KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Deviya ku Agir pê Ketibû
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Mûsa li ber deviya agirpêketî

      DERS 18

      Deviya ku Agir pê Ketibû

      Ev 40 sal bûn ku Mûsa li Mîdyanê dijiya. Ew zewicî bû û zarokên wî hebûn. Rojekê gava ew li nêzîkî Çiyayê Sînayê bû, wî tiştekî ecêb dît. Agir bi deviyekê ketibû, lê nedişewitî! Gava Mûsa xwest vê yekê ji nêzîk ve bibîne, wî ev deng ji nav deviyê bihîst: ‘Mûsa! Zêde nêzîk nebe. Çaroxên xwe ji lingên xwe derxe. Ji ber ku tu li ser erdekî pîroz disekinî.’ Yê ku ev tişt bi destê melekê xwe gotin Yehowa bû.

      Mûsa tirsiya û rûyê xwe nixumand. Dengê ji nav deviyê got: ‘Min êşa Îsraîliyan dît. Ezê wan ji destê Misriyan azad bikim û wan bibim welatekî bi xêr û bereket. Bi rêberiya te, ezê miletê xwe ji Misrê derxim.’ Gava Mûsa ev gotin bihîstin, bê guman ew şaş ma!

      Mûsa pirsî: ‘Eger milet ji min bipirse kê ez şandime, ez ji wan re çi bêjim?’ Xwedê lê vegerand: ‘Ji wan re bêje ku Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb Yehowa ez şandime ba we.’ Mûsa got: ‘Eger milet guh nede min, ez çi bikim?’ Yehowa îsbatek da Mûsa ku ewê alî wî bike. Wî ji Mûsa re got bila ew gopalê xwe bavêje erdê. Dema ku gopal ket erdê bû mar! Çaxê Mûsa bi dûvika wî girt, mar dîsa bû gopal. Yehowa got: ‘Gava tu vê mucîzeyê bikî, ev yek wê îsbat bike ku min tu şandiye.’

      Mûsa got: ‘Ez nizanim baş xeber bidim.’ Yehowa soz da wî: ‘Ezê ji te re bêjim ku tuyê çi bêjî. Wekî din, ezê birayê te Harûn bişînim ku alî te bike.’ Mûsa fehm kir ku Yehowa bi wî re ye. Loma wî jina xwe û zarokên xwe bi xwe re birin û çûn Misrê.

      “Xeman nexwin ka hûnê çi bibêjin û çi nebêjin. Wê demê hûnê bizanin ku gerek hûn çi bibêjin” (Meta 10:19).

      Pirs: Wexta ku Mûsa li ber pez bû, wî çi dît? Yehowa ji Mûsa çi xwest?

      2. Mûsa 3:1–4:20; Karên Şandiyan 7:30-36

  • Sê Belayên Pêşîn
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Mûsa û Harûn li ber Fîrawûn sekinî ne

      DERS 19

      Sê Belayên Pêşîn

      Îsraîlî kole bûn û karên pir zehmet dikirin. Yehowa Mûsa û Harûn şandin cem Fîrawûn ku vê xeberê bidin wî: ‘Xelkê min berde ku here çolê ji min re îbadetê bike.’ Fîrawûn bi pozbilindî got: ‘Yehowa çi dibêje ne xema min e. Ez îznê nadim ku Îsraîlî herin.’ Piştre Fîrawûn zêdetir tehde li Îsraîliyan kir ku ew karên hê girantir bikin. Yehowa xwest dersekê bide Fîrawûn. Tu dizanî çawa? Wî Deh Bela anîn ser Misrê. Yehowa ji Mûsa re got: ‘Fîrawûn guh nade min. Serê sibê ewê li ber Çemê Nîlê be. Here cem wî û ji wî re bêje ku ji ber ku ew xelkê min bernade hemû ava di Nîlê de wê bibe xwîn.’ Mûsa guh da Xwedê û çû ba Fîrawûn. Harûn li ber çavê Fîrawûn gopalê xwe li Nîlê xist û çem bû xwîn. Bêhna genî ket çem, masiyên tê de mirin û Misriyan êdî nikaribû ji ava çemê Nîlê vexwara. Dîsa jî Fîrawûn îzin neda ku Îsraîlî herin.

      Piştî heft rojan, Yehowa Mûsa dîsa şand ba Fîrawûn ku ji wî re bibêje: ‘Eger tu xelkê min bernedî, Misir wê bi beqan ve tije bibe.’ Lê Fîrawûn nehişt ku Îsraîlî herin. Loma Harûn gopalê xwe bilind kir û li welatê Misrê li her derê beq belav bûn. Beq ketin nav malên wan, nivînên wan û teştên wan ên xwarinê. Li her derê beq hebûn! Fîrawûn ji Mûsa re got: ‘Ji Yehowa rica bike ku ew vê belayê bisekinîne.’ Vê carê Fîrawûn soz da ku ewê îznê bide ku Îsraîlî herin. Loma Yehowa ev bela sekinand. Misriyan beqên mirî li ser hev kom kirin. Bêhna genî ji welatê wan hat. Lê dîsa jî Fîrawûn îzin neda ku ew herin.

      Dûre Yehowa ji Mûsa re got: ‘Bila Harûn gopalê xwe li erdê bixe. Ax wê bibe pêşû yanî kelmêşên biçûk.’ Ji nişka ve li her derê kelmêş hebûn. Ji zilamên Fîrawûn hinekan ji wî re got: ‘Ev bela ji Xwedê tê.’ Lê Fîrawûn dîsa jî îzin neda ku Îsraîlî biçin.

      Ji deh belayên li Misrê sisê ev bûn: Xwîna di Çemê Nîlê de, beq û pêşû

      “Ezê vê carê hêza destê xwe bi wan bidim nasîn. Qeweta xwe bi wan bidim zanîn. Wî çaxî wê bizanibin ku navê min” Yehowa ye (Yêremya 16:21).

      Pirs: Her sê belayên pêşîn çi bûn? Yehowa çima ev bela anîn ser Misrê?

      2. Mûsa 5:1-18; 7:8–8:19; Nehemya 9:9, 10

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne