WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Dilnizm Be û Pesnê Xwe Nede
Mirovekî qure xwe ji kesên din bilindtir dihesibîne û pesnê xwe dide. Lê belê, ev yek li guhdarên wî xweş nayê. Loma Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila pesnahiya te, ne devê te, [lê] kesên din bidin” (Mtl 27:2).
LI VÎDEOYA BIBE DOSTÊ YEHOWA – DILNIZM BE TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Hin kes ji bo kîjan tiştan pesnê xwe didin?
Memo xwe ji bo çi li ber hevalê xwe qure kir?
Bavê Memo çawa tevî wî li ser vê meseleyê xeber da?
1. Petrûs 5:5 çawa dikare alî me bike ku em dilnizm bibin?