QISIM 8
Çima gava em terin îbadetên xwe, gerek kincên ku li xwe dikin, dîqet bigirin?
Îslanda
Meksîka
Gîneya-Bissaoyî
Fîlîpîn
Bi îhtimaleke mezin ji resimên ku di vê broşûrê de hatine dayîn, tiştekî dîqeta we jî kişandiye. Miheqeq we jî ferq kiriye ku Şahidên Yehowa di îbadetên xwe de, kincên çiqas temîz û maqûl li xwe dikin. Eceba em çima evqas qîmetê didin kinc û bergên ku li xwe dikin?
Kincên li ser me, hurmeta me ya ji Xwedê re nîşan didin. Feqet Xwedê mehkemeya me li gor xuyabûna şikil û şemalê me nake (1. Samûyêl 16:7). Ancax gava em ji bo îbadetkirinê tên cem hev, dixwazin îspat bikin ku em çiqas hurmetê ji Xwedê re nîşan didin. Em vê yekê wer nîşanî xûşk û birayên xwe yên hemîman jî didin. Mesela eger em derketana hizûra padîşah an jî serokê dewletekê, helbet me kincên ku li xwe dikirin wê dîqet bigirta. Çimkî me dixwest ku ji meqamê wî re hurmeta xwe îfade bikin. Wekî vê yekê, em hurmeta xwe hem ji “Padîşahê herheyî” Yehowa Xweda re û hem jî ji cihê ku em lê îbadetê dikin re nîşan didin. Çimkî em dixwazin bi kinc û bergên ku ji bo îbadetan li xwe dikin, vê nêta xwe îspat bikin (1. Tîmotêyos 1:17).
Kincên li ser me, qîmetên ku em lê xwedî ne, nîşan didin. Kitêba Pîroz ji taqîbkarên Îsa Mesîh ji kesên ku “xwedî teqwa ne” re dibêje ku ew gerek “bi qiyafetekî sade, li gor edebê û bi awayekî pîvangî” xwe bi kinc bikin (1. Tîmotêyos 2:9, 10, KP). Xwekinckirina “bi qiyafetekî sade” lazim dibîne ku em gerek xwe ji kincên balkêş, ên ku dîqetê dikişînin ser me û însanan tehrîk dikin, dûr bigirin. Ji bedena me qet şûneke eyîb gerek vekirî nemîne. Xwekinckirina “li gor edebê û bi awayekî pîvangî” jî, ji me re yardim dike ku em xwe ji kincên şapûle, yan jî pirole dûr bixin. Feqet em gerek qiyafetên xweş û maqûl tercîh bikin. Em dikarin hem van standardan weynin cih û hem jî, bi maqûltî kincên li gor zewqa xwe li xwe bikin. Em dikarin tenê bi navgîniya kincên xwe yên xweşik û bi zewq jî, “hînkirina Xilaskarê me Xwedê bixemilînin” û WÎ “bilind bikin” (Tîtos 2:10; 1. Petrûs 2:12, KP). Em gava tên îbadetên xwe, kincên xwe dîqet digirin. Çimkî em bi vî şikilî dixwazin tesîrê li însanên din jî bikin. Ew jî di heqê kesên ku ji Yehowa re îbadetê dikin de, bi rindî difikirin.
Belkî qiyafetê we yê minasib tune. Feqet ev yek gerek nebe sebeb ku hûn şerm bikin û neyên Salonên Îbadetê. Însan bêyî ku qiyafetên biha, yan xisûsî li xwe bike jî, dikare bibe xwediyê şikilekî minasib, temîz û xweşik.
Gava ji Xwedê re îbadet tê kirin, çima muhîm e ku însan kincên temîz û maqûl li xwe bike?
Di meseleya kinc û bergan de, kîjan prensîp ji me re rê nîşan didin?