KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w17 Nîsan r. 28-32
  • Bila Dilxwaziya Te Pesnê Yehowa Bide!

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bila Dilxwaziya Te Pesnê Yehowa Bide!
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • MIROV DIKARE ÇI BIDE XWEDÊ?
  • TIRS Û MÊRXASÎ
  • KESÊN DILXWAZ Û KESÊN NEDILXWAZ
  • “PESNÊ YEHOWA BIDIN”
  • Rêberekî Nû û Du Jinên Xurt
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
w17 Nîsan r. 28-32
Barak û zilamên tevî wî, pey Sîsera û ordiya wî dikevin

Bila Dilxwaziya Te Pesnê Yehowa Bide!

“Ji ber ku netewe ji dil xwe dan; XUDAN pîroz bikin!” (SER. 5:2).

KILAM: 84, 75

TU ÇIMA BAWER Î . . .

  • ku Yehowa ji kesên ku îşê wî îhmal dikin, razî nabe?

  • ku Yehowa qîmet dide xizmeta dilsoz a însanan, û wan xelat dike?

  • ku dilxwaziya te ji bo Yehowa muhîm e?

1, 2. a) Elîfaz û Bîldad der heqê xizmeta me ya li ber Xwedê de çi îdîa dikir? b) Yehowa fikrên xwe çawa eyan kir?

“MA MIROV dikare ji Xwedê re bi fêde be? [Bi] rastî, fêda zilamê baqil ji xwe re ye. Ma ger tu salih be, ji Yê ku hêza wî têra her tiştî dike re zewq e? An jî ger tu rêyên xwe bêqisûr bikî, qey bona wî qezencek e?” (Eyûb 22:1-3). Bi ya te, cewaba van pirsan çi ye? Gava Elîfazê Temanî ev pirs ji Eyûb pirsî, ew bêguman fikirî ku cewab “na” ye. Hevalê wî Bîldadê Şûahî jî îdîa kir ku mirov nikare li ber Xwedê salih bibe (Eyûb 25:4 bixwîne).

2 Wan hevalên sexte îdîa dikir ku xizmeta meye dilsoz ji bo Yehowa bêfeyde ye û ku qîmeta me li ber çavê Xwedê bi qasî qîmeta kêzik û kurman e (Eyûb 4:19; 25:6). Di serî de, dibe ku em bifikirin ku Elîfaz û Bîldad kesên nefsbiçûk bûn (Eyûb 22:29). Bi rastî jî, gava em ji serê çiyayekî bilind an jî ji pencereya teyareyekê dinêrin, mirov û şixulên wan pir biçûk û nemuhîm xuya dibin. Ma Yehowa li kesên ku li dinyayê şixulê Padîşahiyê dikin, wisa dinêre? Na! Yehowa ji Elîfaz, Bîldad û Sofar re pir bi hêrs bû, çimkî wan der heqê wî de derew kiribûn, lê ew ji Eyûb razî bû û ew wek “qûlê” xwe qebûl kir (Eyûb 42:7, 8). Belê, mirov dikare “ji Xwedê re bi fêde” bibe.

MIROV DIKARE ÇI BIDE XWEDÊ?

3. Elîhû der heqê xizmeta me ya ji bo Xwedê de çi got? Maneya gotinên wî çi ye?

3 Li gor Yehowa, eva pirsa Elîhû ne şaş bû: “Ger tu salih be, ya ku te dayiye wî [Xwedê] çî ye? An jî ya ku wî ji destê te ve stendiye çî ye?” (Eyûb 35:7). Gelo maneya gotinên Elîhû ev e ku xizmeta me ya ji bo Xwedê bêqîmet e? Na! Wî tenê got ku hewcedariya Yehowa bi îbadeta me tune. Yehowa tam e. Em nikarin wî hê dewlemendtir an hê xurttir bikin. Bi eslê xwe, me hemû qenciya xwe, qabiliyetên xwe û qeweta xwe ji Xwedê standine, û ew bala xwe dide ku em van îmkanan çawa bi kar tînin.

4. Çaxa em ji mirovan re qenciyê dikin, Yehowa vê çawa dibîne?

4 Yehowa qenciya ku em ji xwişk û birayên xwe re dikin wisa dibîne ku wekî me jê re kiriye. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yê ko arîkariya belengazan dike, deyin daye Xwedê; û Xwedê ji comerdiya xwe lê vedigerîne” (Methelokên Silêman 19:17, Methelokên Hezretê Silêman). Gelo maneya vê ev e ku Yehowa her qenciyê ku em ji belengazan re dikin, dibîne? Gelo ayet dibêje ku çaxa em qenciyê dikin, Afirandêrê kaînatê xwe wek deyndarê me hesab dike û li şûnê riza û bereketa xwe dide me? Belê, bi rastî wisa ye! Kurê Xwedê jî ev yek teyîd kiribû (Lûqa 14:13, 14 bixwîne).

5. Niha emê li ser kîjan pirsan şêwir bikin?

5 Yehowa Îşaya pêxember dawet kir ku ew bibe peyvdarê wî. Bi vî awayî, Yehowa nîşan da ku ew razî dibe çaxa mirov li gor mexseda wî jê re xizmet bikin (Îşa. 6:8-10). Îşaya daweta Xwedê bi dil û can qebûl kir. Îro jî bi hezaran kes daweta Yehowa qebûl dikin û wek Îşaya dibêjin: “A vay ez, min bişîne!” Çi qas zor be jî, ew hazir in ku ji bo xizmeta Xwedê her îşî bikin. Dîsa jî, dibe ku hinek wisa bipirsin: “Gelo xîreta şexsî bi rastî muhîm e? Xizmeta min bila hindik be an jî pir be, ma Yehowa mexseda xwe jixwe nayne cih?” Niha emê bibînin ku serpêhatiya Barak û Deborayê çawa cewaba van pirsan dide.

TIRS Û MÊRXASÎ

6. Di nav Îsraêlî û ordiya dijmin de çi ferq hebû?

6 Îsraêl 20 sal li bin destê Yabîn Padîşah bû. Gundî ji Kenaniyan ew qas ditirsiyan ku wan nedixwest ji malên xwe derkevin. Wekî din, çekên wan tune bûn – ne ji bo êrîşê ne jî ji bo parastinê. Lê dijmin xwediyê 900 erebeyên bi tirpanên hesin bû (Ser. 4:1-3, 13; 5:6-8).a

7, 8. a) Yehowa di serî de kîjan emir da Barak? b) Îsraêliyan çawa ordiya Yabîn mexlûb kir? (Li resmê ewilî binêre.)

7 Dîsa jî, Yehowa bi navgîniya Debora pêxember wisa emir da Barak: “Here û ji lawên Naftalî û ji lawên Zebûlûn deh hezar kesî bigire cem xwe û bikişîne çiyayê Teborê . . . Û ez ê Sîserayê serokê artêşa Yabîn û erebeyên wî yên cengê û leşkerên wî bikişînim çemê Kîşonê, cem te û ez ê wî bidim destê te” (Ser. 4:4-7).

8 Xeber zû belav bû û mirovên dilxwaz li çiyayê Teborê li hev top bûn. Barak hema emrên Yehowa anîn cih (Serweran 4:14-16 bixwîne). Di cenga mezin a Taanakê, baranekê ji nişka ve dest pê kir û erd kir herî. Barak heta Haroşetê da pey ordiya Sîsera – riyeke nêzikî 24 km. Ji ber ku erebeya Sîsera ket heriyê, wî dev ji erebeyê berda û peya reviya Tsaanannîmê li cem Kedeşê. Li wê derê, wî xwe avêt bextê jinikeke bi navê Yael. Sîsera pir betilî bû, û hema raza. Êdî wexta Yaelê hatibû: Bi mêrxasiyeke mezin, wê Sîsera kuşt (Ser. 4:17-21). Belê, dijminê Îsraêl hat mexlûb kirin!b

KESÊN DILXWAZ Û KESÊN NEDILXWAZ

9. Serweran 5:20, 21 der heqê cenga li hemberî Sîsera de kîjan teferûatan xuya dike?

9 Lazim e ku beşên 4 û 5an a kitêba Serweran bi hev re bên xwendin, çimkî di her du beşan de teferûatên muhîm hene. Mesela, Serweran 5:20, 21 wisa dibêje: “Stêrkan ji ezmanan ve cengê kirin, li dijî Sîsera ji destekên xwe ve cengê kirin. Çemê Kîşonê, ew çemê mezin, çemê Kîşonê wan maltin û birin.” Gelo ev ayet behsa alîkariya melekan an jî behsa barana meteorîtan dike? Em vê yekê nizanin, lê alîkariya Xwedê bi aşkerahî tê dîtin. Baraneke ecêb tam li wê derê û li wê wextê bariya û 900 erebeyên cengê bin av kirin. Belê, zafer ne aîdî 10.000 Îsraêliyên ku bi dilxwazî çûn cengê, lê wek di Serweran 4:14, 15 de sê caran tê gotin, aîdî Yehowa bû.

