KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w23 Mijdar r. 20-25
  • Gelo Yehowa Duayên Min Dibihîze?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Yehowa Duayên Min Dibihîze?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • EM DIKARIN JI YEHOWA ÇI HÊVÎ BIKIN?
  • YEHOWA JI ME ÇI DIXWAZE?
  • ÇIMA GEREK EM HIN DAXWAZÊN XWE BELKÎ BIGUHERÎNIN?
  • Yehowa Çawa Cewabê Dide Duayên Me?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Em Çawa Dikarin Baştir Dua Bikin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Dua – Keremeke Mezin
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Dua – Hediyeyeke Biqîmet
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
w23 Mijdar r. 20-25

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 49

Gelo Yehowa Duayên Min Dibihîze?

“Hûn ê bangî min bikin û hûn ê herin û ji min re dua bikin û ez ê we bibihîzim” (YÊREMYA 29:12).

KILAM 41 Bavo, Guh Bide Me

PÊŞGOTINa

1-2. Em çima carinan difikirin ku Yehowa cewaba duayên me nade?

“JI XUDAN lezetê bistîne, ewê daxwazên dilê te bi cih bîne” (Zebûr 37:4). Çi sozeke xweş! Lê gelo em dikarin hêvî bikin ku Yehowa hemû daxwazên me zû bîne cih? Ev pirs çima muhîm e? Ka em li ser çend mîsalan bifikirin. Xwişkeke azib ji bo çûyîna Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê dua dike. Lê çend sal derbas dibin û ew hê jî nayê dawetkirin. Birayekî ciwan ji Yehowa rica dike ku ji nexweşiyeke giran qenc bibe, da ku bikaribe di civatê de zêdetir xizmetê bike. Lê siheta wî baştir nabe. Dê û bav dua dikin ku zarokên wan di rastiyê de bimînin. Lê zarokekî wan dev ji xizmeta Yehowa berdide.

2 Belkî te jî ji Yehowa tiştek rica kiriye, lê daxwaza te hê nehatiye cih. Loma, belkî tu difikirî ku Yehowa cewaba duayên kesên din dide, lê ya te nade. Yan jî, dibe ku tu difikirî ku te tiştekî nerast kiriye. Xwişkeke bi navê Cenîsb wisa difikirî. Wê û zilamê wê dua dikir ku li Beytelê xizmetê bikin. Ew dibêje: “Ez emîn bûm ku emê zû herin Beytelê.” Lê piştî gelek salan, ew hê jî nehatine dawetkirin. Cenîs dibêje: “Ez xemgîn bûm û serê min tev li hev bû. Ez difikirîm ku Yehowa çima ji min ne razî ye. Min gelek caran ev daxwaza xwe anî ziman. Wî çima cewaba duaya min nedida?”

3. Di vê meqaleyê de, emê çi bielimin?

3 Car caran, belkî em meraq dikin ka Yehowa duayên me dibihîze. Di demên berê de, hin zilamên dilsoz jî ev yek meraq dikir (Eyûb 30:20; Zebûr 22:2; Habaqûq 1:2). Tu çima dikarî bawer bî ku Yehowa duayên te dibihîze? (Zebûr 65:2). Ji bo bersiva vê pirsê, emê bala xwe bidin van nuqteyan: (1) Em dikarin ji Yehowa çi hêvî bikin? (2) Yehowa ji me çi dixwaze? (3) Çima gerek em hin daxwazên xwe belkî biguherînin?

EM DIKARIN JI YEHOWA ÇI HÊVÎ BIKIN?

4. Li gor Yêremya 29:12, Yehowa soz dide ku çi bike?

4 Yehowa soz dide ku ew duayên me dibihîze (Yêremya 29:12 bixwîne). Xwedayê me ji xizmetkarên xwe yên dilsoz hez dike, loma ewê duayên wan qet piştguh neke (Zebûr 10:17; 37:28). Lê belê, ev nayê maneya ku ewê hemû daxwazên me pêk bîne. Ji bo hin daxwazên me pêk werin, belkî lazim e ku em heta dinyaya nû bisekinin.

5. Gava Yehowa duayên me dibihîze, ew bala xwe dide çi? Zelal bike.

5 Yehowa armanca xwe û daxwazên me dide ber hev (Îşaya 55:8, 9). Armanca wî ew e ku dinyayê bi mirovên ku ji dil guh didin wî û hukimdariya wî, tije bike. Lê Îblîs îdîa dike ku eger mirov bi xwe li ser mirovan hukim bikin, halê wan wê baştir bûya (1. Mûsa 3:1-5). Ji bo ku derewên Îblîs derkevin meydanê, Yehowa îzna hukimdariyê daye mirovan. Îcar hukimdariyên dinyayê bûne sebebên gelek probleman (Waiz 8:9). Em dizanin ku Yehowa wê hemû pirsgirêkên dinyayê vê gavê çareser neke. Eger wî wisa bikira, dibe ku hin kes bifikirin ku hukimdariyên dinyayê serkeftî ne û dikarin kul û derdan çareser bikin.

6. Çima gerek em emîn bin ku Yehowa wê her tiştî li gor hezkirin û edaleta xwe çareser bike?

6 Yehowa carinan eynî daxwazê bi awayên cuda dibersivîne. Mesela, gava Hîzkiya Padîşah pir nexweş bû, wî ji Yehowa lava dikir ku wî dîsa qenc bike. Dûr re, Yehowa ew qenc kir (2. Qiralan 20:1-6). Ji aliyê din ve, gava Pawlosê şandî ji Xwedê rica kir ku “stiryekî” ji bedena wî derxe, yanî bi îhtimaleke mezin ji nexweşiyekê qenc bike, Yehowa ew qenc nekir (2. Korîntî 12:7-9). Wekî din, bala xwe bide mîsalên Aqûb û Petrûsê şandî. Hêrodes Padîşah dixwest wan her duyan bikuje. Civatê hem ji bo Petrûs hem jî ji bo Aqûb dua dikir. Petrûs hat xelaskirin, lê belê Aqûb hat kuştin (Karên Şandiyan 12:1-11). Belkî em meraq dikin: “Yehowa çima Petrûs filitand, lê Aqûb xelas nekir?” Kitêba Pîroz li ser vê tiştekî nabêje.c Em dikarin emîn bin ku Yehowa tu caran “neheqiyê nake” (5. Mûsa 32:4). Û em dizanin ku Yehowa hem ji Petrûs hem jî ji Aqûb razî bû (Peyxam 21:14). Carinan Yehowa wek em hêvî dikin cewaba duayên me nade. Lê em ji vê yekê emîn in: Yehowa her tim li gor hezkirin û edaleta xwe hereket dike. Loma, gava ew cewaba duayên me bi awayekî cuda dide, em naxeyidin (Eyûb 33:13).

7. Gerek em çi nekin, û çima?

7 Gerek em halê xwe bi halê kesên din re muqayese nekin. Mesela, belkî em ji Yehowa dixwazin ku alî me bike, lê derdê me safî nabe. Paşê, em pê dihesin ku kesekî din jî ji bo eynî tiştî dua kiriye û wisa xuya dike ku Yehowa derdê wî safî kiriye. Xwişkeke bi navê Anna di vî halî de bû. Wê dua dikir ku zilamê wê Matthew ji kanserê qenc bibe. Di heman wextê de, du xwişkên emirmezin jî bi kanserê ketibûn. Annayê ji bo Matthew û her du xwişkan gelek dua dikir. Xwişk qenc bûn, lê Matthew wefat kir. Ewilî, Annayê meraq dikir ku gelo Yehowa siheta wan baştir kiriye. Eger wisa be, Xwedê çima duayên wê nebihîstin ku zilamê wê dîsa bê ser xwe? Helbet, em nizanin ku ew du xwişk çima qenc bûn. Lê em dizanin ku Yehowa Xwedê wê hemû êş û eleman tune bike û ew ji dil dixwaze dostên xwe ji mirinê rake (Eyûb 14:15).

8. (a) Li gor Îşaya 43:2, Yehowa çawa alî me dike? (b) Gava em rastî tengasiyên giran tên, dua çawa dikare alî me bike? (Li vîdeoya Dua Alî Me Dike ku Em Sebir Bikin temaşe bike.)

8 Yehowa wê her tim alî me bike. Bavê me yê dilovan Yehowa naxwaze ku em êşê bikişînin (Îşaya 63:9). Dîsa jî, ew me ji hemû tengasiyan naparêze. Tengasiyên me dikarin wek pêta êgir me bişewitînin (Îşaya 43:2 bixwîne). Lê belê, Xwedê wê alî me bike ku em li hemberî tengasiyên xwe tehemûl bikin. Ewê qet îznê nede ku tengasiyên me zerarê bidin me. Wekî din, Yehowa bi destê ruhê pîroz qewetê dide me ku em sebir bikin (Lûqa 11:13; Filîpî 4:13). Belê, ji bo ku em sebir bikin û ji wî re dilsoz bimînin, em dikarin ji dil bawer bin ku Xwedê wê her tiştê ku ji me re lazim e bide me.d

YEHOWA JI ME ÇI DIXWAZE?

9. Li gor Aqûb 1:6, 7, çima gerek em bawer bikin ku Yehowa wê alî me bike?

9 Yehowa dixwaze ku em baweriya xwe bi wî bînin (Îbranî 11:6). Car caran, derdên me bêçare xuya dikin. Belkî şik dikeve dilê me ku Yehowa wê alî me bike yan na. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku bi qeweta Xwedê, em dikarin ji “dîwar û çeper” derbas bibin (Zebûr 18:29). Loma li şûna ku em dudilî bibin, gerek em ji dil dua bikin û bawer bikin ku Yehowa wê cewaba duayên me bide (Aqûb 1:6, 7 bixwîne).

10. Em çawa dikarin li gor duayên xwe hereket bikin? Mîsalekê bide.

10 Yehowa dixwaze ku em li gor duayên xwe hereket bikin. Mesela, birayekî me xîret dike ku ji bo komcivînê tatîlê bistîne û vê daxwazê di duayên xwe de ji Yehowa re dibêje. Yehowa çawa dikare cewaba vê duayê bide? Dibe ku ew cesaretê bide birayê me ku bi serkarê xwe re li ser vê meseleyê bipeyive. Lê gerek birayê me bi xwe here cem serkarê xwe û daxwaza xwe bîne ziman. Belkî hewce ye ku ew gelek caran bipirse. Dibe ku birayê me ji serkarê xwe re dibêje ku ew dikare di rojeke din de bişixule. Yan jî, birayê me dibêje ku eger lazim be, meaşê wî dikare bê kêmkirin.

11. Çima gerek em bi dewamî ji bo xemên xwe dua bikin?

11 Yehowa dixwaze ku em bi dewamî ji bo xemên xwe dua bikin (1. Selanîkî 5:17). Ji gotinên Îsa Mesîh xuya dibe ku hin daxwazên me wê zû neyên cih (Lûqa 11:9). Loma dev ji xîreta xwe bernede! Her tim ji dil dua bike (Lûqa 18:1-7). Eger em wisa bikin, Yehowa wê bibîne ku ev mesele ji bo me pir muhîm e. Wekî din, emê îsbat bikin ku em xwe dispêrin alîkariya Yehowa.

ÇIMA GEREK EM HIN DAXWAZÊN XWE BELKÎ BIGUHERÎNIN?

12. (a) Di heqê daxwazên me de, em dikarin ji xwe çi bipirsin, û çima? (b) Em çawa dikarin di duayên xwe de hurmetê ji Yehowa re nîşan bidin? (Li çarçoveya “Gelo Daxwazên Min Hurmetê Didin Yehowa?” binêre.)

12 Eger em cewaba duayeke xwe nestînin, em dikarin sê pirsan ji xwe bipirsin. A yekê: Gelo ez ji bo tiştê rast dua dikim? Gelek caran, em difikirin ku em dizanin ji bo me tiştê herî baş çi ye. Lê belkî ev daxwaza me ne ji bo xêra me ye. Dema ku em difikirin ku em çareya problemekê dizanin û ji bo wê dua dikin, belkî çareyeke baştir heye. Û dibe ku hin tiştên ku em dixwazin ne li gor armanca Yehowa ne (1. Yûhena 5:14). Mesela, ka dîsa bala xwe bide serpêhatiya dê û bavê ji paragrafa yekê. Wan ji Yehowa dixwest ku zarokên wan di rêya rastiyê de bimîne. Ev daxwaza wan ewilî maqûl xuya dike. Lê Yehowa zorê nade tu kesî ku jê re xizmetê bike. Ew dixwaze ku her kes, heta zarokên me jî, ji dil ji wî re îbadetê bikin (5. Mûsa 10:12, 13; 30:19, 20). Loma, dê û bav dikarin ji Yehowa bixwazin ku gotinên wan bigihîjin dilê zarokên wan. Bi vî awayî, ew dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew ji Yehowa hez bikin û bibin dostê wî (Methelokên Silêman 22:6; Efesî 6:4).

