KILAM 91
Ked û Xîreta Me
(Zebûr 127:1)
1. Yehowa, roj hatiye,
şukranên me qebûl bike.
Êdî xelas bûye karê me
bi kerema te.
Ser ked û xîreta me
te bereket barandiye.
Esera me niha hazir e,
em çi qas şa ne!
(DÎSGOTIN)
Çi îmtiyazeke mezin bû
ev îşê avakirinê.
Bila xebata me ji te re meqbûl be û
te rûmetdar bike, Xwedê.
2. Karê ku me kiriye
tevî dost û hevalên xwe
nayê jibîrkirin, qet naçe
ji ber çavê me.
Bi saya desteka te
çi xweş bû hevkariya me.
Me xîret kiriye, ked daye
ji bo navê te.
(DÎSGOTIN)
Çi îmtiyazeke mezin bû
ev îşê avakirinê.
Bila xebata me ji te re meqbûl be û
te rûmetdar bike, Xwedê.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 116:1; 147:1; Rom. 15:6)