KILAM 107
Hezkirina Xwedê ji Me re Emsal e
1. Yehowa Xwedê ji me re emsal e,
mîna wî kes tune.
Hezkirina wî dilê me digire
û rêya rast nîşan dide.
Wî Kurê xwe da ji bo me wek fîdye,
wî gunehên me gişt efû kirine.
Em rind dizanin, Xwedê dilovan e,
ew dilgerm e, ew hezkirin e.
2. Madem ku Xwedê dixwaze ku em jî
nazik û dilgerm bin,
ma ne lazim e ku em guh bidin wî
û hez bikin ji hevûdin?
Xwişk û brayên me ji bo me ezîz in,
em qisûrên wan ji dil efû dikin.
Em xîret dikin ku nêzîkî hev bin
bi hezkirin, tim bi hezkirin.
3. Hezkirina pak sifetekî xweş e,
ji bo me elzem e.
Îsa Mesîh got ku hezkirina me
nîşan dide ku em kî ne.
Belê, gerek em ji hevdû hez bikin,
yekîtiya xwe her tim biparêzin
û li ser rêya mihbetê bimînin,
çimkî ev rê, rêya Xwedê ye.
(Li van ayetan jî binêre: Rom. 12:10; Ef. 4:3; 2. Ptr. 1:7)