Gelo Daxwazên Min Hurmetê Didin Yehowa?

Yehowa Bavekî dilovan e û dixwaze daxwazên me bîne cih. Wekî din, ew Xaliqê me ye û hêja ye ku em hurmetê bidinê (Peyxam 4:11). Gava tu dua dikî, tu çawa dikarî ji Bavê xwe yê li ezmanan re qedir nîşan bidî?

  • Bala xwe bidê ku niyeta te rast be û daxwazên te li gor armanca Xwedê bin (1. Yûhena 5:14). Gerek em hay jê hebin ku em di duayên xwe de xwehez nebin, yanî gerek em tenê li ser daxwaz û hewcedariyên xwe nesekinin. Aqûb ji xizmetkarên Xwedê re got ku eger ew “bi niyeta xerab” tiştekî bixwazin, Xwedê wê daxwaza wan red bike (Aqûb 4:3).

  • Li ser daxwaza xwe înadê neke (Meta 4:7). Bawer bike ku Yehowa dizane çawa bi awayê herî baş cewaba duayên te bide. Û carinan ew ne wek em dixwazin, lê bi awayekî din bersivê dide (Efesî 3:20).

  • Ji bo tiştên ku ew her roj dide te şikir bike. Gava tu ji Xwedê re dibêjî ku tu qîmetê didî alîkariya wî, bîne ber çavê xwe ku ew çi qas dilxweş dibe (Kolosî 3:15; 1. Selanîkî 5:17, 18).

13. Li gor Îbranî 4:16, Yehowa wê kengê alî me bike? Zelal bike.

13 Pirsa diduyan: Gelo niha wexta rast e ku Yehowa daxwaza min bîne cih? Belkî em difikirin ku gerek em zû cewaba duayên xwe bistînin. Lê Yehowa di wexta rast de alî me dike (Îbranî 4:16 bixwîne). Eger em cewaba duayên xwe zû nestînin, belkî em difikirin ku Yehowa dibêje ‘Na’. Lê bi eslê xwe belkî cewaba wî ‘Ne niha’ ye. Mesela, dîsa li ser birayê nexweş, ê ku dixwest qenc bibe, bifikire. Eger Yehowa ew bi mucîzeyekê qenc bikira, Îblîs dikaribû bigota ku ew birayê ciwan tenê ji bo vê qenciya Yehowa dilsoz maye (Eyûb 1:9-11; 2:4). Jixwe Yehowa ji bo qenckirina hemû nexweşiyan dem hilbijartiye (Îşaya 33:24; Peyxam 21:3, 4). Heta wê rojê, em nikarin li hêviya mucîzeyan bin. Loma birayê me dikare ji Yehowa qewet û dilrihetiyê bixwaze, da ku ew her gav sebir bike û bi dilsozî ji Xwedê re xizmetê bike (Zebûr 29:11).

14. Tu ji serpêhatiya Cenîsê çi dielimî?

14 Serpêhatiya Cenîsê dîsa bîne bîra xwe. Wê ji bo xizmeta li Beytelê dua dikir. Piştî pênc salan, wê fehm kir ku Yehowa çawa cewaba duaya wê dabû. Ew dibêje: “Di wê demê de, Yehowa ez perwerde dikirim ku bibim xizmetkareke gihîştî. Lazim bû ku ez hê zêdetir xwe bispêrim wî û bi rêk û pêk lêkolîna şexsî bikim. Û ez hîn bûm ku dilxweşiya min ne bi şert û mercên jiyanê ve girêdayî ye.” Paşê, Cenîs û zilamê wê dest bi xizmeta çavdêriya herêmê kir. Îro Cenîs dibêje: “Yehowa cewaba duayên min da, lê ne bi awayê ku min hêvî dikir. Ji bo ku ez fehm bikim ku cewaba Yehowa ji bo xêra min bû, gelek wext ji min re lazim bû. Ez ji bo vê hezkirin û dilovaniya Yehowa pir şikirdar im.”

Resim: 1. Du xwişk forma ji bo Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê tije dikin. Her yek ji wan berî tijekirina formê dua dike. 2. Di Salona Îbadetê de, yek ji wan xwişkan dawetnameya kursê ji hevalên xwe re nîşan dide; xwişka ku eynî form tije kiriye li cem wan e. 3. Xwişka ku ji bo kursê nehatiye dawetkirin ji Yehowa re dua dike û paşê nameyekê dinivîse. Dû re ew li welatekî din xizmetê dike û di projeyeke avakirina avahiyên teşkîlatê de kar dike.

Eger tu difikirî ku te cewaba duayên xwe nestandiye, belkî baştir e ku tu ji bo tiştên din dua bikî (Li paragrafa 15an binêre)f

15. Çima gerek em li ser hin daxwazên xwe înadê nekin? (Li resiman jî binêre.)

15 Pirsa sisêyan: Gelo ez li ser hin daxwazên xwe înadê dikim? Helbet, ne tiştekî xerab e ku em daxwazên xwe hûr û kûr bînin ziman. Lê carinan belkî baştir e ku em di duayên xwe de li ser hin daxwazên xwe înadê nekin. Bi vî awayî, em fersendê didin Yehowa ku rêya xwe ji me re nîşan bide. Ka bala xwe bide mîsala xwişka azib, a ku dixwest here Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê. Niyeta wê ev bû: Wê dixwest here cihekî ku li wê derê zêdetir mizgînvan lazim in. Loma, ew dikare hem ji bo çûyîna kursê hem jî ji bo berfirehkirina xizmeta xwe dua bike (Karên Şandiyan 16:9, 10). Dû re, ew dikare li gor duayên xwe hereket bike û ji çavdêrê herêmê bipirse ku ji bo kîjan civata nêzîk zêdetir pêşeng lazim in. Yan jî, ew dikare ji buroyê re binivîse û bipirse ka li ku derê zêdetir mizgînvan lazim in.e

16. Em dikarin ji çi emîn bin?

16 Wek me dît, em dikarin emîn bin ku Yehowa wê cewaba duayên me bi awayekî dilovan û bi edalet bide (Zebûr 4:3; Îşaya 30:18). Carinan dibe ku em cewaba ku em hêvî dikin, nestînin. Lê Yehowa wê tu caran duayên me piştguh neke. Ew ji me pir hez dike. Û ewê me qet terk neke (Zebûr 9:10). Ji ber vê yekê, “her tim bi wî bawer” be û “dilê xwe li ber wî” veke (Zebûr 62:8, KP).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Gava em dua dikin, em dikarin ji Yehowa çi hêvî bikin?

  • Yehowa ji me çi dixwaze?

  • Çima gerek em hin daxwazên xwe belkî biguherînin?

KILAM 43 Duaya Şikurdariyê

a Di vê meqaleyê de tê şîrovekirin ku em çima dikarin bawer bin ku Yehowa wê cewaba duayên me her tim bi awayekî dilovan û bi edalet bide.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

c Li meqaleya bi navê “Gelo Tu Bawer î ku Qerarên Yehowa Her Tim Rast in?” binêre (Birca Çavdêriyê, Sibat 2022, par. 3-6).

d Li ser jw.org li vîdeoya bi navê Dua Alî Me Dike ku Em Sebir Bikin temaşe bike.

e Ji bo rêberiya zêde, li kitêba Organized to Do Jehovah’s Will (beş 10, par. 6-9, bi zimanê Îngilîzî) binêre.

f RESIM: Du xwişk berî tijekirina forma ji bo Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê dua dikin. Piştî demekê, tenê yek ji wan tê dawetkirin. Li şûna ku ew pir xemgîn bibe, xwişka ku nehatiye dawetkirin, dua dike û ji Yehowa rêberiyê dixwaze ku ew çawa dikare xizmeta xwe berfirehtir bike. Paşê ew ji buroyê re nameyekê dinivîse û tîne ziman ku ew hazir e ku li cihekî din xizmetê bike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne