KILAM 106
Hezkirinê bi Pêş Bixe
1. Çi qas xweş in sifetên Xwedê,
gerek em bala xwe bidinê.
Ji sifetên wî yên sereke
yê herî mezin hezkirin e.
Hunerên me çi qas pir bin jî,
muhîm e ku em bi dewamî
hezkirina xwe bi pêş bixin,
da ku em wek Yehowa bibin.
2. Bi saya hezkirina rastîn
di dilê me de namîne kîn.
Wek Îsa Mesîh nîşan dabû,
gerek em efû bikin hevdû.
Hezkirin sebra me hê zêde
û barê me siviktir dike.
Bila em vêya ji bîr nekin:
Tu car xelas nabe hezkirin!
(Li van ayetan jî binêre: Yûh. 21:17; 1. Kor. 13:13; Gal. 6:2)