DERS 21
Xebera Xêrê Çawa Tê Belavkirin?
Di wexteke nêzîk de, Yehowa wê bi destê Padîşahiya xwe hemû kul û derdan tune bike. Ev xebera xweş bihara dilan e, loma gerek her kes pê bihese. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku gerek ew vê xebera xweş ji her kesî re bibêjin! (Meta 28:19, 20). Gelo Şahidên Yehowa çawa li gor emrê wî hereket dikin?
1. Gotinên ji Meta 24:14 îro çawa tên cih?
Îsa Mesîh ji berê ve wisa gotibû: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn” (Meta 24:14). Şahidên Yehowa bi dil û can vê xebera xweş belav dikin. Em vê xebera xweş li seranserê dinyayê bi zêdetirî 1.000 zimanî belav dikin! Ji bo vî karê hêja ked û xîreteke pir mezin lazim e. Bêyî alîkariya Yehowa em nikarin karekî wisa mezin bikin.
2. Ji bo ku em xebera xêrê belav bikin, em çi dikin?
Em xebera xêrê li her dera ku însan lê hene belav dikin. Wek Mesîhiyên sedsala pêşîn, em jî xebera xêrê “mal bi mal” belav dikin (Karên Şandiyan 20:20). Bi vî awayî, em her sal bi milyonan kesan re xeber didin. Ji ber ku gelek kes ne her tim li malê ne, em xebera xêrê li gelek cihên umûmî jî belav dikin. Em tim li rê û fersendan digerin ku ji kesên din re behsa Yehowa û sozên wî bikin.
3. Belavkirina xebera xêrê mesûliyeta kê ye?
Mesûliyeta hemû Mesîhiyên heqîqî ev e ku xebera xêrê belav bikin. Em vê mesûliyeta xwe cidî digirin. Heta ku ji destê me tê, em vê xebera xweş belav dikin. Gelo çima? Çimkî em dizanin ku ev xebera xweş dikare jiyana însanan xelas bike (1. Tîmotêyos 4:16 bixwîne). Em ji bo vî karê hêja pereyan nastînin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “We belaş stand, belaş bidin” (Meta 10:7, 8). Rast e, gelek kes xebera xêrê qebûl nakin. Lê dîsa jî, em xebera xêrê bi dewamî belav dikin, çimkî ew qismekî îbadeta me ye û Yehowa bi vê yekê pir şa dibe.
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Şahidên Yehowa, ji bo ku xebera xêrê li her dera dinyayê belav bikin, gelo ew çi dikin? Û Yehowa çawa alî me dike?
Xebera xêrê li her dera dinyayê tê belavkirin: (A) Kosta Rîka, (B) Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, (C) Benîn, (D) Tayland, (E) Yap, (F) Swêd
4. Çi ji destê me tê em dikin ku xebera xêrê bigihînin însanan
Şahidên Yehowa xebera xêrê bi ked û xîreteke mezin li her derê belav dikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Şahidên Yehowa çi dikin ku xwe bigihînin însanan û ev yek li ser te çawa tesîr dike?
Meta 22:39 û Romayî 10:13-15 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Xizmeta me çawa nîşan dide ku em ji însanan hez dikin?
Yehowa li ser kesên ku xebera xêrê belav dikin, çi difikire? (Li ayeta 15an binêre.)
5. Em hevkarên Xwedê ne
Gelek serpêhatî nîşan didin ku Yehowa rêberiya belavkirina xebera xêrê dike. Mesela, li Zelandaya Nû birayekî bi navê Paul piştî nîvro mal bi mal digeriya û rastî jinikekê hat. Wê rojê, serê sibehê, jinikê ji Yehowa re dua kir û navê Yehowa Xwedê anî zimên. Ji bo ku ew Xwedê nas bike, wê ji Xwedê rica kir ku ew kesekî bişîne mala wê. Îcar Paul wisa dibêje: “Piştî sê saetan, ez hatim ber deriyê wê.”
1. Korîntî 3:6, 9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Serpêhatiya ji Zelandaya Nû çawa nîşan dide ku Yehowa rêberiya belavkirina xebera xêrê dike?
Karên Şandiyan 1:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima alîkariya Yehowa ji me re lazim e ku em xebera xêrê belav bikin?
Hêjayî gotinê ye
Her hefte, em di civîna Jiyan û Xizmetê de perwerdeyê distînin ku em çawa xebera xêrê belav bikin. Gelo tu qet carekê çûyî vê civînê? Te ji vê perwerdeyê çi eciband?
6. Em li gor emrê Xwedê xebera xêrê belav dikin
Di sedsala pêşîn de, dijminan hewl dida ku rê li ber şagirtên Îsa Mesîh bigirin ku ew xebera xêrê belav nekin. Lê, şagirtên Îsa Mesîh bi rêya qanûnê heqê belavkirina xebera xêrê diparast (Filîpî 1:7). Îro Şahidên Yehowa jî wisa dikin.a
Karên Şandiyan 5:27-42 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima em dev ji belavkirina xebera xêrê bernadin? (Li ayetên 29, 38 û 39an binêre.)
BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Xêr e, Şahidên Yehowa çima mal bi mal digerin?”
Teyê çi bigota?
BI ÇEND GOTINAN
Îsa Mesîh emir daye şagirtên xwe ku ew xebera xêrê li seranserê dinyayê belav bikin û Yehowa alî xizmetkarên xwe dike ku ew vî karî bikin.
Tu çi elimî?
Xebera xêrê li her dera dinyayê çawa tê belavkirin?
Belavkirina xebera xêrê çawa nîşan dide ku em ji însanan hez dikin?
Li gor nêrîna te, gelo karê belavkirina xebera xêrê dikare dilê me xweş bike?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Ka bibîne ku Şahidên Yehowa li bajarên mezin çawa xebera xêrê belav dikin.
Şahidên Yehowa çi dikin ku xebera xêrê bigihînin koçberan?
Xwişkeke me dibêje ku ew çawa ji belavkirina xebera xêrê kêfê distîne.
Serkeftinên li ber mehkemeyan rê li ber belavkirina xebera xêrê vedikin.
“Mizgînvanên Padîşahiyê Diçin Ber Mehkemeyê” (Padîşahiya Xwedê Hukim Dajo!, beş 13)
a Yehowa Xwedê wezîfeya belavkirina xebera xêrê daye me. Loma, ne hewce ye ku Şahidên Yehowa ji hukûmetan îznê bistînin ku vê xizmetê bikin.