WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Di Xizmetê De Hunerên Xwe Bi Pêş Bixe – Xizmeta bi Telefonê
ÇIMA? Xizmeta bi telefonê di belavkirina mizgînê de, metodeke muhîm e (Kar 20:24)a. Bi saya vê xizmetê, em dikarin mizgînê bidin kesên ku em nikarin rû bi rû bibînin.
ÇAWA?
Haziriyê bike. Mijareke minasib hilbijêre. Nuqteyên sereke, yên ku tu dixwazî behsa wan bikî, binivîse. Carinan wê belkî lazim be ku tu mesajeke bideng bihêlî. Loma wê baş be ku tu ji berê de bizanibî ku tuyê çi bibêjî. Ber maseyê rûne û notên xwe û malzemeyên din, mesela telefon yan tableta xwe bi JW Library® yan jw.org®, hazir bike.
Rihet be. Bi awayekî xwezayî xeber bide. Rûbiken be û jestan bi kar bîne qey ew te dibîne. Gava tu xeber didî, navberên dirêj nede.
Ji bo ziyareta dubare bingeh deyne. Eger kesek dixwaze zêdetir melûmatê bistîne, tu dikarî pirsekê bipirsî û bibêjî ku careke din, tuyê cewabê bidî. Wekî din, tu dikarî bibêjî ku tu dikarî weşanekê bi e-peyamê bişînî, bibî mala wî yan bi postayê bişînî. Yan jî, tu dikarî teklîf bikî ku yek ji vîdeo yan meqaleyên me bi mesaj yan e-peyamê bişînî. Wekî din, tu dikarî behsa hin taybetiyên malpera me bikî.
a Eger li welatê te îzin heye ku tu xizmeta bi telefonê bikî, vê yekê li gor qanûnên li ser parastina daneyan bike.