KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Ji kê re pêşeng tê gotin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 13

      Ji kê re pêşeng tê gotin?

      A full-time evangelizer in the public ministry

      Kanada

      Full-time evangelizers in the preaching work

      Xizmeta mal bi mal

      Pioneer evangelizers conducting a Bible study

      Tetkîka Kitêba Pîroz

      A pioneer minister studying the Bible

      Tetkîka şexsî

      Kesekî ku ji tiştekî nû yan jî fealiyetekî re, rê vedike wekî “pêşeng” tê bi navkirin. Îsa pêxamber jî hat ser rûyê erdê û xizmeteke ku heyata însanan xilas dike, îcra kir. Wî bi vî şikilî ji me re riya xilasiyê vekir. Loma ew jî pêşeng tê hesibandin (Îbranî 12:2; Metta 20:28). Îro taqîbkarên Îsa Mesîh wî ji xwe re emsal digirin. Ew heta ku ji destê wan tê, wexta xwe vediqetînin û dixwazin ku însanan “bikin şagirt” (Metta 28:19, 20). Ji wan durima hin kesan jî minasib e ku wekî “pêşeng” xizmetê bikin.

      Ew gelek wexta xwe ji bo îşê îlankirina Mizgîniyê vediqetînin. Her Şahidekî Yehowa Mizgîniyê îlan dike. Feqet ji wan hinek jî di programa xwe de, planên ku lazim in, çêdikin. Ew kes wekî pêşengê daîmî xizmetê dikin. Ev pêşeng her meh ji bo îşê Mizgîniyê qet nebe 70 saetan wexta xwe vediqetînin. Ji wan gelek kes hene ku ji bo îdareya mala xwe, tenê nîv rojê dixebitin. Hinek jî li mintiqeyên ku pirr îhtiyaç bi wan hene wekî pêşengê xisûsî tên tayînkirin. Ew bi vî şikilî dikarin ji kesên ku Mizgîniyê belav dikin re yardim bikin. Ew her meh ji bo Mizgîniyê herî kêm 130 saetan wexta xwe vediqetînin. Kesên pêşeng heyateke sade tercîh dikin û dilşad dibin. Ew emîn in ku Yehowa Xweda tim îhtiyaçên wan, ên zarûrî temîn dike (Metta 6:31-33; 1. Tîmotêyos 6:6-8). Ancax hin kes hene ku nikarin ji bo xizmeta pêşengiyê evqas zêde wexta xwe veqetînin. Loma ew jî di mehên ku durima wan musade dike de, ji bo îşê Mizgîniyê 30 yan jî 50 saetan wexta xwe vediqetînin. Ew kes bi vî şikilî bi sifatê pêşengê alîkar xizmetê dikin.

      Ji seba ku ew ji Xwedê û ji însanan hez dikin, vê xizmetê dikin. Em jî wekî Îsa Mesîh ferq dikin ku însanên li dora me, ji aliyê manewî ve birçîtiyê dikişînin (Marqos 6:34). Zanîn û ilmê ku ji niha ve ji bo însanan bi feyde ye, bi me re heye. Ew zanîn di heqê zemanê li pêş me de jî umîdeke saxlem dide wan. Loma ji seba ku pêşeng ji însanan hez dikin, ew vê zanînê digihînin wan. Ew enerjî û zemanê xwe bi şikilekî comerd serf dikin (Metta 22:39; 1. Selanîkî 2:8). Ji seba ku ew vê xizmetê dikin, îmana wan saxlem dibe. Ew hê zêdetir nêzîkî Xwedê dibin û pirr dilşad dibin (Karên Şandiyan 20:35).

      • Eceba hûn yekî pêşeng çawa tarîf dikin?

      • Ji bo çi sebebê Şahidekî Yehowa bi sifatê pêşeng xizmetê dike?

  • Ji bo pêşengan kîjan kurs hatine temînkirin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 14

      Ji bo pêşengan kîjan kurs hatine temînkirin?

      Full-time ministers in the public ministry

      Di welatê xwe de

      Students attending the Watchtower Bible School of Gilead
      Students preparing for missionary service

      Li Mekteba Gîleadê

      A missionary couple preaching in Panama

      Li Panamayê bi aîleyekê re, Kitêba Pîroz tetkîk dikin

      Kursên teokratîk ji zemanekî dirêj ve ye ku xisûsiyetekî ku Şahidên Yehowa dide naskirin in. Ji bo kesên ku ji zemanê xwe qisimeke mezin ji îlankirina Padîşahiya Xwedê re vediqetînin, hinek kursên xisûsî hatine temînkirin. Ew bi vî şikilî dikarin xizmeta xwe bêkêmasî weynin cih (2. Tîmotêyos 4:5).

      Kursa Xizmeta Pêşengiyê. Pêşengên ku di xizmeta ji bo temamiya rojê de sala xwe ya pêşî temam dikin ji bo kurseke şeş rojan tên dawetkirin. Ev kurs dikare di saloneke îbadetê de ya li mintiqeya ku ew kes lê ye, were kirin. Mexseda vê kursê ew e ku pêşeng hê zêdetir nêzîkî Xwedê bibin, ji her aliyê xizmetê ve zêdetir bi tesîr bibin û xizmeta xwe bi şikilekî sadiq dewam bikin.

      Kursa Mizgînvanên Padîşahiya Xwedê. Ev kurs du mehan dewam dike û ji bo elimandina pêşengên bi tecrûbe hatiye hazirkirin. Ev pêşeng bi dilxwazî hazir in ku ji mala xwe dûrkevin û li mintiqeyeke ku îhtiyaç bi wan heye, xizmetê bikin. Yanî ew dibêjin: “Va ye, ez terim! Min bişîne!”. Ew bi vî şikilî waîzê herî mezin Îsa Mesîhê ji xwe re emsal digirin (Îşaya 6:8, NW; Yûhenna 7:29). Belkî gava ew koçî mintiqeyeke dûr dikin, mecbûr dimînin ku xwe bielimînin heyateke ji ya berê sadetir. Belkî kultur, îqlim û xwarinên wê derê ji bo wan xerîb in. Heta, belkî lazim dike ku ew bielimin zimanekî xerîb jî. Xûşk û birayên ku emrê xwe 23 heta 65 in, hem ên nezewicî û hem jî cotên zewicî dikarin vê kursê ziyaret bikin. Ev kurs ji wan re yardim dike ku ew ji bo xizmetê gelek wesfên ku îhtiyaçên wan pê hene bi pêş bixin. Loma teşkîlata Yehowa jî dikare wan hê rindtir bişixulîne.

      Mekteba Kitêba Pîroz a Watchtower Gîleadê. Di zimanê Îbranî de gotina “Gîlead” tê mana “Koma Şahidan”. Mekteba Gîleadê di sala 1943-yan de, hatiye avakirin. Ji wê wextê vir ve, zêdetirî 8.000 mezûn ji vê mektebê derketine. Ew bi sifata mizgînvanên wezîfedar ji bo îşê şahidiyê heta kujên dinyayê yên dawî hatine şandin (Karên Şandiyan 13:47). Mesela wexta ku mizgînvanên wezîfedar cara pêşî çûn welatê Perûyê, li wê derê qet cemaeteke Şahidên Yehowa tunebû. Ancax niha 1.255 cemaet hene. Gava mizgînvanên wezîfedar çûn Japonyayê, hijmara Şahidên li wî memleketî 10 kes jî tunebû. Feqet îro li wê derê zêdetirî 200.000 Şahidên Yehowa hene. Mekteba Gîleadê pênc mehan dewam dike. Û di vê mektebê de Kitêba Pîroz bi şikilekî kûr tê tetkîkkirin. Kesên wekî: Nazirên Herêmê û jinên wan, pêşengên xisûsî, mizgînvanên wezîfedar ên ku li mintiqeyê xizmetê dikin û kesên ku li Beytelê xizmetê dikin, ew dikarin ji bo vê mektebê werin dawetkirin. Mexseda vê elimîna kûr ew e ku ew bikarin fealiyetên me yên li ser temamiya rûyê erdê xurt û bi îstiqrar bikin.

      • Mexseda Kursa Xizmeta Pêşengiyê çi ye?

      • Kursa Mizgînvanên Padîşahiya Xwedê ji bo kîjan kesan hatiye hazirkirin?

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne