KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lmd ders 2
  • Sohbeta Xwe bi Xwezayî Dewam Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Sohbeta Xwe bi Xwezayî Dewam Bike
  • Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Filîpos Çi Kir?
  • Em Dikarin ji Filîpos Çi Bielimin?
  • Wek Filîpos Bike
  • Bi Kesên Din re Eleqedar Be
    Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Xebera Xêrê ya li ser Îsa Tê Belavkirin
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
  • Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Bi Armanca Mizgîndayînê Dest bi Sohbetan Bike
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
  • Gerek Tu Sohbetê Kengê Xelas Bikî?
    Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
Zêdetir Bibîne
Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
lmd ders 2

DEST BI SOHBETÊ BIKE

Zilamê Etyopiyayî di erebeya xwe de tomarekê dixwîne û Filîposê mizgînvan pê re sohbetê dike.

Karên Şandiyan 8:30, 31

DERS 2

Sohbeta Xwe bi Xwezayî Dewam Bike

Prensîp: “Gotina ku di cîhê xwe de tê gotin, çiqas xweşik e!” (Methelokên Silêman 15:23).

Filîpos Çi Kir?

Zilamê Etyopiyayî di erebeya xwe de tomarekê dixwîne û Filîposê mizgînvan pê re sohbetê dike.

VÎDEO: Filîpos bi Zilamekî Etyopiyayî re li ser Xebera Xêrê Xeber Dide

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Karên Şandiyan 8:30, 31 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1. Filîpos çawa dest bi sohbeta xwe kir?

  2. Çima em dikarin bibêjin ku Filîpos sohbeta xwe bi awayekî xwezayî dest pê kir? Û vê yekê çawa alî vî zilamî kir ku rastiyeke nû qebûl bike?

Em Dikarin ji Filîpos Çi Bielimin?

2. Eger em sohbeta xwe bi xwezayî dewam bikin, belkî kesê ku em pê re sohbetê dikin wê xwe li cem me rihet hîs bike û bixwaze guh bide xebera xêrê.

Wek Filîpos Bike

3. Baş bala xwe bidê. Ji hal û hereketên mirovan em dikarin li ser wan gelek tiştan bielimin. Mesela, em dikarin fehm bikin ka ew kes dixwaze bi me re sohbetê bike yan na. Tu dikarî bi destê vê pirsê bala wan bikişînî ser Kitêba Pîroz: “Gelo te bihîstiye ku …?” Eger ew kes nexwaze bi te re sohbetê bike, zorê lê neke.

4. Bisebir be. Nefikire ku tu mecbûr î bi ecele behsa Kitêba Pîroz bikî. Li benda wexteke minasib bisekine ku tu vêya bi awayekî xwezayî bikî. Carinan lazim e ku tu li benda sohbeteke din bimînî.

5. Hazir be ku xeberdana xwe eyar bikî. Carinan kesê ku tu pê re xeber didî dikare behsa mijareke din bike. Di halekî wisa de, hazir be ku tu li ser vê mijarê rastiyeke Kitêba Pîroz nîşanî wî bidî.

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Waiz 3:1, 7; 1. Kor. 9:22; 2. Kor. 2:17; Kol. 4:6

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne