KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 23 r. 60-r. 61 p. 4
  • Wan Sozek Da Yehowa

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Wan Sozek Da Yehowa
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Wan Soza Xwe Negirt
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Deviya ku Agir pê Ketibû
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 23 r. 60-r. 61 p. 4
Îsraîlî li ber Çiyayê Sînayê sekinî ne

DERS 23

Wan Sozek Da Yehowa

Piştî derketina ji Misrê teqrîben du meh derbas bûn. Îsraîlî gihîştin Çiyayê Sînayê û li wir konên xwe vegirtin. Yehowa gazî Mûsa kir û Mûsa hilkişiya ser çiyê. Xwedê ji wî re got: ‘Min Îsraîlî xelas kirin. Eger ew guh bidin min û emrên min bînin cih, ewê bibin xelkê min ê xisûsî.’ Mûsa ji çiyê daket û ev gotinên Yehowa ji Îsraîliyan re gotin. Cewaba wan çi bû? Wan got: ‘Her tiştê ku Yehowa ji me re dibêje emê bikin.’

Mûsa dîsa hilkişiya ser çiyê. Li wir Yehowa got: ‘Di roja sisêyan de ezê bi te re bipeyivim. Îsraîliyan hişyar bike ku ew hilnekişin ser Çiyayê Sînayê.’ Mûsa ji çiyê daket û ji Îsraîliyan re got gerek ew guh bidin gotinên Yehowa.

Îsraîlî ewrekî tarî û birûskê li ser Çiyayê Sînayê dibînin

Piştî sê rojan Îsraîliyan ewrekî tarî û birûsk li ser çiyê dîtin. Wan şirqîna birûskan û dengê boriyê bihîstin. Dûre Yehowa di nav êgir de daket ser çiyê. Îsraîlî ji tirsan ricifîn. Çiya hejiya û di nav dûmanê de ma. Dengê boriyê her ku diçû bilindtir dibû. Piştre Xwedê got: ‘Ez Yehowa me. Ji min pê ve gerek hûn ji tu îlahekî din re îbadetê nekin.’

Mûsa dîsa derket ser çiyê. Li wir Yehowa emrên xwe dan wî. Van emiran nîşan dida ku Îsraîlî gerek çawa ji Xwedê re îbadetê bikin û bijîn. Mûsa ev emir nivîsandin û ji Îsraîliyan re xwendin. Wan soz da: ‘Her tiştê ku Yehowa ji me re dibêje emê bikin.’ Belê, wan sozek da Xwedê. Gelo ew li ser vê soza xwe sekinîn?

“Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe û bi temamiya hişê xwe hez bikî” (Meta 22:37).

Pirs: Li Çiyayê Sînayê çi çêbû? Îsraîliyan soz da ku ewê çi bikin?

2. Mûsa 19:1–20:21; 24:1-8; 5. Mûsa 7:6-9; Nehemya 9:13, 14

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne