DERS 11
Feydeyên Rêberiya Kitêba Pîroz Çi ne?
1. Ji me re çima rêberî lazim e?
Prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin alî me bikin ku em ji bo emniyetê tedbîran bigirin? (ZEBÛR 36:9)
Hîkmeta Xwedê, ji hîkmeta me mezintir e. Wek bavekî ku ji zarokên xwe hez dike, Xwedê xema me dixwe. Ew naxwaze ku em heyata xwe bê rêberiya wî bajon (Yêremya 10:23). Çawa ku ji zarokan re rêberiya dê û bav lazim e, ji me re jî rêberiya Xwedê lazim e (Îşaya 48:17, 18). Rêberiya ku em bi destê prensîp û qanûnên Kitêba Pîroz distînin, pir biqîmet e.—2. Tîmotêyos 3:16 bixwîne.
Rêberiya Yehowa alî me dike ku em qerarên baş bidin û heyata bêdawî bistînin. Ji ber ku Xwedê em çêkirine, gerek em guh bidin rêberiya wî.—Zebûr 19:7, 11; Peyxam 4:11 bixwîne.
2. Kitêba Pîroz çawa rêberiya me dike?
Kitêba Pîroz bi prensîp û qanûnan rêberiya me dike (Karên Şandiyan 15:29). Gava meseleyek derdikeve, gerek em kûr bifikirin ku em karibin kîjan prensîpê bi kar bînin (Methelokên Silêman 2:10-12). Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku heyat hediyeya Xwedê ye. Ev prensîp nîşan dide ku gerek em ji bo emniyeta xwe û ji bo emniyeta kesên din tedbîran bigirin – li xebatê, li malê û li ser rê.—Karên Şandiyan 17:28 bixwîne.
3. Prensîpên herî muhîm kîjan in?
Îsa pêxember behsa du prensîpên pir muhîm kiribû. Prensîpa yekê ev e ku gerek em Xwedê nas bikin, ji wî hez bikin û ji wî re bi dilsozî xizmet bikin. Di heyata me de, tiştê herî muhîm ev e. Lazim e ku hemû qerarên me li gor vê prensîpê bin (Methelokên Silêman 3:6). Eger em vêya bikin, emê dostaniya Xwedê, dilşadiya rastîn û heyata bêdawî bistînin.—Metta 22:36-38 bixwîne.
Prensîpa diduyan alî me dike ku em bi kesên din re di selametê de bin (1. Korîntî 13:4-7). Çawa ku Xwedê ji mirovan re qenciyê dike, gerek em jî li gor vê prensîpê ji kesên din re qenciyê bikin.—Metta 7:12; 22:39, 40 bixwîne.
4. Feydeyên prensîp û qanûnên Kitêba Pîroz çi ne?
Prensîp û qanûnên Kitêba Pîroz malbatan hîn dikin ku ew çawa dikarin yekîtî û hezkirina xwe zêde bikin (Kolosî 3:12-14). Wekî din, Kitêba Pîroz malbatan bi prensîpeke din jî diparêze: Xwedê dibêje ku gerek zewac daîm be.—Marqos 10:7-9 bixwîne.
Eger em heyata xwe li gor gotinên Kitêba Pîroz bajon, ev yek dikare me ji aliyê madî û manewî ve biparêze. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek mirov bi xîret bixebite û durist be, û gelek şîrket jî qîmetê didin kesên wisa (Methelokên Silêman 10:4, 26; Îbranî 13:18). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek mirov bi tiştên ku bi rastî hewce ne, razî be û ji her tiştî zêdetir qîmetê bide dostaniya Xwedê.—Metta 6:24, 25, 33; 1. Tîmotêyos 6:8-10 bixwîne.
Prensîpên Kitêba Pîroz dikarin siheta me biparêzin (Methelokên Silêman 14:30; 22:24, 25). Mesela, Xwedê serxweşiyê qedexe dike. Eger em guh bidin vê qanûnê, emê ji hin nexweşiyên bêçare û ji qezayan bên parastin (Methelokên Silêman 23:20). Yehowa alkolê her çi qas bi temamî qedexe nake jî, ew naxwaze ku em bi zêdeyî vexwin (Zebûr 104:15; 1. Korîntî 6:10). Prensîpên Xwedê alî me dikin ku em ne tenê kirinên xwe, lê fikrên xwe jî kontrol bikin (Zebûr 119:97-100). Belê, prensîpên Xwedê pir bifeyde ne. Ji xeynî vê, xizmetkarên Xwedê guh didin wî ji ber ku ew dixwazin hurmet û rûmetê bidin wî.—Metta 5:14-16 bixwîne.