KILAM 16
Yehowa Tac Daniye ser Serê Îsa
(Peyxam 21:2)
1. Bi emrê Yehowa Xwedê
Îsa bûye Hukimdar.
Ew heq û edaletê tîne,
eva me dike bextewar!
(DÎSGOTIN)
Navê Yehowa birûmet be,
bi stranan pesnê wî bidin.
Wî tac daniye ser serê Îsa,
guhdariya wî bikin.
Bila ev xeber bê bihîstin
li seranserê dinyayê:
Îsa Mesîh êdî hukim dajo
ji bo rûmeta Xwedê!
2. Xwedê Padîşahî daye
Îsa û birayên wî.
Ewê dinyayê bikin cenet
û serrast bikin her tiştî.
(DÎSGOTIN)
Navê Yehowa birûmet be,
bi stranan pesnê wî bidin.
Wî tac daniye ser serê Îsa,
guhdariya wî bikin.
Bila ev xeber bê bihîstin
li seranserê dinyayê:
Îsa Mesîh êdî hukim dajo
ji bo rûmeta Xwedê!
(Li van ayetan jî binêre: Mtl. 29:4; Îşa. 66:7, 8; Yûh. 10:4; Pey. 5:9, 10)