MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 8
“Li ser Hişê Xwe Bin û Hişyar Bin”
“Li ser hişê xwe bin û hişyar bin” (1. PETRÛS 5:8).
KILAM 144 Xelata ku Xwedê wê Bide Me
PÊŞGOTINa
1. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re li ser wexta hatina dawiyê çi gotibû, û wî çi tembîh li wan kir?
ÇEND rojan berî mirina Îsa Mesîh, çar şagirtên wî jê pirsî: “Çi wê bibe nîşana … dawiya dinyayê?” (Metta 24:3). Wan şagirtan meraq dikir ku Orşelîm û perestgeh wê kengê bên wêrankirin. Gava Îsa Mesîh cewab da, wî ne tenê behsa tunekirina Orşelîm û perestgehê kir, lê wî behsa dawiya sîstema vê dinyaya îro jî kir. Îsa Mesîh li ser wexta hatina dawiyê wisa gotibû: “Lê heçî ew roj û ew saet e, ne milyaketên ezmên û ne jî Kur, ji Bav pê ve tu kes pê nizane.” Paşê wî tembîh li şagirtên xwe kir ku bila ew “hay ji xwe hebin” û “hişyar bin” (Marqos 13:32-37).
2. Çima muhîm bû ku Mesîhiyên ku di sedsala yekê de li Cihûstanê dijiyan, hişyar bimînin?
2 Gerek Mesîhiyên ku di sedsala yekê de li Cihûstanê dijiyan, hişyar bimana, da ku wan jiyana xwe winda nekira. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku ew çawa dikarin ferq bikin ku tunekirina sîstema Cihû nêzîk bûye. Wî wisa gotibû: “Lê çaxê hûn bibînin ku hawirdora Orşelîmê bi leşkeran bê girtin, hingê bizanin ku xerabûna wê nêzîk e.” Di wê demê de, pir muhîm bû ku ew guh bidin tembîha Îsa Mesîh û “birevin çiyan” (Lûqa 21:20, 21). Dema ku Romayiyan Orşelîm wêran kir, kesên ku guh da gotinên Îsa Mesîh sax man.
3. Di vê meqaleyê de, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?
3 Îro em di wexta dawiya vê sîstema xerab de dijîn. Loma gerek em li ser hişê xwe bin û hişyar bimînin. Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin: Em çawa dikarin bi çavekî maqûl li tiştên ku li dinyayê diqewimin binêrin? Em çawa dikarin hay ji gotin û kirinên xwe hebin? Û em çawa dikarin wexta mayî bi awayê herî baş bi kar bînin?
BI ÇAVEKÎ MAQÛL LI HALÊ DINYAYÊ BINÊRE
4. Çima em meraq dikin ka halê dinyayê çawa nîşan dide ku gotinên Kitêba Pîroz tên cih?
4 Helbet, em meraq dikin ka tiştên ku niha li dinyayê diqewimin çawa nîşan didin ku gotinên Kitêba Pîroz tên cih. Mesela, Îsa Mesîh ji berê ve yek bi yek gotibû ku em çawa dikarin ferq bikin ku dawiya sîstema Îblîs nêzîk e (Metta 24:3-14). Gotinên Petrûsê şandî dilê me xurt dikin ku em baş bala xwe bidin sozên Xwedê, yên ku li ber çavên me tên cih, da ku baweriya me xurttir bibe (2. Petrûs 1:19-21). Kitêba dawîn a Kitêba Pîroz bi van gotinan dest pê dike: “Ev peyxama Îsa Mesîh e ya ku Xwedê da wî, da ku wan tiştên ku divê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên wî bide” (Peyxam 1:1). Ji ber vê yekê, em tiştên ku li dinyayê diqewimin bi meraq dişopînin. Em dixwazin bizanibin ka gotinên Kitêba Pîroz çawa tên cih. Belkî em bi dil û can dixwazin bi kesên din re jî li ser van meseleyan xeber bidin.
Gava em bi kesên din re li ser bicihhatina sozên Kitêba Pîroz xeber didin, lazim e ku em çi bikin û çi nekin? (Li paragrafa 5an binêre)b
5. Gerek em çi bikin û çi nekin? (Li resim jî binêre.)
5 Gava em bi kesên din re li ser bicihhatina sozên Kitêba Pîroz sohbetê dikin, gerek em li ser texmîn û îhtimalan xeber nedin. Gelo çima? Çimkî em qet naxwazin bi gotinên xwe yekîtiya civatê xera bikin. Mesela, belkî serokên dinyayê bibêjin ku wan çareya problemekê dîtiye û dixwazin aştî û emniyetê bînin dinyayê. Li şûna ku em li ser îhtimala ku gotinên ji 1. Selanîkî 5:3 çawa tên cih xeber bidin, a baştir ew e ku em bala xwe bidin fehmkirina herî nû, ya ku di weşanên me de hatiye zelalkirin. Eger sohbetên me li ser esasê weşanên teşkîlata Yehowa bin, emê yekîtiya civatê biparêzin û “li ser eynî fikrê … bibin yek” (1. Korîntî 1:10; 4:6).
6. Em ji 2. Petrûs 3:11-13 çi dersan hîn dibin?
6 2. Petrûs 3:11-13 bixwîne. Petrûsê şandî alî me dike ku em bi awayekî maqûl li ser sozên Kitêba Pîroz bifikirin. Ew dilê me xurt dike ku em “li hêviya Roja Xwedê bin”. Gelo çima? Ne ji ber ku em dixwazin bizanibin ku Harmegedon wê tam di kîjan “rojê û saetê” de bê, lê ji ber ku em dixwazin “di jiyana pîroz û xwedayî de bijîn” (Metta 24:36; Lûqa 12:40). Yanî bi gotineke din, em dixwazin ya rast bikin û ji Yehowa re xizmetê bikin, çimkî em pir ji wî hez dikin. Ji bo ku em wisa bifikirin û wisa bikin, gerek em hay ji gotin û kirinên xwe hebin.
MANEYA GOTINA “HAY JI XWE HEBIN” ÇI YE?
7. Em çawa dikarin hay ji xwe hebin? (Lûqa 21:34)
7 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku gerek ew bala xwe ne tenê bidin halê dinyayê, lê gerek ew hay ji xwe jî hebin. Lûqa 21:34 bixwîne û li ser tembîha Îsa Mesîh baş bifikire. Wî wisa gotibû: “Hay ji xwe hebin.” Kesê ku hay ji xwe heye, bala xwe dide tiştên ku dikarin zerarê bidin dostaniya wî ya bi Yehowa re, û ew hewl dide ku xwe ji wan dûr bigire. Bi vî awayî, ew di hezkirina Xwedê de dimîne (Methelokên Silêman 22:3; Cihûda 20, 21).
8. Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re çi gotibû?
8 Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re gotibû ku gerek ew hay ji xwe hebin. Mesela, wî ji Efesiyan re wisa gotibû: “Loma bala xwe bidinê ka hûn çawa rêve diçin, ne wek ên neşehreza, lê belê wek ên şehreza herin” (Efesî 5:15, 16). Îblîs tim xîret dike ku dostaniya me ya bi Yehowa re xera bike. Loma Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye.” Eger em wisa bikin, emê xwe ji hemû hicûmên Îblîs biparêzin (Efesî 5:17).
9. Em çawa dikarin qerarên xwe li gor daxwaza Yehowa bidin?
9 Kitêba Pîroz behsa her tiştê ku dikare zerarê bide dostaniya me ya bi Yehowa re nake. Gelek caran, gerek em li ser meseleyên ku Kitêba Pîroz li ser wan rasterast tiştekî nabêje qeraran bidin. Ji bo ku em qerarên baş bidin, gerek em fehm bikin ku “daxwaza Xudan çi ye”. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em her roj Peyva Xwedê bixwînin û li ser gotinên wê kûr bifikirin. Her ku em fehm bikin ku daxwaza Yehowa çi ye û her ku em li gor “fikra Mesîh” bifikirin, emê zêdetir “wek ên şehreza” hereket bikin (1. Korîntî 2:14-16). Eger em wisa bikin, ji bo her tiştî ji me re qanûn û qaîde ne lazim in. Hin talûke bi hêsanî tên dîtin, hin jî veşartî ne.
10. Hin talûkeyên ku gerek em ji wan dûr bisekinin, çi ne?
10 Hin talûkeyên ku gerek em ji wan dûr bisekinin ev in: Flortkirin, xwarin û vexwarina zêde, gotinên dilêş yan jî temaşekirina li tiştên bizordarî, pornografî û her wekî din (Zebûr 101:3). Dijminê me Îblîs tim û daîm li fersendan digere ku zerarê bide dostaniya me ya bi Yehowa re (1. Petrûs 5:8). Eger em hay ji xwe nebin, Îblîs dikare toximên hesûdî, nedirustî, timayî, kîn û nefret, pozbilindî û xeydê di hiş û dilê me de biçîne (Galatî 5:19-21). Di serî de, belkî ev fikir û daxwaz ne pir qewî bin. Lê eger em wan zûka ji kokê ranekin, ewê wek nebateke bijehr şîn bibin û zerarê bidin me (Aqûb 1:14, 15).
11. Gerek em xwe ji kîjan talûkeya veşartî dûr bigirin û çima?
11 Hevalekî xerab talûkeyeke veşartî ye. Vê rewşê bîne ber çavê xwe. Tu bi kesekî re kar dikî û ew ne Şahidê Yehowa ye. Tu dixwazî ku hevalkarê te li ser Şahidên Yehowa xerab nefikire. Loma tu jê re qenc û dilovan î. Belkî hûn car caran bi hev re firavînê dixwin. Piştî wextekê, ev yek dibe adet. Carinan, xeberdan diçe ser meseleyên bêexlaq. Di serî de, tu hewl didî ku gotinên wisa di pişt guhê xwe re bavêjî. Bi zeman re, guhê te hînî xeberdana wî dibe û tu qet ji gotinên wî aciz nabî. Rojekê, hevalkarê te dixwaze êvarê bi te re tiştekî vexwe û tu dibêjî ser çavan. Hêdî hêdî, fikrên te dibin wek fikrên wî. Zû yan dereng rabûn û rûniştina te wê bişibe ya hevalkarê te. Helbet, em qedrê her kesî digirin û ji wan re qenc in. Lê gerek em vê yekê ji bîr nekin: Kesên ku em wexta xwe bi wan re derbas dikin, dikarin gelekî tesîrê li me bikin (1. Korîntî 15:33). Eger em li gor şîreta Îsa Mesîh hay ji xwe hebin, emê bi kesên wisa re hevaltiyê nekin, çimkî ew li gor qanûn û prensîpên Yehowa Xwedê nameşin (2. Korîntî 6:15). Gerek em ji berê ve talûkeyê bibînin û xwe jê dûr bigirin.
WEXTA XWE BI AWAYÊ HERÎ BAŞ DERBAS BIKE
12. Gava şagirtên Îsa Mesîh li benda dawiyê disekinîn, wan çi dikir?
12 Gava şagirtên Îsa Mesîh li benda wêrankirina Orşelîm û perestgehê disekinîn, Îsa Mesîh dixwest ku ew mijûl bin. Wî wezîfeyek da wan. Wî ji wan re gotibû ku gerek ew xebera xêrê “li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr” belav bikin (Karên Şandiyan 1:6-8). Bi rastî jî, ev kar, karekî pir mezin e! Ji ber ku wan karê xwe bi dil û can dikir, wan wexta xwe bi awayê herî baş derbas dikir.
13. Çima gerek em wexta xwe bi awayê herî baş derbas bikin? (Kolosî 4:5)
13 Kolosî 4:5 bixwîne. Ji bo ku em hay ji xwe hebin, gerek em bifikirin ku em wexta xwe çawa derbas dikin. Tiştên xerab dikarin bên serê her kesî (Waiz 9:11, NWT). Mesela, ji nişka ve, em dikarin jiyana xwe ji dest bidin.
Em çawa dikarin wexta xwe bi awayê herî baş derbas bikin? (Li paragrafên 14 û 15an binêre)
14-15. Em çawa dikarin wexta xwe bi awayê herî baş derbas bikin? (Îbranî 6:11, 12) (Li resim jî binêre.)
14 Eger em li gor daxwaza Yehowa hereket bikin û dostaniya xwe ya bi wî re qewîtir bikin, emê wexta xwe bi awayê herî baş derbas bikin (Yûhenna 14:21). Gerek em “veneleqin, nelebte bin, di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Korîntî 15:58). Îcar, dema ku dawiya jiyana me yan jî dawiya vê sîstema xerab bê, emê nebêjin: “Xwezî min zêdetir ji Yehowa re xizmet bikira” (Metta 24:13; Romayî 14:8).
15 Îro, Îsa Mesîh rêberiya şagirtên xwe dike, da ku ew mizgîna Padîşahiya Xwedê li her derê belav bikin. Bi navgîniya teşkîlata Yehowa, Îsa Mesîh me perwerde dike û hacetên lazim dide me, da ku em xebera xêrê belav bikin (Metta 28:18-20). Ji ber ku em dixwazin li gor gotinên Îsa Mesîh hereket bikin, em xebera xêrê bi dil û can belav dikin û mirovan hîn dikin. Wekî din, heta ku Yehowa dawiya sîstema vê dinyayê bîne, em dixwazin hişyar bimînin. Eger em şîreta ji Îbranî 6:11, 12 bînin cih, emê “heta dawiyê” hêviya xwe winda nekin (bixwîne).
16. Em dixwazin bi dil û can çi bikin?
16 Yehowa qerar daye ku ewê kengê dinyaya Îblîs helak bike. Gava ew roj bê, Yehowa wê hemû sozên xwe bîne cih. Belkî em carinan difikirin ku dawiya vê sîstemê dereng dikeve. Lê, roja Yehowa ‘wê dereng nemîne’ (Habaqûq 2:3, Mizgînî). Heta hingê, em dixwazin bi dil û can û bi sebir “li benda Xwedayê xelasiya xwe” bisekinin (Mîka 7:7).
KILAM 139 Dinyaya Nû Xeyal Bike
a Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin bi çavekî maqûl li halê dinyayê binêrin û hişyar bimînin. Wekî din, emê hîn bibin ku em çawa dikarin hay ji xwe hebin û wexta xwe bi awayê herî baş derbas bikin.
b RESIM: (Jor) Jin û mêrek li nûçeyan temaşe dikin. Dû re, piştî civînê, ew di heqê maneya nûçeyan de nêrînên xwe yên şexsî ji kesên din re dibêjin. (Jêr) Jin û mêrek li rapora Koma Rêberiyê temaşe dikin. Ew dixwazin bizanibin ku fehmkirina herî nû ya di heqê sozên Kitêba Pîroz de çi ye. Ew, weşanên ku ji aliyê xulamê dilsoz ve hatine hazirkirin, belav dikin.