Başûr

      A couple studying the Bible together

      Brezîlya

      One of Jehovah’s Witnesses studying the Bible

      Awustralya

      A family discussing a Bible topic

      Gîne

      Ji zemanên berê ve Yehowa Xweda ji aîleyan dixwaze ku ew bi şikilekî muntezam li hev top bibin. Çimkî ew kes bi saya vê yekê hem bi Yehowa re, hem jî bi ferdên aîleyê re îrtibata xwe xurt dikin (5. Mûsa 6:6, 7). Loma aîleyên ku Şahidên Yehowa ne, her hefte zemanekî xisûsî ji xwe re tayîn dikin. Çimkî ew dixwazin ku bi hevdû re tim di îrtibatê de bimînin. Ew di Îbadeta Aîleyê de meseleyên ku wan li gor îhtiyaçên xwe tayîn kirine, li şûneke rihet bi yardima Kitêba Pîroz tetkîk dikin. Kesên ku bi tena serê xwe heyatê dajon, ew jî dikarin ji xwe re meseleyekê tercîh bikin û tetkîk bikin. Ew kes bi vî şikilî vê wexta muhîm rind dişixulînin û îrtibata xwe bi Xwedê re xurt dikin.

      Ev yek, her ferdekî aîleyê nêzîkî Yehowa Xweda dike. Di Aqûb 4:8-an de, weha hatiye nivîsîn: “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe.” Loma em gotina Xwedê bi dewamî dixwînin. Çimkî wesf û hereketên WÎ bi şikilekî pirr xweş tê de hatine nivîsîn. Bi saya vê yekê em Yehowa ji nêzîktir ve nas dikin. Însan dikare rihet dest bi Îbadeta Aîleyê bike. Mesela însan gerek ji zemanê xwe bi xisûsî parçeyekî veqetîne û bi hev re qisimeke ji Kitêba Pîroz bixwîne. Ev qisim dikare ew qisim be, yê ku wê hefteyê ji bo programa Îbadeta Waîztiyê hatiye tayînkirin. Her kes dikare ayetên ku jê re hatine tayînkirin bi dengê bilind bixwîne. Temamê aîleyê dikare li ser vê yekê sohbet bike ku hela ew çi ji vî qisimî elimiye.

      Ev yek, ferdên aîleyê nêzîkî hevdû dike. Eger însan Kitêba Pîroz bi aîleyê re tetkîk bike, ev yek îrtibatên di navbera mêr û jinê de xurt dike. Ev îbadet îrtibatên di navbera dê, bav û zarokan de jî saxlem dike. Yanî Îbadeta Aîleyê gerek bibe zemanekî ku bi şabûn û bi hizûrê ve tije ye. Wisa ku însan gerek di temamiya hefteyê de, bi çar çavan li ser hatina wê bisekine. Dê û bav dikarin li gor mezinahiya emrê zarokên xwe meseleyên balkêş û bi feyde hilbijêrin. Gava ew vê yekê dikin, dikarin ji meqaleyên kovarên bi navê The Watchtower (Qûleya Çavdêriyê) û Awake! (Hişyarî!), yan jî ji malpera me jw.org alîkariyê bistînin. Mesela, hûn dikarin bernameyeke li ser JW Broadcasting (tv.jw.org) temaşe bikin û paşê der heqê wê de bipeyivin. An jî, hûn dikarin li ser problemeke zarokên xwe yên di mektebê de bipeyivin û paşê şîretan bidin wan ku ew çawa karibin serî bi vê problemê re derxînin. Wekî din, hûn dikarin kilamên ku di civînan de wê bên xwendin bi hev re bixwînin. Piştî vê yekê hûn dikarin bi xwarin û vexwarineke biçûk, bi hev re wexteke xweş derbas bikin.

      Eger aîleyek bixwaze bi hev re ji Xwedê re îbadetê bike, ew gerek her hefte zemanê xwe veqetîne. Ev fealiyet yardim dike ku temamiya aîleyê ji kelama Xwedê zewqê bistîne. Yehowa jî helbet vê xîretkêşiya me dibîne. Ew me destek dike û bi xelat dike (Zebûr 1:1-3).

      • Çima muhîm e ku ji bo Îbadeta Aîleyê zeman were veqetandin?

      • Dê û bav dikarin çi bikin ku her kesê di aîleyê de, ji vê îbadetê zewqê bistîne?

      TEKLÎFEK

      Ji xûşk û birayên di cemaetê de bipirsin, ka hela ew di Îbadeta Aîleyê de çi dikin. Wekî din jî tespît bikin ka di Salona Îbadetê de kîjan weşan hene. Hûn dikarin weşanên lazim bişixulînin, da ku zarokên we Yehowa Xweda rind nas bikin.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne