-
“Padîşahê Bakur” di Dema Dawiyê deBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Gulan
-
-
MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 19
“Padîşahê Bakur” di Dema Dawiyê de
“Di wexta dawiyê de dê qiralê başûrê bi wî [padîşahê bakur] re şer bike” (DAN. 11:40).
KILAM 150 Xwe li Xwedê Bigire ku Xilaz bî
PÊŞGOTINa
1. Pêxemberiyên Kitêba Pîroz çi eyan dikin?
DI DEMEKE nêzik de, çi wê bê serê xizmetkarên Yehowa? Pêxemberiyên Kitêba Pîroz – yanî gotinên Kitêba Pîroz ên ku nîşan didin ku çi wê biqewime – bi zelalî eşkere dikin ku kîjan bûyerên mezin wê li ser me tesîr bikin. Bi xisûsî beşa 11an a kitêba Danîêl nîşanî me dide ku hin hikumdariyên xurt wê çi bikin. Ev pêxemberî behsa tarîxa du padişahan dike – padîşahê bakur û padîşahê başûr – yên ku dijminên hev in. Gelek qismên vê pêxemberiyê jixwe hatine cih, û em dikarin bawer bin ku qismên din jî wê bên cih.
2. Wek 1. Mûsa 3:15, Peyxam 11:7 û 12:17 nîşan didin, gerek em çi ji bîr nekin gava em pêxemberiya Danîêl lêkolîn dikin?
2 Ji bo ku em gotinên beşa 11an a kitêba Danîêl fehm bikin, gerek em ji bîr nekin ku ew tenê behsa wan hikumdar û hikumdariyan dike, yên ku rasterast li ser xizmetkarên Xwedê tesîr dikin. Xizmetkarên Xwedê li gor nifûsa dinyayê her çi qas hindik bin jî, ew gelek caran rastî zilmê tên. Gelo çima? Çimkî armanca sereke ya Îblîs û dinyaya wî ev e ku xizmetkarên Yehowa û Îsa tune bike (1. Mûsa 3:15 û Peyxam 11:7; 12:17 bixwîne). Ji xeynî vê, lazim e ku gotinên Danîêl bi pêxemberiyên din ên Kitêba Pîroz ve hevgirtî be. Eger em qismên din ên Kitêba Pîroz nekin hesabê, emê nikaribin pêxemberiya Danîêl rast fehm bikin.
3. Li vê meqaleyê û li meqaleya bê, emê li çi binêrin?
3 Li vê meqaleyê, emê Danîêl 11:25-39 lêkolîn bikin. Emê bibînin ku padîşahê bakur û padîşahê başûr ji sala 1870yî heta sala 1991ê kî bûn, û emê bibînin ku gerek em hin gotinên vê pêxemberiyê çima bi awayekî din fehm bikin. Li meqaleya bê, emê Danîêl 11:40–12:1 lêkolîn bikin û bibînin ku ev para pêxemberiyê di heqê dema ji 1991ê heta cenga Harmegedonê de çi nîşan dide. Gava tu van du meqaleyan lêkolîn dikî, wê baş be ku tu li cedwela “Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de” binêrî. Serê pêşîn, gerek em tê derxin ku padîşahên ku li vê pêxemberiyê derbas dibin kî ne.
PADÎŞAHÊ BAKUR Û PADÎŞAHÊ BAŞÛR KÎ NE?
4. Ji bo ku em fehm bikin ku padîşahê bakur û padîşahê başûr kî ne, gerek em kîjan nuqteyan bikin hesabê?
4 Di serî de, hikumdariyên li bakur û başûrê welatê Îsraêl wek “padîşahê bakur” û “padîşahê başûr” dihatin bi nav kirin. Em vêya ji ku dizanin? Melekê ku ev xeber ji Danîêl re digihand, wisa got: “Niha ez hatim ku, ka dê di rojê dawîn de çi bê serê netewa te ez ji te re bibêjim” (Dan. 10:14). Heta roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M., miletê Îsraêl ‘neteweya’ Xwedê bû. Lê belê, ji wê demê û pê ve, Yehowa nîşan da ku wî êdî şagirtên Îsa yên dilsoz wek ‘neteweya’ xwe didît. Loma, pêxemberiya li beşa 11an a kitêba Danîêl bi zêdeyî ne bi miletê Îsraêl ve, lê bi şagirtên Îsa ve girêdayî ye (Kar. 2:1-4; Rom. 9:6-8; Gal. 6:15, 16). Wekî din, cure cure hikumdarî bi zeman re bûn padîşahê bakur û padîşahê başûr. Lê ji hin aliyan ve, ew gişt wek hev bûn. A yekê, tesîra van padîşahan a li ser xizmetkarên Xwedê mezin bû. A diduyan, ev yek ku wan li xizmetkarên Xwedê çawa muemele dikir nîşan dide ku wan ji Yehowa nefret dikir. A sisêyan jî, van du padîşahan li dijî hev reqabet dikir.
5. Gelo em dikarin bizanibin ku ji sedsala diduyan heta dawiya sedsala 19an, padîşahê bakur û padîşahê başûr kî bûn?
5 Li sedsala diduyan a P.M., civata şagirtên Îsa hêdî hêdî bi Mesîhiyên sexte ve tije bû, yên ku fikrên sexte qebûl dikirin û rastiyên Peyva Xwedê vedişartin. Ji wê wextê heta dawiya sedsala 19an, li rûyê erdê teşkîlateke Xwedê tune bû. Mesîhiyên sexte wek zîwan pir bûn. Loma pir zor bû ku mirov tê derxe ku kî bi rastî şagirtên Îsa ne (Met. 13:36-43). Ev nuqte çima muhîm e? Ev yek nîşan dide ku gotinên Kitêba Pîroz ên di heqê padîşahê bakur û padîşahê başûr de behsa hikumdar yan hikumdariyên ku ji sedsala diduyan heta dawiya sedsala 19an hikum ajotibû, nakin. Li wan sedsalan, teşkîlata xizmetkarên Xwedê tunebû, loma van hikumdar yan hikumdariyan wê nikaribûya hicûmî wan bikira.b Lê belê, nêzikî dawiya sedsala 19an, padîşahê bakur û padîşahê başûr ji nû ve derketin meydanê. Em vêya ji ku dizanin?
6. Xizmetkarên Xwedê kengê ji nû ve organîze bûn?
6 Ji sala 1870yî û pê ve, xizmetkarên Xwedê hêdî hêdî wek komek organîze bûn. Li wê salê, Charles Russell û hevalên wî komeke ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz saz kir. Bi vî awayî, birayê Russel û hevalên wî bûn “xeberbêjê” ku berî sazbûna Padîşahiya Xwedê rê hazir kiribû (Malx. 3:1, WDN). Belê, teşkîlata xizmetkarên Xwedê ji nû ve derketibû meydanê! Li wê demê, gelo kîjan hikumdariyan li ser xizmetkarên Xwedê tesîr dikir? Niha emê cewaba vê pirsê bibînin.
PADÎŞAHIYA BAŞÛR KÎ YE?
7. Heta sala 1917an, padîşahê başûr kî bû?
7 Di sala 1870yî de, Brîtanya êdî împaratoriya herî mezin bû, û ordiya wê ordiya herî xurt bû. Ev împaratorî wek striyekî biçûk dihat temsîl kirin, ê ku sê striyên din – Fransa, Spanya û Holenda – mexlûb kiribûn (Dan. 7:7, 8). Heta sala 1917an, Brîtanya padîşahê başûr bû. Lê belê ji wê demê û pê ve, Amerîka – ya ku êdî bû welatê herî dewlemend – û Brîtanya êdî pir nêzikî hev bûn.
8. Padîşahê başûr niha kî ye?
8 Li dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peymaneke leşkerî danî. Bi wî awayî, ev du welat êdî bûn Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê. Wek Danîêl ji berê de gotibû, vî padîşahî ji xwe re ordiyeke xurt ava kir (Dan. 11:25). Di temamiya rojên dawîn de, hevalbendiya Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rola padîşahê başûr lîstiye.c Lê gelo padîşahê bakur kî ye?
PADÎŞAHÊ BAKUR JI NÛ VE DERDIKEVE MEYDANÊ
9. Padîşahê bakur kengê ji nû ve derket meydanê, û Danîêl 11:25 çawa hat cih?
9 Di sala 1871ê de, salek piştî ku Russel û hevalên wî komeke ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz saz kiribû, padîşahê bakur ji nû ve derket meydanê. Wê salê, Împaratoriya Almanî bi destê Otto von Bismarck hat saz kirin. Padîşahê Prûsyayê Wilhelm I bû qeyserê pêşîn, û wî Bismarck wek serokwezîr tayîn kir.d Li salên piştî vê, Almanya gelek welatên li Afrîkayê û li Okyanûsa Pasîfîk bindest kirin û ji Brîtanyayê re bû reqîb (Danîêl 11:25 bixwîne). Piştî Brîtanyayê, ordiya Almanyayê bû ordiya herî mezin. Li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Almanyayê bi vê ordiyê hicumî dijminên xwe kir.
10. Danîêl 11:25b, 26 çawa hat cih?
10 Danîêl nîşan dabû ku çi wê bê serê Împaratoriya Almanî û ordiyên wê. Wî gotibû ku padîşahê bakur wê nikaribe ser piyan bisekine. Gelo çima? Kitêba Danîêl wisa dibêje: “Ji ber ku dê li dijî wî dek û dolaban deynin. Yên xwarina wî yî xweşik xwarine jî wî bişikînin” (Dan. 11:25b, 26a). Li rojên Danîêl, di nav ên ku “xwarinên xweşik” ên padîşah dixwarin de, memûrên padîşah hebûn (Dan. 1:5). Pêxemberî behsa hin fermandar, şêwirmend û memûrên qeyserê Almanyayê dike. Seba kirinên van kesan, qudreta padîşah sist bû. Di netîceyê de, padîşahî hat betal kirin, û hikumdariyeke din hat saz kirin.e Ji xeynî ketina împaratoriyê, pêxemberî ji berê de gotibû ku netîceya şerê bi padîşahê başûr re wê çi bibe. Pêxemberî di heqê padîşahê bakur de wisa dibêje: “Dê artêşa wî belav bibe û gellekan dê bên lêxistin û bikevin” (Dan. 11:26b). Bi rastî jî wisa bû. Li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, ordiya Alman ‘belav bû’ û ‘hat lêxistin û ket’. Di vî şerî de, ji hemû şerên berê zêdetir însan hatin kuştin.
11. Padîşahê bakur û padîşahê başûr çi kir?
11 Danîêl 11:27, 28 behsa dema berî Şerê Cîhanî yê Yekemîn dike. Di van ayetan de hatibû gotin ku padîşahê bakur û padîşahê başûr wê “di sifreyekê de derewan bibêjin”. Wekî din, van ayetan gotibû ku padîşahê bakur wê “gellekî malan” bi dest bixe. Bi rastî jî wisa bû. Almanya û Brîtanyayê ji hev re got ku ew aştiyê dixwazin, lê gava şer di sala 1914an de dest pê kir, eşkere bû ku gotinên wan gişt derew bûn. Ji xeynî vê, li salên berî sala 1914an, Almanya êdî pir dewlemend bûbû. Ji aliyê ekonomîk ve, Almanya bû welatê diduyan ê hemû dinyayê. Paşê, wek Danîêl 11:29, 30a nîşan dabû, Almanyayê bi padîşahê başûr re şer kir, lê ew mexlûb bû.
HER DU PADÎŞAH LI DIJÎ XIZMETKARÊN XWEDÊ ŞER DIKIN
12. Li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, padîşahê bakur û padîşahê başûr çi kir?
12 Ji sala 1914an û pê ve, padîşahê bakur û padîşahê başûr hem li dijî hev hem jî li dijî xizmetkarên Xwedê zêdetir şer kiriye. Mesela, li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, hem hikumeta Almanyayê hem jî hikumeta Brîtanyayê zilm li xizmetkarên Xwedê kir ji ber ku wan xizmeta leşkerî nedikir. Hikumeta DYA jî birayên ku rêberiya îşê belavkirina mizgînê dikir, avêtin hebsê. Peyxam 11:7-10 ji berê de behsa vê zilmê kiribû.
13. Li salên 1930yan û li Şerê Cîhanî yê Duyemîn, padîşahê bakur çi kir?
13 Paşê, li salên 1930yan û bi xisûsî li dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn, padîşahê bakur bi zalimî hicûmî xizmetkarên Xwedê kir. Piştî ku partiya Naziyan desthilatiya li ser Almanyayê bi dest xistibû, Hitler û alîgirên wî îşê xizmetkarên Xwedê qedexe kir. Wan bi sedan Şahidên Yehowa kuştin û bi hezaran kes şandin kampan. Ev bûyer ji berê de di kitêba Danîêl de hatibû gotin. Padîşahê bakur îşê belavkirina mizgînê qedexe kir û bi vî awayî ‘perestgeh xera kir’ û ‘pêşkêşiya ku her tim tê şewitandin rakir’ (Dan. 11:30b, 31a). Bi ser de, Hitler sond xwar ku ewê xizmetkarên Xwedê li Almanyayê ji holê rake.
WELATEKÎ DIN DIBE PADÎŞAHÊ BAKUR
14. Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, kî bû padîşahê bakur?
14 Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, Yekîtiya Komarên Sovyet bû padîşahê bakur. Gelek erdên ku aîdî Almanyayê bûn êdî ketin destê Yekîtiya Komarên Sovyet. Wek Naziyan, Yekîtiya Komarên Sovyet jî li her kesê ku ji dewletê zêdetir guh dida Xwedê, zilm dikir.
15. Piştî dawiya Şerê Cîhanî yê Duyemîn, padîşahê bakur çi kir?
15 Piştî dawiya Şerê Cîhanî yê Duyemîn, pir wext derbas nebû ku padîşahê bakur ê nû – yanî Yekîtiya Komarên Sovyet û hevalbendên wê – hicûmî xizmetkarên Xwedê kir. Wek Peyxam 12:15-17 ji berê de gotibû, ev zilm “wek çem” bû. Padîşahê bakur îşê belavkirina mizgînê qedexe kir û bi hezaran Şahidên Yehowa şandin sirgûnê. Ji bo ku îşê xizmetkarên Xwedê bide sekinandin, padîşahê bakur di temamiya rojên dawîn de dev ji zilmkirinê bernedaye, lê dîsa jî bi ser neketiye.f
16. Yekîtiya Komarên Sovyet gotinên Danîêl 11:37-39 çawa anîn cih?
16 Danîêl 11:37-39 (bixwîne) ji berê de gotibû ku padîşahê bakur wê “ji îlahên bapîrê xwe re ... hurmetê neke”. Ev pêxemberî çawa hat cih? Yekîtiya Komarên Sovyet hewl dida ku bandora dîn û baweriyan bişikîne. Ji bo vê, hikumeta Sovyet di sala 1918an de qanûnek derxistibû ku li mekteban, ateîzm gerek bê hîn kirin. Gelo vî padîşahê bakur çawa li şûna îlahên berê hurmet dida “îlahê bircan”? Ji bo ku xwe bişidîne, Yekîtiya Komarên Sovyet ji bo avakirina ordiya xwe û ji bo çêkirina hezaran çekên nûkleer pir pere xerc kir. Çekên padîşahê bakur û padîşahê başûr ew qas pir bûn ku wanê bikaribûya bi milyaran însan bikuştana.
DU PADÎŞAH HEVKARIYÊ DIKIN
17. “Tiştê mekrûh yê ku xera dike” çi ye?
17 Padîşahê bakur di yek warî de piştgiriya padîşahê başûr kiriye: Wan bi hev re “tiştê mekrûh yê ku xera dike” ava kir (Dan. 11:31). Ev “tiştê mekrûh”, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye.
18. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî çima wek “tiştê mekrûh” tê bi nav kirin?
18 Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wek “tiştê mekrûh” tê bi nav kirin ji ber ku ew dibêje ku ew dikare aştiyê bîne dinyayê, lê bi eslê xwe, tenê Padîşahiya Xwedê dikare vêya bike. Wekî din, ev yek ku “tiştê mekrûh ... xera dike” tê maneya ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wê hemû dînên sexte ji holê rake (li cedwela “Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de” binêre).
TARÎX ÇI RÊYÎ ME DIDE?
19-20. (a) Tarîx çi rêyî me dide? (b) Li meqaleya bê, emê cewaba kîjan pirsê bistînin?
19 Gava em li tarîxê dinêrin, em dibînin ku ji sala 1870yî heta sala 1991ê, pêxemberiya Danîêl a li ser padîşahê bakur û padîşahê başûr hat cih. Loma em dikarin bawer bin ku qismên din ên vê pêxemberiyê jî wê bên cih.
20 Di sala 1991ê de, Yekîtiya Komarên Sovyet hilweşiya. Gelo padîşahê bakur niha kî ye? Li meqaleya bê, emê cewaba vê pirsê bistînin.
KILAM 128 Heta Xilaziyê Sebir kin
a Pêkhatina pêxemberiya Danîêl a li ser “padîşahê bakur” û “padîşahê başûr” heta îro berdewam dike. Gelo em vêya ji ku dizanin? Çima lazim e ku em hûrgiliyên vê pêxemberiyê fehm bikin?
b Ji ber vê yekê, em êdî nikarin bibêjin ku împaratorê Romayê Aurelîanus (270-275 P.M.) “padîşahê bakur” bû yan ku qralîçe Zenobîa (267-272 P.M.) “padîşahê başûr” bû. Ev melûmata nû, beşên 13 û 14an a kitêba Pay Attention to Daniel’s Prophecy! serrast dike.
c Li çarçoveya “Di Pêxemberiyên Kitêba Pîroz de Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê” binêre.
d Di sala 1890î de, Wilhelm II wezîfeya Bismarck ji destê wî girt.
e Van kesan ketina împaratoriyê bi çend awayan bi lez kir. Mesela, wan destê xwe ji qeyser kişand, melûmatên veşartî yên di heqê ziyanên şer de eşkere kirin û zor li qeyser kir ku ew dev ji tehtê xwe berde.
f Danîêl 11:34 ji berê de gotibû ku padîşahê bakur wê ji bo demeke kin dev ji zilmkirina li şagirtên Îsa berde. Mesela, gava Yekîtiya Komarên Sovyet di sala 1991ê de hilweşiya, ev pêxemberî hat cih.
-
-
“Padîşahê Bakur” Îro Kî ye?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Gulan
-
-
MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 20
“Padîşahê Bakur” Îro Kî ye?
“Dê bigihêje dawiya xwe û dê kesekî ku alîkariyê jê re bike, tune be” (DAN. 11:45).
KILAM 95 Ronayî Hê Zelal Dibe
PÊŞGOTINa
1-2. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?
GELEK îsbat hene ku em êdî pir nêzikî dawiya vê dinyayê ne. Di demeke nêzik de, Yehowa û Îsa Mesîh wê hemû hikumdariyên ku li dijî Padîşahiya ezmanî şer dikin, tune bikin. Heta wê demê, padîşahê bakur û padîşahê başûr wê hem li dijî hev hem jî li dijî xizmetkarên Xwedê şer bikin.
2 Li vê meqaleyê, emê gotinên Danîêl 11:40–12:1 lêkolîn bikin. Emê bielimin ku padîşahê bakur niha kî ye, û emê bibînin ku em çima dikarin bawer bin ku çi dibe bila bibe, Yehowa wê me xelas bike.
PADÎŞAHÊ BAKUR JI NÛ VE DERDIKEVE MEYDANÊ
3-4. Padîşahê bakur îro kî ye?
3 Piştî ku Yekîtiya Komarên Sovyet di sala 1991ê de hilweşîbû, xizmetkarên Xwedê yên ku li wê derê dijiyan ‘bîskek alîkarî dît’, yanî heta wextekê azad bûn (Dan. 11:34). Bi saya vê azadiyê, wan mizgîn bi rihetî belav dikir, û di hundirê wexteke kin de, bi sed hezaran mirovên li wan welatan bûn Şahidên Yehowa. Bi zeman re, Rûsya tevî hevalbendên xwe wek padîşahê bakur derket meydanê. Çawa ku me li meqaleya berê dîtibû, tenê hikumdariyeke ku (1) rasterast li ser xizmetkarên Xwedê tesîr dike, (2) bi kirinên xwe nîşan dide ku ew dijminê Yehowa û xizmetkarên wî ye û (3) bi padîşahê din re reqabetê dike, dikare rola padîşahê bakur yan padîşahê başûr bilîze.
4 Em çima dibêjin ku Rûsya tevî hevalbendên xwe bûye padîşahê bakur? (1) Van welatan belavkirina mizgînê qedexe kiriye, û ew li sed hezaran xwişk û birayên ku li wê derê dijîn, zilm û zordariyê dikin. Bi vî awayî, ew rasterast li ser xizmetkarên Xwedê tesîr dikin. (2) Bi van kirinan, ew nîşan didin ku ew ji Yehowa û ji xizmetkarên wî nefret dikin. (3) Ew bi padîşahê başûr re, yanî bi Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê re reqabetê dikin. Niha emê bibînin ku Rûsya û hevalbendên wê çawa rola padîşahê bakur dilîzin.
REQABETA DI NAV PADÎŞAHAN DE DEWAM DIKE
5. Danîêl 11:40-43 behsa kîjan demê dike, û li wê demê çi wê biqewime?
5 Danîêl 11:40-43 bixwîne. Ev ayet nîşan didin ku di dema dawiyê de çi wê biqewime. Danîêl ji berê de gotibû ku di dema dawiyê de, reqabeta di nav padîşahê başûr û padîşahê bakur de wê dewam bike (Dan. 11:40).
6. Reqabeta di nav du padîşahan de çawa eşkere bûye?
6 Sebeba reqabeta di nav padîşahê bakur û padîşahê başûr de ev e ku her yek ji wan dixwaze bibe dewleta herî xurt. Mesela, piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, gelek welatên Ewropayê ketin bin bandora Yekîtiya Komarên Sovyet û hevalbendên wê. Seba kirinên padîşahê bakur, padîşahê başûr hevalbendiyeke leşkerî ya bi navê NATO saz kir. Hem padîşahê bakur hem jî padîşahê başûr ji bo çek û sîlehan pir pere xerc dikin. Li şer û serhildanên ku li welatên Afrîka, Asya û Amerîkaya Latînî rabûn, wan piştgiriya dijminên hev dikir. Di van salan de, Rûsya û hevalbendên wê bandora xwe li seranserê dinyayê zêde kiriye. Wekî din, ew bi destê êrîşên sîber bi padîşahê başûr re şer dikin. Padîşahê bakur û padîşahê başûr hevdû sûcdar dikin ku yê din hewl dide ku bi destê programên kompîtûrê zerarê bide sîstema wî ya ekonomîk û siyasî. Ji xeynî vê, wek Danîêl ji berê de gotibû, padîşahê bakur bi dewamî hicûmî xizmetkarên Xwedê dike (Dan. 11:41).
PADÎŞAHÊ BAKUR DIKEVE “WELATÊ XWEŞIK”
7. “Welatê xweşik” çi ye?
7 Li gor Danîêl 11:41, padîşahê bakur wê bikeve “welatê xweşik”. Gelo ev kîjan welat e? Li demên berê, welatê Îsraêl “xemla hemû welatan” bû, çimkî xelkê vî welatî ji Yehowa re îbadet dikir (Hêz. 20:6). Ji roja Pentîkostê ya sala 33yan ya P.M. û pê ve, ev “welat” êdî welatekî herfî nîne, çimkî xizmetkarên Yehowa li seranserê dinyayê dijîn. Îro, “welatê xweşik” warê ruhî yê xizmetkarên Yehowa ye. Di vî warî de, em bi civînên xwe, bi xizmeta xwe û bi fealiyetên din ji Yehowa re îbadetê dikin.
8. Padîşahê bakur çawa çend caran ket “welatê xweşik”?
8 Li rojên dawîn, padîşahê bakur çend caran ket “welatê xweşik”. Mesela, gava Almanya di dema Naziyan de padîşahê bakur bû – bi xisûsî li dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn – wî li xizmetkarên Xwedê zilm dikir û ew dikuştin. Piştî Şerê Cihanî yê Duyemîn, Yekîtiya Komarên Sovyet bû padîşahê bakur, û wî jî li xizmetkarên Xwedê zilm dikir û ew sirgûn dikirin.
9. Di van salan de, Rûsya û hevalbendên wê çawa ketine “welatê xweşik”?
9 Di van salan de, Rûsya û hevalbendên wê jî ketine “welatê xweşik”. Gelo çawa? Di sala 2017an de, vî padîşahê bakur fealiyetên xizmetkarên Yehowa qedexe kirin û hin ji wan avêtin hebsê. Wekî din, vî padîşahî Wergera Dinyaya Nû û weşanên me yên din qedexe kirine. Bi ser de, buroya me û Salonên Îbadetê yên li Rûsyayê ji destê me hatine girtin. Piştî vê, di sala 2018an de, Koma Rêberiyê êdî eşkere kir ku Rûsya û hevalbendên wê bûne padîşahê bakur. Xizmetkarên Yehowa li hin dewletan her çi qas rastî zilm û zordariyê tên jî, ew li dijî van dewletan şer nakin. Li şûna vê, ew li gor şîreta Kitêba Pîroz “ji bo hemû serweran” dua dikin, bi xisûsî eger qerarên wan dikarin ser azadiya îbadetê tesîr bikin (1. Tîm. 2:1, 2).
GELO PADÎŞAHÊ BAKUR WÊ PADÎŞAHÊ BAŞÛR MEXLÛB BIKE?
10. Gelo padîşahê bakur we padîşahê başûr mexlûb bike?
10 Gotinên Danîêl 11:40-45 herî zêde di heqê kirinên padîşahê bakur de ne. Gelo ev yek tê maneya ku ewê padîşahê başûr mexlûb bike? Na. Wexta ku Yehowa û Îsa wê hemû hikumdariyên dinyayê li cenga Harmegedonê helak bike, padîşahê başûr wê hê “sax” be (Pey. 19:20). Em vêya ji ku dizanin? Bala xwe bide ku gotinên kitêba Danîêl û kitêba Peyxamê çi nîşan didin.
Li Harmegedonê, Padîşahiya Xwedê, ya ku bi kevirekî tê temsîl kirin, wê hikumdariya însanan, ya ku bi heykelekî mezin tê temsîl kirin, bişkîne (Li paragrafa 11an binêre)
11. Danîêl 2:43-45 çi nîşan dide? (Li resmê li rûyê kovarê binêre).
11 Danîêl 2:43-45 bixwîne. Danîêl pêxember behsa heykelekî mezin kiribû, yê ku ji cure cure metalan hatiye çêkirin. Her yek ji van metalan hikumdariyekê temsîl dike, ya ku li ser xizmetkarên Xwedê hikm ajot. Lingên vî heykelî, yên ku hem ji hesin hem jî ji gilê ne, hikumdariya paşîn, yanî Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê, temsîl dikin. Ji vê em fehm dikin ku wexta ku Padîşahiya Xwedê hemû hikumdariyên dinyayê helak bike, Brîtaniya û Amerîka wê hê hebin.
12. Serê heftan ê cinawir çi temsîl dike, û ji vê em çi fehm dikin?
12 Yûhennayê şandî jî behsa rêza hin hikumdariyan kiribû, yên ku li ser xizmetkarên Yehowa tesîr kiriye. Yûhenna van hikumdariyan wek cinawirekî bi heft seran tarîf dike. Serê heftan ê vî cinawirî Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê temsîl dike. Piştî vî serî, serên din tune. Ji vê em fehm dikin ku wexta ku Îsa Mesîh û ordiyên ezmanî wê bên ku vî cinawirî helak bikin, serê heftan wê hê hebe (Pey. 13:1, 2; 17:13, 14).
DI DEMEKE NÊZIK DE, PADÎŞAHÊ BAKUR WÊ ÇI BIKE?
13-14. “Gogê ji welatê Magogê” kî ye, û çi wê belkî bibe sebeb ku ew hicûmî xizmetkarên Xwedê bike?
13 Wisa tê fehm kirin ku Hêzekîêl 38:10-23; Danîêl 2:43-45; 11:44–12:1 û Peyxam 16:13-16, 21 behsa eynî demê û eynî tiştan dikin. Eger ev nêrîn rast e, ev ayet nîşanî me didin ku berî helakkirina padîşahê bakur û padîşahê başûr çi wê biqewime.
14 Demeke piştî destpêka tengahiya mezin, “hemû padîşahên dinyayê” wê bi hev re koalîsyonekê çêkin (Pey. 16:13, 14; 19:19). Ev koalîsyon, di Nivîsarên Pîroz de wek “Gogê ji welatê Magogê” tê bi nav kirin (Hêz. 38:2). Miletên vê koalîsyonê wê cara dawîn hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin ji bo ku wan bi temamî ji holê rakin. Çi wê bibe sebeba vê hicûmê? Yûhennayê şandî ji berê de gotibû ku li wê demê, “teyroka mezin” wê li ser dijminên Xwedê bibare. Dibe ku ev “teyrok” tê maneya fermana Xwedê, ya ku xizmetkarên Yehowa wê belav bikin. Seba vê xebera sert, Gogê ji Magogê wê belkî hicûmî xizmetkarên Xwedê bike ji bo ku wan ji rûyê erdê tune bike (Pey. 16:21).
15-16. (a) Dibe ku Danîêl 11:44, 45 behsa çi dike? (b) Çi wê bê serê padîşahê bakur û qismên din ên Gogê ji Magogê?
15 Îhtimal heye ku Danîêl 11:44, 45 (bixwîne) jî behsa vê xebera sert û hicûma dawîn dike. Li van ayetan, Danîêl gotibû ku padîşahê bakur wê seba “agahiyên ji rojhilatê û ji bakur” aciz bibe û “bi kerbekî mezin derkeve rê” ji bo ku “gellekan helaq bike”. Wisa tê fehm kirin ku peyva “gellekan” tê maneya xizmetkarên Xwedê.
16 Seba vê hicûma padîşahê bakur û hikumdariyên din, Xwedê wê pir bihêrs be, û cenga Harmegedonê wê dest pê bike (Pey. 16:14, 16). Li wê demê, padîşahê bakur û miletên din ên ku pareke Gogê ji Magogê ne, wê bigihîjin dawiya xwe, û “kesekî ku alîkariyê jê re bike [wê] tune be” (Dan. 11:45).
Li cenga Harmegedonê, Îsa Mesîh û ordiyên wî yên ezmanî wê dinyaya Îblîs helak bikin û xizmetkarên Xwedê xelas bikin (Li paragrafa 17an binêre)
17. “Serokê mezin” Mikaîl, ê ku Danîêl 12:1 behsa wî dike, kî ye, û ewê çi bike?
17 Ayeta din a pêxemberiya Danîêl nîşan dide ku padîşahê bakur û hevalbendên wî wê çawa bên helak kirin û emê çawa bên xelas kirin (Danîêl 12:1 bixwîne). Maneya vê ayetê çi ye? “Mikaîl” navekî din ê Padîşahê me Îsa Mesîh e. Padîşahiya Xwedê di sala 1914an de li ezmanan hatibû saz kirin. Ji wê wextê û pê ve, Mîkaîl di oxira xizmetkarên Xwedê de disekine. Di demeke nêzik de, ewê “rabe”, yanî li cenga Harmegedonê dijminên xwe helak bike. Dewra ku Danîêl wek wexta tengasiya herî xerab a hemû tarîxê bi nav dike, wê bi vê cengê biqede. Di kitêba Peyxamê de, ev dewr wek “tengahiya mezin” tê bi nav kirin (Pey. 6:2; 7:14).
GELO NAVÊ TE WÊ DI KITÊBÊ DE BÊ NIVÎSANDIN?
18. Çima ne lazim e ku em bitirsin?
18 Çi dibe bila bibe, ne lazim e ku em bitirsin, çimkî hem Danîêl û Yûhenna got ku xizmetkarên Yehowa û Îsa di van rojên çetin de sax bimînin. Danîêl got ku navên kesên ku sax dimînin wê di kitêbekê de bên nivîsandin (Dan. 12:1). Gerek em çi bikin ku navên me jî di vê kitêbê de bên nivîsandin? Lazim e ku em bi eşkereyî nîşan bidin ku em baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, ê ku “Berxê Xwedê” ye (Yûh. 1:29). Gerek em jiyana xwe bidin destê Xwedê û bin av bibin (1. Ptr. 3:21). Wekî din, gerek em alî kesên din bikin ku ew Yehowa nas bikin û bi vî awayî piştgiriya Padîşahiya Xwedê bikin.
19. Gerek em niha çi bikin, û çima?
19 Pir muhîm ku em baweriya xwe ya bi Yehowa û teşkîlata wî xurttir bikin û piştgiriya Padîşahiya Xwedê bikin. Eger em wisa bikin, emê li wexta ku padîşahê bakur û padîşahê başûr wê ji aliyê Padîşahiya Xwedê ve bên helak kirin, sax bimînin!
KILAM 149 Kilama Serketinê
a “Padîşahê bakur” îro kî ye, û ewê çawa bê helak kirin? Cewabên van pirsan dikarin baweriya me xurttir bikin û me ji bo tengahiya mezin hazir bikin.
-
-
Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê deBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Gulan
-
-
Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de
Gotinên hin pêxemberiyên ku di vê cedwelê de tên nîşan dayîn di eynî wextê de pêk tên. Pêkhatina van pêxemberiyan îsbat dike ku em niha di dema dawiyê de ne (Dan. 12:4).
Ayet: Pey. 11:7; 12:13, 17; 13:1-8, 12
Pêxemberî: Cinawir bi sedan salan li ser dinyayê hikm diajo. Li dema dawiyê, serê wî yê heftan tê birîndar kirin. Paşê, serê birîndar qenc dibe û dinya dikeve pey cinawir. Îblîs bi destê vî cinawirî bi meshkiriyan re şer dike, yên ku hê li dinyayê ne.
Pêkhatin: Piştî Tofanê, dijminên Yehowa hikumdariyan saz dikin. Bi hezaran salan bi şûn de, li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Împaratoriya Brîtanyayê qeweta xwe winda dike. Lê belê, gava Amerîka piştgiriya Brîtanyayê dike, Brîtanya dîsa xurt dibe. Bi xisûsî li dema dawiyê, Îblîs bi destê sîstema siyasî zilm li xizmetkarên Xwedê dike.
Ayet: Dan. 11:25-45
Pêxemberî: Di dema dawiyê de, padîşahê bakur û padîşahê başûr li dijî hev reqabetê dikin.
Pêkhatin: Almanya li dijî Brîtanya- Amerîkayê reqabetê dike. Di sala 1945an de, Yekîtiya Komarên Sovyet û hevalbendên wê dibin padîşahê bakur. Di sala 1991ê de, Yekîtiya Komarên Sovyet hildiweşe. Bi zeman re, Rûsya û hevalbendên wê dibin padîşahê bakur.
Ayet: Îşa. 61:1; Malx. 3:1; Lûqa 4:18
Pêxemberî: Berî sazkirina Padîşahiyê, Yehowa komekê wek “xeberbêj” tayîn dike û dişîne ku rê veke. Ev kom mizgînê “ji dilnizman re” îlan dike.
Pêkhatin: Ji sala 1870yî û pê ve, Charles Russel û hevalên wî Kitêba Pîroz bi xîret lêkolîn dikin ku maneya wê zelal bikin. Di sala 1881ê de, ew fehm dikin ku pir muhîm e ku xizmetkarên Xwedê mizgînê belav bikin. Ew meqaleyên wek “1.000 Mizgînvan Lazim in!” û “Ji bo Îşê Mizgîndayînê Hatine Hilbijartin” diweşînin.
Ayet: Met. 13:24-30, 36-43
Pêxemberî: Dijminek di nav genim de zîwanan diçîne. Ji ber ku zîwan û genim heta dema berhevkirinê bi hev re mezin dibin, genim xuya nake. Paşê, zîwan û genim ji hev tên cihê kirin.
Pêkhatin: Ji sala 1870yî û pê ve, ferqa di nav şagirtên Îsa yên rastîn û yên sexte de eşkere dibe. Di dema dawiyê de, şagirtên Îsa tên ber hev kirin û ji yên sexte tên cihê kirin.
Ayet: Dan. 2:31-33, 41-43
Pêxemberî: Lingên heykelê ku Nebûkadnetsar dît, ji hesin û gilê ne.
Pêkhatin: Gil xelkê di bin hikumdariya Brîtanya û Amerîkayê de temsîl dike, yê ku li dijî hikûmetê protesto dike. Seba vê bandorê, ev hêza cîhanî nikare bi qeweta hesinî hereket bike.
Ayet: Met. 13:30; 24:14, 45; 28:19, 20
Pêxemberî: “Genim” li ‘embarê’ tê ber hev kirin û “xulamê dilsoz û şehreza” tê tayîn kirin ku rêberiya xizmetkarên Xwedê bike. Belavkirina mizgîna Padîşahiyê li seranserê dinyayê dest pê dike.
Pêkhatin: Di sala 1919an de, “xulamê dilsoz” ser xizmetkarên Xwedê tê danîn. Ji wê demê û pê ve, Xwendekarên Kitêba Pîroz îşê belavkirina mizgînê zêde dikin. Îro, Şahidên Yehowa li zêdetirî 200 welat û herêmî mizgînê belav dikin û bi zêdetirî 1.000 zimanî weşanên li ser Kitêba Pîroz diweşînin.
Ayet: Dan. 12:11; Pey. 13:11, 14, 15
Pêxemberî: Cinawirekî bi du striyan ji mirovan re dibêje ku bila ew sûretekî cinawir bikin û nefesê dide wî.
Pêkhatin: Hêza Cîhanî ya Brîtanya- Amerîkayê dest bi sazkirina Komeleya Neteweyan dike. Miletên din jî piştgiriya vê teşkîlatê dikin. Di sala 1926an de, padîşahê bakur jî dikeve Komeleya Neteweyan, lê di sala 1933yan de dîsa derdikeve. Komeleya Neteweyan û paşê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pesnê ku bi eslê xwe aîdî Padîşahiya Xwedê ye, distîne.
Ayet: Dan. 8:23, 24
Pêxemberî: Padîşahekî rûsert bi awayekî nedîtî wêran dike.
Pêkhatin: Hêza Cîhanî ya Brîtanya- Amerîkayê gelek însanan dikuje û gelek cihan wêran dike. Mesela, di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de, Amerîka du bombeyên nukleer diavêje ser dijminê xwe.
Ayet: Dan. 11:31; Pey. 17:3, 7-11
Pêxemberî: Cinawirê sor, ê ku 10 striyên wî hene, ji kortalê derdikeve û dibe padîşahê 8an. Kitêba Danîêl vî padîşahî wek “tiştê mekrûh yê ku xera dike” bi nav dike.
Pêkhatin: Komeleya Neteweyan di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de betal dibe. Piştî şer, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî tê saz kirin. Wek Komeleya Neteweyan, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî pesnê ku aîdî Padîşahiya Xwedê ye, distîne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wê hicûmî dînê sexte bike.
Ayet: 1. Sel. 5:3; Pey. 17:16
Pêxemberî: Miletên dinyayê ‘aştî û ewledariyê’ îlan dikin, û 10 strî û cinawir hicûmî fahîşeyê dikin û wê helak dikin. Paşê, miletên dinyayê tên helak kirin.
Pêkhatin: Miletên dinyayê wê belkî bibêjin ku wan aştî û ewledarî bi dest xistine. Paşê, miletên ku piştgiriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dikin wê teşkîlatên dînên sexte wêran bikin. Bi vî awayî, tengahiya mezin wê dest pê bike. Di dawiya tengahiya mezin de, temamiya dinyaya Îblîs wê li Harmegedonê bê helak kirin.
Ayet: Hêz. 38:11, 14-17; Met. 24:31
Pêxemberî: Gog dikeve welatê xizmetkarên Xwedê. Paşê, melek ‘bijartiyan’ top dikin.
Pêkhatin: Padîşahê bakur wê tevî hikumdariyên din hicûmî xizmetkarên Xwedê bike. Demeke piştî destpêkirina vê hicûmê, meshkiriyên mayî wê herin ezmanan.
Ayet: Hêz. 38:18-23; Dan. 2:34, 35, 44, 45; Pey. 6:2; 16:14, 16; 17:14; 19:20
Pêxemberî: Siwarê hespê spî Gog û ordiyên wî helak dike. Cinawir tê avêtin gola êgir, û heykel tê perçe kirin.
Pêkhatin: Îsa Mesîh, ê ku Padîşahê Padîşahiya Xwedê ye, wê xizmetkarên Xwedê xelas bike. Ewê tevî 144.000 hevpadîşahên xwe û melekan koalîsyona miletan û temamiya sîstema siyasî helak bike.
-