10, 11. “Meroz” çi ye û çima hat lanet kirin?

10 Piştî vê zafera mucîzewî, Barak û Deborayê kilameke ji bo pesnê Yehowa got. Di nava kilamê de, ev gotin derbas dibin: “Milyaketê XUDAN got: Naletê ji Meroz re bikin! Bi naletek giran naletê li gelê wî bikin! Ji ber ku nehatin alîkariya XUDAN, li dijî egîdan nehatin alîkariya XUDAN” (Ser. 5:23).

11 “Meroz” çi ye? Aşkera ye ku lanet ew qas bitesîr bû ku Meroz winda bû çû. Gelo Meroz navê bajarekî ye? Eger wisa ye, dibe ku mirovên vî bajarî nehatin gava Barak bangî mirovên dilxwaz kiribû. Ma wan bangê Yehowa nebihîstibû ku bila mirovên dilxwaz top bibin? Tiştekî wisa ne mimkun e, çimkî 10.000 mirovên wê herêmê ji bo cengê li hev top bûn. An jî, gelo xelkê Merozê Sîsera negirt gava ew direviya? Bîne ber çavê xwe ku ev şervanê zordar bi tenê ji kolanên Merozê derbas bû. Rewşeke wisa wê ji bo bipêşxistina mexseda Yehowa û standina bereketa wî fersendeke mezin bibûya. Gelo wan di wê bîskê de xemnexûrî kir û eleqeya xwe pê nekir? Tersî wan, Yael bi rastî pir mêrxas bû! (Ser. 5:24-27).

12. Serweran 5:9, 10 kîjan du cûre mirovan muqayese dike? Gerek em ji xwe çi bipirsin?

12 Li gor Serweran 5:9, 10, di nav kesên ku bi Barak re çûn û yên ku neçûn de ferqeke din jî hebû. Barak û Deborayê pesnê serokên Îsraêl da, çimkî ew bi dilxwazî tevî xelkê çûn. Ew ne wekî kesên ku neçûn cengê bûn, ên ku bi pozbilindî “li kerê sipî siwar dibin” û di dewlemendiyê de “li ser xalîçeyan rûdinin”. Tersî ewên ku bi kêfa xwe “di rê de dimeşin”, ên ku bi Barak re çûn hazir bûn ku li ser zinarên Teborê û li heriya newala Kîşonê şer bikin. Kesên ku neçûn, fersendeke mezin winda kir ku ew destek bidin mexseda Yehowa. Îro jî gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez bi dil û can ji Xwedê re xizmet dikim? Gelo ez hin fersendên xizmetê ji destê xwe direvînim?”

13. Eşîrên Rûben, Dan û Aşer ji eşîrên Zebûlûn û Naftalî çawa cuda bûn?

13 Ewên ku bi dilxwazî çûbûn cengê bi çavên xwe dît ku Yehowa serweriya xwe çawa bilind kir. Wan êdî dikaribûn bi coşî der heqê “karên XUDAN yên rast” de bipeyivin (Ser. 5:11). Ji aliyê din ve, li gor Serweran 5:15-17, aqlê eşîrên Rûben, Dan û Aşer ne li ser şixulê Yehowa, lê li ser kerî, gemî û benderên xwe – yanî li ser mal û milkê xwe – bû. Tersî wan, Zebûlûn û Naftalî ji bo destekkirina Barak û Deborayê canên xwe avêtibûn ber mirinê (Ser. 5:18). Ji vê serpêhatiyê, em der heqê xizmeta dilxwaz de çi dielimin?

“PESNÊ YEHOWA BIDIN”

14. Îro em çawa dikarin destek bidin serweriya Yehowa?

14 Îro em naçin cengê, lê dîsa jî gerek em di xebata belavkirina mizgînê de mêrxas bin. Di teşkîlata Yehowa de, mirovên dilxwaz niha pir lazim in. Bi milyonan xwişk, bira û ciwan bi dilxwazî di xizmeta tamrojî de dixebitin. Mesela, ew wek pêşeng, li Beytelê, wek karkerên dilxwaz ên avakirina Salonên Îbadetê û li civînên mezin dixebitin. Hin kalên civatê jî di heyetên hevkariya tevî nexweşxaneyan û di rêxistina civînên mezin de mesûliyetên mezin tînin cih. Bawer be ku Yehowa ji dilxwaziya te pir razî ye û xîreta te ji bîr nake (Îbr. 6:10).

Bira difikire ku eger ew xebata nû qebûl ke, wê çi axirî bîne, û loma qerar dike ku wê xebatê qebûl neke

Berî ku tu qerarekî bidî, rind bifikire ku civat û malbata te wê çawa tesîr bigirin (Li paragrafa 15an binêre)

15. Em çawa dikarin xwe kontrol bikin ka gelo em şixulê Xwedê bi xîret dikin an na?

15 Bila em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez her tim dixwazim ku îş bi zêdeyî ji aliyê xwişk û birayên din ve bê kirin? Gelo dilxwaziya min di bin siya menfaetên min ên madî de dimîne? Wek Barak, Debora, Yael û 10.000 mirovên dilxwaz, gelo ez jî her tiştî dikim ku ez emrê Yehowa bi bawerî û mêrxasî bînim cih? Eger ez seba şertên ekonomîk dixwazim herim xeribiyê, gelo ez bi navgîniya duayê rind fikirîme ku civat û malbata min wê çawa tesîr bigirin?”c

16. Yehowa qîmet dide çi?

16 Yehowa îzin dide ku em destek bidin serweriya wî, û me wisa rûmetdar dike. Şeytan mirovên pêşin xapandibû ku ew serê xwe li ber Yehowa rakin. Lê çaxa em destek didin serweriya Yehowa, em ji Şeytan re eyan dikin ku em di aliyê Xwedê de ne. Bawerî û dilsoziya me alî me dikin ku em bi dilxwazî ji Yehowa re xizmet bikin, û ev yek wî pir dilşad dike (Mtl. 23:15, 16). Dilsoziya me fersend dide Yehowa ku ew ji meydanxwestina Şeytan re cewab bide (Mtl. 27:11). Yehowa guhdariya me wek tiştekî biqîmet dibîne. Belê, çaxa em guh didin wî, ew pir dilşad dibe.

17. Serweran 5:31 der heqê dema bê de çi eyan dike?

17 Di demeke nêzik de, dinya wê bi kesên ku tenê serweriya Yehowa qebûl bikin tije be. Em çi qas bêriya vê rojê dikin! Wek Barak û Deborayê, em jî wisa dibêjin: “Ya XUDAN, bila hemû neyarên te bi wî awayî tune bibin; lê belê yên ku ji te hez dikin, bila bibin mîna roja ku di hêza te de derdikeve!” (Ser. 5:31). Gava Yehowa dinyaya xerab a Şeytan helak bike, ev gotin wê bên cih. Wexta ku cenga Harmagedonê dest pê bike, êdî wê ne lazim be ku mirovên dilxwaz li hemberî dijminan şer bikin. Wê çaxê emê bisekinin û xelaskirina Yehowa bibînin (2. Dîr. 20:17). Lê niha, gelek fersend hene ku em doza Yehowa bi mêrxasî û xîret bi pêş bixin.

18. Kesên din wê bi saya dilxwaziya te çi bikin?

18 Piştî zaferê, Barak û Deborayê bi vê kilamê pesnê Xwedê da: “Ji ber ku netewe ji dil xwe dan; XUDAN pîroz bikin!” (Ser. 5:1, 2). Bila her kesê ku ji dilxwaziya te feyde dibîne pesnê Yehowa bide!

a Tirpan, kêreke tûj, dirêj û carinan jî biqews e. Tirpanên erebeyan bi îhtimaleke mezin li ber tekeran dihat xistin. Bîne ber çavê xwe ku van erebeyan dijmin çi qas ditirsand!

b Ji bo teferûatên vê serpêhatiyê, li Birca Çavdêriyê ya 1 Tebax 2015, rûpelên 12 heta 15an binêre.

c Li meqaleya “Endîşeyên li ser Pere” di Birca Çavdêriyê ya 1 Tîrmeh 2015an de binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne