-
Wan Soza Xwe NegirtDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 24
Wan Soza Xwe Negirt
Yehowa ji Mûsa re got: ‘Were ser çiyê. Ezê emrên xwe li ser lewheyên kevirîn binivîsim û wan bidim te.’ Mûsa hilkişiya ser çiyê. Ew 40 roj û 40 şevan li wir ma. Gava ew li ser çiyê bû, Yehowa Deh Emir li ser du lewheyên kevirîn nivîsandin û dan Mûsa.
Piştî demekê Îsraîlî fikirîn ku Mûsa ew terk kirine. Wan ji Harûn re got: ‘Em dixwazin ku kesek rêberiya me bike. Ji me re îlahekî çêke!’ Harûn got: ‘Zêrên xwe ji min re bînin.’ Wî ev zêr helandin û golikek çêkir. Xelkê got: ‘Ev golik îlahê me ye. Wî em ji Misrê derxistine!’ Îsraîliyan dest bi îbadeta golikê zêrîn kir û cejnek çêkir. Gelo ev tiştê ku wan kir rast bû? Na, ji ber ku Îsraîliyan soz dabû ewê tenê ji Yehowa re îbadetê bikin. Lê niha wan ev soza xwe xera kir.
Yehowa dît ku çi qewimîbû. Wî ji Mûsa re got: ‘Dakeve cem xelkê. Ew bi ya min nakin û ji îlahekî sexte re îbadetê dikin.’ Mûsa ji çiyê daket û her du lewhe di destên wî de bûn.
Gava Mûsa nêzîkî cihê ku xelk lê dima bû, wî bihîst ku wan stran digotin. Wî dît ku ew direqisîn û wan serên xwe li ber golik xwar dikirin. Mûsa pir qehirî. Wî her du lewhe avêtin ser erdê û ew parçe parçe bûn. Wî di cih de golikê zêrîn şewitand, pelçiqand û tune kir. Paşê wî ji Harûn pirsî: ‘Vî miletî çawa tu razî kirî ku tu vê qebehetê bikî?’ Harûn got: ‘Neqehire. Tu dizanî ev mirov çawa ne. Wan îlahek xwest, min jî zêrên wan avêtin nav êgir û ev golik derket!’ Gerek Harûn ev yek nekira. Mûsa dîsa derket ser çiyê û ji Yehowa lava kir ku ew xelkê xwe efû bike.
Yehowa kesên ku hazir bûn guh bidin wî efû kirin. Ji bo Îsraîliyan pir muhîm bû ku ew guh bidin rêberiya Mûsa. Gelo te fehm kir çima?
“Gava tu ji Xwedê re soz didî, bi derengî nekeve. Çimkî yên bêaqil ne bi dilê wî ne. Soza xwe pêk bîne” (Waiz 5:4).
-
-
Konê ÎbadetêDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 25
Konê Îbadetê
Gava Mûsa li ser Çiyayê Sînayê bû, Yehowa ji wî re got ku gerek ew konekî xisûsî çêkin: Konê îbadetê. Wexta ku Îsraîlî derbasî cihekî din dibûn, wan dikaribû konê îbadetê bi xwe re bibin.
Yehowa got: ‘Ji xelkê min re bêje ku çi ji destê wan tê bila ew ji bo çêkirina konê îbadetê bidin.’ Îsraîliyan zêr, zîv, tûnc yanî sifir, kevir û cewherên biqîmet anîn. Wan hirî, kitan, çermên heywanan û gelek tiştên din jî anîn. Îsraîlî ew qas comerd bûn ku Mûsa ji wan re got: ‘Tiştê ku we daye bes e! Êdî tiştekî din neynin.’
Gelek jin û mêrên jêhatî di karê çêkirina konê îbadetê de alîkarî dikir. Yehowa ew ji bo vî karî kirin kesên zana. Hinekan rîs an qumaş çêdikirin an jî ew dineqişandin. Kesên din jî kevir bi cih dikirin, li ser zêr dişixulîn an textik dixeritandin.
Îsraîliyan konê îbadetê tam wek ku Yehowa gotibû çêkir. Wan perdeyeke xweşik çêkir ku konê îbadetê bikin du qisim: Cihê Pîroz û Cihê Herî Pîroz. Di Cihê Herî Pîroz de sindoqa peymanê hebû. Ev sindoq ji dara aqasyayê û zêr hatibû çêkirin. Di Cihê Pîroz de şamdanka zêrîn, mase û qurbangeha bixûrê hebûn. Di hewşê de hewzeke sifirîn û qurbangeheke mezin hebûn. Sindoqa peymanê soza ku Îsraîliyan dabû Xwedê dianî bîra wan. Wan soz dabû ku ewê guh bidin Yehowa. Gelo tu dizanî peyman çi ye? Peyman sozeke xisûsî ye.
Yehowa Harûn û kurên wî ji bo xizmeta di konê îbadetê de kirin kahîn. Lazim bû ku ew bala xwe bidin konê îbadetê û li wir qurbanan ji Yehowa re pêşkêş bikin. Tenê îzna serokkahîn Harûn hebû ku salê carekê têkeve Cihê Herî Pîroz. Li wir wî ji bo gunehên xwe û malbata xwe û gunehên miletê Îsraîl qurbanek pêşkêş dikir.
Îsraîliyan konê îbadetê salekê piştî derketina ji Misrê xelas kir. Êdî cihekî wan hebû ku ew tê de ji Yehowa re îbadetê bikin.
Yehowa nîşan da ku wî konê îbadetê eciband û wî ewrek di ser wê re da xuyakirin. Heta ku ewr di ser konê îbadetê re bû, Îsraîlî li cihê xwe diman. Lê gava ewr bilind dibû, wan fehm dikir ku gerek ew ji wir biçin. Îcar wan konê îbadetê dida hev û li dû ewr diçûn.
“Min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: ‘Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye û ew bi xwe wê bi wan re bijî. Ewê gelên wî bin û Xwedê bi xwe wê bi wan re be û Xwedayê wan be’” (Peyxam 21:3, Mizgînî).
-