KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • th ders 2 r. 5
  • Xeberdana Xwezayî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xeberdana Xwezayî
  • Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
  • Malzemeya Eleqedar
  • Coşî
    Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
  • Xeberdana bi Piştrastî
    Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
  • Nermî û Hevdilî
    Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
  • Gihîştina Dilan
    Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
Zêdetir Bibîne
Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe
th ders 2 r. 5

DERS 2

Xeberdana Xwezayî

Ayet

2. Korîntî 2:17

BI KURTASÎ: Bi awayekî jidil û xwezayî bipeyive.

ÇAWA:

  • Dua bike û rind haziriyê bike. Dua bike ku tu bi zêdeyî biheyecan nebî, lê karibî bala xwe bidî mijarê. Fikrên sereke, yên ku tu dixwazî pêşkêş bikî, li bîra xwe xwedî bike. Van fikran bi peyvên xwe bîne zimên, ne bi zimanê nivîsî.

    Pêşniyaz

    Eger tuyê pareke Kitêba Pîroz an weşaneke din bixwînî, rind haziriyê bike ku xwendina te herikî be. Bi germî bixwîne, lê belê bi zêdeyî dramatîk nebe.

  • Ji dil xeber bide. Bîne ber çavê xwe ku mijar ji bo guhdaran çima muhîm e. Bala xwe rind bide guhdaran. Eger tu wisa bikî, jest, mîmîk û sekina te wê ji dil bibin.

    Pêşniyaz

    Xwezayîbûn nayê maneya bêxembûnê. Bi xeberdana zelal û rast nîşan bide ku tu qîmetê didî mijarê.

  • Li guhdaran binêre. Li çavên guhdaran binêre (eger li gor adetên herêmê normal e). Gava tu gotarekê pêşkêş dikî, ne tenê li temamiya civatê, lê yek bi yek li guhdaran binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne