KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w23 Tîrmeh r. 8-13
  • Hezkirina Xwe Mezintir Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Hezkirina Xwe Mezintir Bike
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HEZKIRINA DI NAV XWE Û YEHOWA DE MEZINTIR BIKE
  • HEZKIRINA DI NAV XWE Û KESÊN DIN DE MEZINTIR BIKE
  • TESÎR Û FEYDEYA HEZKIRINÊ
  • Îzin Nede Ku Hezkirina Te Sar Bibe
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Hezkirina di Nav Xwe de Germ Bihêlin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Hezkirin Sifateke Pir Biqîmet
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Ciwanno, Piştî Binavbûnê bi Pêş ve Herin!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
w23 Tîrmeh r. 8-13

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 30

Hezkirina Xwe Mezintir Bike

“Hûn jî wisa di hezkirinê de rêve herin” (EFESÎ 5:2).

KILAM 2 Yehowa Navê Te ye

PÊŞGOTINa

1. Gava te dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir, tu çi hîn bûyî?

GAVA te dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir, tê bîra te? Belkî te nizanibû ku navê Xwedê heye. Belkî dilê te rihet bû ku Xwedê tu kesî di cehenemê de naşewitîne. Û belkî gelek kêfa te hat ku tuyê miriyên xwe dîsa bibînî û bi wan re li ceneta li rûyê erdê bijî.

2. Piştî hînbûna rastiyên Kitêba Pîroz, tu çawa bi pêş ve çûyî? (Efesî 5:1, 2)

2 Her ku te Peyva Xwedê lêkolîn dikir, te zêdetir ji Yehowa hez dikir. Vê hezkirinê dilê te xurt dikir ku tu tiştên hînbûyî bînî cih. Bi alîkariya prensîpên Kitêba Pîroz, te qerarên baştir dida. Ji ber ku te dixwest ku Xwedê ji te razî be, te jiyana xwe serrast kir. Çawa ku zarok çav didin dê û bavê xwe, te jî çav dida Bavê xweyî ezmanî (Efesî 5:1, 2 bixwîne).

3. Dibe ku em çi ji xwe dipirsin?

3 Dibe ku em ji xwe dipirsin: “Piştî ku ez bûm Şahidê Yehowa, gelo hezkirina di nav min û Yehowa de xurttir bûye? Ji wê rojê û vir ve, gelo ez mîna Yehowa zêdetir hezkirinê ji xwişk û birayan re nîşan didim?” Eger ‘hezkirina te ya pêşî’ hinekî sar bûye, xemgîn nebe. Di sedsala yekê de, ev yek hat serê şagirtên Îsa Mesîh jî. Îsa Mesîh ew red nekirin û ew me jî red nake (Peyxam 2:4, 7). Ew dizane ku em dikarin hezkirina xwe wekî berê dîsa ava bikin.

4. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?

4 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin hezkirina di nav xwe, Yehowa û kesên din de bi dewamî mezintir bikin. Dû re, emê bala xwe bidinê ku Yehowa wê hezkirina me çawa bibereket bike.

HEZKIRINA DI NAV XWE Û YEHOWA DE MEZINTIR BIKE

5-6. (a) Çi hat serê Pawlosê şandî? (b) Çi alî wî dikir ku ew bi dewamî ji Yehowa re xizmetê bike?

5 Pawlosê şandî bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet dikir, lê ew rastî gelek tengasiyan hatibû. Wî gelek caran li ser rêyên dûr û dirêj rêwîtî dikir, û rêwîtiyên berê ne ew qas rihet bûn. Li ser rêya xwe, Pawlosê şandî carinan “di talûkeyên çeman re” û “di talûkeyên rêbiran de” derbas dibû. Carinan jî, wî ji aliyê dijminan ve lêdan xwar (2. Korîntî 11:23-27). Wekî din, xwişk û birayan car caran qîmet nedida ked û xîreta wî (2. Korîntî 10:10; Filîpî 4:15).

6 Çi alîkariya Pawlosê şandî dikir ku ew bi dewamî ji Yehowa re xizmetê bike? Pawlosê şandî bi destê Nivîsarên Pîroz û tecrûbeyên xwe sifetên Yehowa baştir nas dikirin. Wî bawer dikir ku Yehowa Xwedê ji wî hez dike (Romayî 8:38, 39; Efesî 2:4, 5). Û hezkirina Yehowa di dilê wî de mezintir dibû. Pawlosê şandî hezkirina xwe ya ji Yehowa bi vê yekê nîşan dida ku wî “ji pîrozan re” xizmet dikir (Îbranî 6:10).

7. Çi dikare hezkirina Yehowa di dilê me de mezintir bike?

7 Gava em Peyva Xwedê kûr lêkolîn dikin, hezkirina Xwedê di dilê me de mezintir dibe. Di dema xwendina Kitêba Pîroz de, bi têra xwe bifikire ku ew qisim di heqê Yehowa de çi nîşan dide. Ji xwe bipirse: “Ev serpêhatî çawa nîşan dide ku Yehowa ji min hez dike û çawa alî min dike ku ez ji Yehowa hez bikim?”

8. Duakirin çawa alî me dike ku em hezkirina ji Xwedê mezintir bikin?

8 Wekî din, gava em her roj ji Yehowa re dua dikin û dilê xwe ji wî re vedikin, hezkirina wî di dilê me de mezintir dibe (Zebûr 25:4, 5). Û Yehowa wê cewabê bide duayên me (1. Yûhenna 3:21, 22). Xwişkeke bi navê Khanh, ji Asyayê, dibêje: “Di serî de, hezkirina min a ji Yehowa tenê li ser zanînê hatibû avakirin. Lê çaxê min dît ku ew cewaba duayên min dide, hezkirina di nav me de hê jî mezintir bû. Îcar min dixwest ku bi gotin û kirinên xwe dilê Xwedê xweş bikim.”b

HEZKIRINA DI NAV XWE Û KESÊN DIN DE MEZINTIR BIKE

9. Tîmotêyos çawa nîşan dida ku hezkirina wî ya ji kesên din mezintir bûye?

9 Çend salan piştî ku ew bû şagirtê Îsa Mesîh, Pawlosê şandî xortekî delal ê bi navê Tîmotêyos nas kir. Tîmotêyos ji Yehowa û ji mirovan hez dikir. Pawlos di heqê Tîmotêyos de ji Filîpiyan re wisa got: “Tu kesê min ê ku mîna wî bi dil û can li ser we bifikire û ji bo hal û rewşa we xemê bixwe tune” (Filîpî 2:20). Pawlos ne ji bo ku hunera xeberdanê bi Tîmotêyos re hebû, lê ji ber ku wî ji xwişk û birayan gelekî hez dikir, pesnê wî dida. Bê guman xwişk û bira bi ziyaretên Tîmotêyos gelekî kêfxweş dibûn (1. Korîntî 4:17).

10. Xwişka me Anna û zilamê wê çawa nîşan dida ku ew ji xwişk û birayan hez dikin?

10 Em xîret dikin ku ji xwişk û birayan re qenciyê bikin (Îbranî 13:16). Ka bala xwe bide serpêhatiya Anna, ya ji meqaleya berê. Piştî felaketeke tebîetê, ew û zilamê wê çûn ziyareta malbatekê û wan dît ku baniyê xênî hatiye hilweşandin. Ji ber vê yekê, ew malbat bê cilên paqij mabû. Xwişka me Anna dibêje: “Me cilên wan birin, şûştin, ûtî kirin û dîsa dan wan. Ji bo me, ev yek ne zehmet bû. Bi saya vê yekê, me dostaniyeke saxlem, a ku heta îro dewam dike, ava kir.” Ji ber ku Anna û zilamê wê ji xwişk û birayan hez dikir, wan alîkariya wan dikir (1. Yûhenna 3:17, 18).

11. (a) Hezkirina me çawa li ser kesên din tesîr dike? (b) Li gor Methelokên Silêman 19:17, Yehowa li ser hezkirin û qenciya me çi difikire?

11 Gava em qenciyê li kesên dikin û hezkirinê ji wan re nîşan didin, ew dikarin bibînin ku em xîret dikin ku Yehowa ji xwe re mînak bigirin. Bê şik ew gelek qîmetê didin qenciya me. Xwişka me Khanh wan kesên ku alî wê kir qet ji bîr nake. Ew dibêje: “Ez ji bo hemû xwişkên delal, ên ku ez bi xwe re dibirim xizmetê, pir şikirdar im. Wan ez dibirim mala xwe, me bi hev re nan dixwar û wan alî min dikir ku ez sax û selamet vegerim malê. Îro, ez dizanim ku ji bo vê yekê ked û xîret lazim bû, lê wan ev yek bi kêfxweşî dikir.” Helbet, ne her kesê ku em qenciyê li wî dikin, şikirdariya xwe tîne zimên. Xwişka me Khanh wisa dibêje: “Xwezî min eynî qencî li kesên ku alîkariya min kiribû bikira, bes ez nizanim ew îro li ku derê dijîn. Lê belê, haya Yehowa ji her tiştî heye, û ez dua dikim ku ew wan bibereket bike.” Belê rast e, Yehowa her qenciya biçûk, a ku em ji bo kesên din dikin, dibîne. Ew qenciya me mîna fedakariyeke biqîmet dibîne û ewê me xelat bike (Methelokên Silêman 19:17 bixwîne).

Resim: Birayek ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçe. 1. Gava kesên din tên civînê, ew silavê li wan dike. 2. Ew di civînê de bersivekê dide. 3. Ew tevî xwişkeke extiyar, a ku di erebeya seqetan de rûniştî ye, xizmeta bi erebeya weşanan dike. 4. Ew serdana birayekî extiyar ê nexweş dike.

Kesê ku ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçe, xîret dike ku alîkariya kesên din bike (Li paragrafa 12an binêre)

12. Birayên me çawa dikarin hezkirina xwe ji civatê re nîşan bidin? (Li resiman jî binêre.)

12 Gelo birayên me çawa dikarin hezkirina xwe ji kesên din re nîşan bidin û alîkariya wan bikin? Birayekî ciwan ê bi navê Jordan ji rîspiyekî pirsî ka ew çawa dikare zêdetir alîkariya civatê bike. Rîspî ji bo pêşveçûna wî pesnê wî da û dû re çend tewsiye dan wî. Mesela, wî ji Jordan re got ku ew dikare zûtir bê Salona Îbadetê û silavê li kesên din bike, di civînan de cewaban bide û bi xwişk û birayên koma xwe re bi dewamî derkeve xizmetê. Wekî din, ew dikare bala xwe bidê ku ew çawa dikare destekê bide kesên din. Jordan li gor van tewsiyeyan hereket kir. Ew hem hînî tiştên nû dibû hem jî hezkirina xwişk û birayan di dilê wî de mezintir dibû. Jordan elimî ku gava birayek dibe alîkarê xizmetê, ew ne ji nû ve dest bi alîkariya kesên din dike, lê bi vê yekê dewam dike (1. Tîmotêyos 3:8-10, 13).

13. Hezkirinê çawa alî birayekî kir ku ew dîsa wek rîspî xizmetê bike?

13 Gelo te berê wek alîkarê xizmetê yan wek rîspî xizmet dikir? Yehowa xîret û hezkirina te qet ji bîr nake (1. Korîntî 15:58). Ew dibîne ku tu hê jî hezkirinê nîşan didî. Birayekî bi navê Christian rîspî bû. Gava wî ev îmtiyaza xwe winda kir, dilê wî êşiya. Ew dibêje: “Min qerar da ku bi dil û can ji Yehowa re xizmetê bikim – ferq nake ku îmtiyaza min hebe yan na.” Bi zeman re, ew dîsa wek rîspî hat tayînkirin. Christian dibêje: “Di serî de, min xwe hêjayî vê wezîfeyê nedidît. Lê min ev qerar da: Madem ku Yehowa dixwaze ku ez dîsa wek rîspî xizmetê bikim, helbet ezê vê yekê ji ber hezkirina Yehowa û xwişk û birayan bikim.”

14. Em ji gotinên xwişkeke ji Gurcistanê çi dielimin?

14 Em ne tenê ji xwişk û birayên xwe, lê ji hemû mirovan hez dikin (Metta 22:37-39). Mesela, xwişka me Elena, ya ku ji Gurcistanê ye, wisa dibêje: “Di destpêkê de, tenê hezkirina min a ji Yehowa ez teşwîq dikirim ku herim xizmetê. Lê her ku hezkirina min a ji Yehowa mezintir dibû, hezkirina min a ji mirovan jî mezintir dibû. Min dianî ber çavê xwe ku ew rastî çi probleman tên û çi mijar ji bo wan bifeyde ye. Her ku ez li ser wan difikirîm, min zêdetir dixwest alîkariya wan bikim” (Romayî 10:13-15).

TESÎR Û FEYDEYA HEZKIRINÊ

Resim: 1. Di dema pandemiya koronavîrûsê de, jin û mêrek alîkariya xwişkeke extiyar dikin ku ew çawa dikare tableta xwe bi kar bîne. Ew hemû li derve ne û maske û lepik li xwe kirine. 2. Paşê, resmên biçûk nîşan didin ku gelek ji merivên xwişka me ya extiyar bi rêya vîdeokonferansê beşdarî Bîranînê bûne.

Hezkirin û qenciya me dikare tesîreke mezin li kesên din bike (Li paragrafên 15 û 16an binêre)

15-16. Hezkirina me çawa li ser kesên din tesîr dike? (Li resim jî binêre.)

15 Gava em hezkirinê ji xwişk û birayan re nîşan didin, ne tenê ew ji vê yekê feydeyê dibînin. Piştî ku pandemiya koronavîrûsê dest pê kir, birayekî bi navê Paolo û xanima wî alîkariya gelek xwişkên salmezin dikir ku ew cîhazên elektronîk ji bo xizmetê bi kar bînin. Xwişkeke ku di serî de zehmetî didît ku cîhaza xwe bi kar bîne, dawiya dawî bi ser ket. Loma, wê dikaribû merivên xwe dawetî Bîranînê bike. 60 ji wan bi rêya vîdeokonferansê hatin! Hem xwişka me hem jî merivên wê ji xîreta birayê me Paolo û xanima wî feyde dît. Paşê, xwişka me ji Paolo re nivîsand: “Gelek spas ku we em kesên kal û pîr hîn kirin. Ez qet ji bîr nakim ku Yehowa Xwedê çawa bi destê ked û xîreta we li me xwedî derket.”

16 Paolo ji vê tecrûbeyê derseke pir muhîm stand. Hezkirin ji zanînê û ji huneran muhîmtir e. Ew dibêje: “Berê min wek çavdêrê herêmê xizmet dikir. Îro, dibe ku xwişk û birayan gotarên min ji bîr kirine, lê ew alîkariya ku min daye wan tu caran ji bîr nakin.”

17. Gava em hezkirinê nîşan didin, ev yek ji bo kê jî bifeyde ye?

17 Gava em hezkirinê ji kesên din re nîşan didin, em bi xwe feydeyê jê dibînin. Ka bala xwe bide serpêhatiya birayê me Jonathan, ê ku li Zelandaya Nû dijî. Rojeke Şemiyê piştî nîvro dinya gelekî germ bû û wî dît ku birayekî pêşeng bi tena serê xwe xizmetê dike. Jonathan qerar da ku her roja Şemiyê bi wî re derkeve xizmetê. Wê çaxê, ew nedifikirî ku ev yek wê feydeyeke mezin li wî jî bike. Jonathan dibêje: “Wê demê, min ji xizmetê hez nedikir. Lê gava min dît ku wî çi qas baş û bitesîr xizmet dikir, min gav bi gav ji xizmetê şabûn distand. Wekî din, dostekî min ê baş çêbû, û wî alî min dikir ku ez ji xizmetê hez bikim û nêzîktirî Yehowa bibim.”

18. Yehowa dixwaze ku em çi bikin?

18 Yehowa dixwaze ku em hezkirina ji wî û ji kesên din di dilê xwe de mezintir bikin. Wek ku em hîn bûn, eger em Peyva Xwedê bixwînin, li ser wê kûr bifikirin û her roj ji Xwedê re dua bikin, hezkirina di nav me û Xwedê de wê mezintir bibe. Gava em destekê didin xwişk û birayan, em nîşan didin ku em ji dil ji wan hez dikin. Her ku hezkirina me mezintir bibe, emê nêzîktirî Yehowa û xwişk û birayan bibin. Û ev dostaniyên saxlem wê heta hetayê dewam bikin!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Tu çawa dikarî hezkirina di nav xwe û Yehowa de mezintir bikî?

  • Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji xwişk û birayan hez dikî?

  • Eger em hezkirina xwe nîşanî kesên din bidin, emê çi feydeyan bistînin?

KILAM 109 Ji Dil Hez Bike

a Em nû hatibin rastiyê yan em bi gelek salan ji Yehowa re xizmetê dikin ferq nake. A esas ew e ku em bi dewamî bi pêş ve herin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin hezkirina ji Yehowa û ji kesên din di dilê xwe de mezintir bikin. Di dema lêkolînkirina vê meqaleyê de, bifikire ku tu heta niha çi qas bi pêş ve çûyî û tu çawa dikarî hê zêdetir bi pêş ve herî.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne