DERS 29
Yehowa Yêşû Kir Rêberê Nû
Mûsa gelek salan rêberiya miletê Îsraîl kir. Ew nêzîkî dawiya emrê xwe bû. Yehowa ji wî re got: ‘Kesê ku wê Îsraîliyan bibe Welatê Sozdayî ne tu yî. Lê ezê îznê bidim ku tu wî welatî bibînî.’ Mûsa ji Yehowa xwest ku ew kesekî din bike rêberê xelkê xwe. Yehowa ji wî re got: ‘Here cem Yêşû û ji wî re bêje ku ezê wî bikim rêberê nû.’
Mûsa ji milet re got ku ewê di demeke nêzîk de bimire û ji ber vê yekê, Yehowa Yêşû hilbijartiye ku ew wan bibe Welatê Sozdayî. Piştre Mûsa ji Yêşû re got: ‘Netirse. Yehowa wê alî te bike.’ Piştî demekê Mûsa hilkişiya serê Çiyayê Neboyê. Li wir Yehowa welatê ku wî soz dabû Birahîm, Îshaq û Aqûb nîşanî Mûsa da. Mûsa wexta ku mir 120 salî bû.
Yehowa ji Yêşû re got: ‘Ji Çemê Urdunê derbas bibin û têkevin welatê Kenanê. Wek ku min alî Mûsa dikir, ezê alî te jî bikim. Gerek hûn her roj Qanûna min bixwînin. Netirsin. Xurt bin. Herin û her tiştê ku min li we emir kiriye bikin.’
Yêşû du zilam şandin ku li ser bajarê Erîhayê lêkolînê bikin. Di dersa din de emê li ser tiştên ku li wir qewimîn zêde bielimin. Gava ew vegeriyan, wan got ku niha wexteke minasib e ku ew têkevin welatê Kenanê. Roja din Yêşû ji milet re got konên xwe bidin hev. Piştre wî kahîn şandin ku sindoqa peymanê rakin û li pêşiya wan herin Çemê Urdunê. Ava çem bilind bû. Lê gava lingên kahînan li avê ket, çem sekinî û av çû! Kahîn heta nîvê çem meşiyan û li wir sekinîn. Heta ku miletê Îsraîl derbasî aliyê din bû, kahîn li cihê xwe sekinî man. Tu çi difikirî: Gelo vê mucîzeyê mucîzeya ku Yehowa li Behra Sor çêkiribû anî bîra wan?
Piştî ew qas salan Îsraîlî li Welatê Sozdayî bûn. Êdî wan dikaribû xanî û bajaran ava bikin. Wan dikaribû zevî, rez û darên fêkiyan biçînin. Ev der ew qas xweş bû ku jê re “welatê ku şîr û hingiv jê diherike” dihat gotin.
Yehowa wê “hergav rê nîşanî we bide, li erdên ziwa canê we têr bike” (Îşaya 58:11).