QISIM 5
Di Wexta Tofana Nûh de kê Guh Da Xwedê?
Di dema Nûh pêxember de, mirovan xerabî dikir. 1. Mûsa 6:5
Zarokên Adem û Hewayê çêbûn, û li ser dinyayê mirov pir bûn. Bi zeman re, hin melekên din jî mîna Şeytan serê xwe li ber Xwedê hilda.
Ew hatin ser dinyayê û bedenên mirovî girtin ku bi keçikên mirovan re bizewicin. Lawên wan jinan gelek dirêj û zalim bûn.
Dinya bi mirovên xerab tije bû. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Li rûyê erdê, xerabiya ku mirov dike pirr e, eql û ramana wî tim û tim li ser xerabiyê ye.”
Nûh guh da Xwedê û gemiyek çêkir. 1. Mûsa 6:13, 14, 18, 19, 22
Nûh pêxember mirovekî baş bû. Yehowa jê re got, ‘ezê mirovên xerab bi tofaneke mezin bikujim.’
Paşê Xwedê ji Nûh re got, ‘gemiyeke mezin çêke, bi jin û zarokên xwe re tê keve û her cins heywanan tê ke.’
Nûh ji her kesî re got ku tofan nêzik e, lê kesî guh neda. Hinek pê kenîn, hinekan jî jê nefret kir.
Çaxa ku gemî hazir bû, Nûh heywan tê kirin.