KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 6
  • Jiyan Çawa Çêbûye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Jiyan Çawa Çêbûye?
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Yehowa ji bo Me Jiyaneke Çawa Dixwaze?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 6
Ders 6. Koka nebatekê di bin şewqa rojê de ji erdê dibişkive.

DERS 06

Jiyan Çawa Çêbûye?

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê “çavkaniya tevahiya jiyanê” ye (Zebûr 36:9, Wergera Weşanên Do). Gelo tu bi van gotinan bawer dikî? Hin kes dibêjin ku jiyan xwe bi xwe, yanî bê Xwedê, çêbûye. Eger ev yek rast bûya, wê çaxê jiyana me wê bêmane bûya. Lê eger Yehowa Xwedê jiyan xuliqandibe, gerek sebebeke wî hebe, ma ne wisa ye?a Gelo Kitêba Pîroz li ser çêbûna jiyanê çi dibêje? Gelo gotinên wê li gor aqil û mantiqê ne?

1. Gerdûn çawa çêbûye?

Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Di destpêkê de Xwedê ezman û erd afirand” (1. Mûsa 1:1). Gelek alim û zanyar dibêjin ku destpêka gerdûnê, yanî erd û ezman û hemû stêrkan, heye. Xwedê çawa gerdûn xuliqandiye? Xwedê bi ruhê pîroz, yanî bi hêz û qeweta xwe ya xisûsî û bitesîr, her tişt xuliqandiye. Wî erd û ezman, deryastêrk, stêrk û gerstêrk çêkirine (1. Mûsa 1:2).

2. Çima Xwedê erd xuliqandiye?

Yehowa erd “vikîvala neafirandiye”, wî “şikil dayê ku li ser were rûniştin” (Îşaya 45:18, Mizgînî). Xwedê dinya pir xweş çêkiriye. Ew dixwaze ku ew her tim mala însanan be (Îşaya 40:28, 42:5 bixwîne). Alim û zanyar dibêjin ku ji nav hemû gerstêrkan, erd cih û warê herî xweş e. Wek ku tê zanîn, ji bo însanan jiyan tenê li dinyayê mumkin e.

3. Çima însan ji heywanan cuda ye?

Piştî ku Yehowa dinya çêkir, wî li erdê jiyan xuliqand. Pêşî, wî nebat û heywan çêkirin. Paşê, “Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand” (1. Mûsa 1:27 bixwîne). Çima em dibêjin ku însan ji heywanan cuda ye? Ji ber ku em di sûretê Xwedê de hatine çêkirin, em dikarin sifetên Xwedê, mesela wek hezkirin û edaletê nîşan bidin. Wî hiş û aqil daye me ku em bikarin bielimin zimanên din, û ji muzîk û hunerê kêfê bistînin. Wekî din, tenê însan dikare ji Xwedê re îbadetê bike.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Çi îsbat dike ku jiyan hatiye xuliqandin? Kitêba Pîroz li ser xuliqandinê çi tiştên maqûl û bimantiq dibêje? Gelo em ji sifetên însanan li ser Xwedê çi dielimin?

4. Avakarê jiyanê heye

Însan ji tebîetê hîn dibin û tiştan çêdikin. Ew ji bo vê yekê pesnan distînin. Gelo gerek em ji bo hebûna tebîetê pesnê kê bidin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

VÎDEO: Çi Îsbat Dike ku Xwedê Heye? (2:43)

  • Însan ji tebîetê çi hîn bûne û wan çi çêkirine?

Her xanî ji aliyê însanekî ve tê plankirin û çêkirin. Lê kê tebîet plan kiriye û çêkiriye? Îbranî 3:4 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo tu ji tebîetê çi diecibînî?

  • Gelo li gor aqil û mantiqê ye ku gerdûn û her tiştê ku tê de heye, hatine çêkirin? Tu çima wisa dibêjî?

Hêjayî gotinê ye

Tu dikarî meqale û vîdeoyên di heqê vê meseleyê de li ser jw.org bibînî. Here qismên “Kê Çêkiriye?” û “Nêrînên li ser Avabûna Jiyanê”.

“Çimkî her xanî ji aliyê yekî ve tê avakirin, lê avakarê her tiştî Xwedê ye”

Zilamek baniyê mala xwe ji dara bambûyê li herêmeke tropîk çêdike.

5. Kitêba Pîroz li ser xuliqandinê tiştên maqûl dibêje

Kitêba Pîroz di 1. Mûsa, beşa 1ê de behsa çêbûna erd û jiyanê dike. Gelo tu dikarî baweriya xwe bi gotinên Kitêba Pîroz bînî, yan jî ew tenê çîrok in? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Gelo Gerdûn Hatiye Xuliqandin? (Bi Qismî) (3:51)

Albûm: Dîmenên ji vîdeoya ‘Gelo Gerdûn Hatiye Xuliqandin? (Bi Qismî)’ 1. Şeş rojên afirandinê wê ji rûyê erdê çawa xuya bibûna. 2. Piştî roja şeşan a afirandinê, li dinyayê şewqa rojê, erd, av, nebat, teyrik, heywan û însan hene.
  • Gelo Kitêba Pîroz dibêje ku erd û jiyan di şeş rojên herfî de hatine çêkirin?

  • Gelo tiştên ku Kitêba Pîroz li ser xuliqandinê dibêje maqûl û bimantiq in? Tu çima wisa dibêjî?

1. Mûsa 1:1 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Alim û zanyar dibêjin ku destpêka gerdûnê heye. Gotinên wan û gotinên vê ayetê çawa hev digirin?

Hin kes dibêjin ku Xwedê pêşî tiştekî biçûk, yanî hucreyeke hêsan û bican xuliqandiye, û paşê ew xwe bi xwe bi pêş ve çûye û bûye heywan û însan. 1. Mûsa 1:21, 25, 27 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo Kitêba Pîroz dibêje ku heywan û însan bi tena serê xwe ji hucreyên hêsan çêbûne? Yan ew dibêje ku Xwedê hemû “cure” û “celebên” esasî yên jiyanê çêkirine?b

6. Xwedê însan bi awayekî taybet xuliqandine

Yehowa însan û heywan ne wek hev xuliqandine. 1. Mûsa 1:26 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ji ber ku em di sûretê Xwedê de hatine çêkirin, di dilê me de hezkirin û dilşewatî heye. Em ji vê yekê li ser Xwedê çi dielimin?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Tiştên ku Kitêba Pîroz li ser xuliqandinê dibêje tenê çîrok in.”

  • Tu li ser vê yekê çi difikirî, û çima?

BI ÇEND GOTINAN

Yehowa gerdûn û jiyan xuliqandine.

Tu çi elimî?

  • Kitêba Pîroz li ser çêbûna gerdûnê çi dibêje?

  • Gelo hemû cinsên jiyanê bi tena serê xwe çêbûne, yan jî Xwedê ew çêkirine?

  • Çima însan pir xweş hatiye çêkirin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Em ji avabûna tebîetê çi hîn dibin?

“Mirov ji Xwezayê Çi Hîn Dibe?” (Hişyar Bin!, Îlon 2006)

Bibîne ku bavek ji kurê xwe re li ser xuliqandinê çi dibêje.

Yehowa Her Tişt Çêkiriye (2:37)

Gelo teoriya peresanê, yanî evolusyonê û Kitêba Pîroz hev digirin?

“Gelo Xwedê bi Peresanê Her Cinsê Jiyanê Afirandiye?” (Meqaleya Înternetê)

Gelo jiyan hatiye afirandin, yan ew xwe bi xwe çêbûye? Lêkolîn bike ku qeyda fosîlan, yanî hestiyên kevn û lêkolînên zanistî çi dibêjin.

Destpêka Jiyanê – Pênc Pirsên Muhîm (broşûr)

a Ders 25 behsa mexseda Xwedê ya ji bo însanan dike.

b Di Kitêba Pîroz de, peyvên “cure” û “celeb” ji bo komeke mezin a tiştên bican û zindî tên gotin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne