XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 2. MÛSA 39-40
Mûsa Hemû Emrên Yehowa Pêk Anîn
39:32, 43; 40:1, 2, 16
Ji bo çêkirina konê îbadetê, Mûsa guh da hemû emrên Yehowa. Gerek em jî mîna Mûsa ji dil guh bidin rêberiya teşkîlata Yehowa û hemen pêk bînin. Eger rêberî li gor me nehewce xuya bike yan eger em sebeba rêberiyê fehm nekin jî, gerek em dîsa jî guh bidin (Lq 16:10).
Çima muhîm e ku em di van waran de guh bidin?
Rêberiya ku li civînên xizmetê tê dayîn
Rêberiya ji bo hazirbûna ji bo halên acîl yên tibî
Rêberiya ji bo hazirbûna ji bo felaketan