WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Em Çawa Dikarin bi Alîkariya Belavokan Dest bi Sohbetan Bikin?
Ji meha Çileyê ya sala 2018an û pê ve, li rûyê kovara Bernameya ji bo Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike sohbetên emsal tên nîşan dayîn. Li şûna ku em tenê weşanan belav bikin, em tên teşwîq kirin ku bi mirovan re dest bi sohbetê bikin. Vîdeoyên sohbetên emsal nîşan didin ku mizgînvan çawa dikarin bi navgîniya Kitêba Pîroz dest bi sohbetan bikin. Gelo ev tê maneya ku gerek em weşanan bi kar neynin gava em diçin mal bi mal? Helbet na! Mesela, belavok dikarin alî me bikin ku em dest bi sohbetan bikin. Ji bo bikaranîna belavokan, em dikarin vê metodê bixebitînin:
Bala mirovan bikişîne ser pirs û cewabên li rûyê belavokê.
Ayeta li rûpela diduyan nîşan bide, ya ku cewaba Kitêba Pîroz eyan dike. Eger wext hebe, melûmatên li belavokê bixwîne û muzakere bike.
Belavokê bide xwediyê malê û wî teşwîq bike ku ew belavokê bixwîne gava wexta wî hebe.
Di dawiyê de, bala wî bikişîne ser pirsa “Hûn Çi Difikirin?” û bibêje ku cara din tu dikarî cewaba Kitêba Pîroz a li ser vê pirsê nîşanî wî bidî.
Li ziyareta diduyan, cewaba vê pirsê muzakere bike û ji bo ziyareteke din pirseke nû bihêle. Tu dikarî yek ji pirsên li malpera me yan ji weşana ku li rûpela dawîn tê nîşan dayîn, bi kar bînî. Li wexteke minasib, broşûra Mizgîna Xwedê yan weşaneke din a ji bo lêkolînê pêşkêş bike, a ku di nav Hacetên Elimandinê de heye.