BEŞ 3
Tofana Nûh
Xweda gava cîhaneke xerab ji holê rakir, Nûh û malbata wî li jiyanê hiştin.
HER ku mirov zêde bûn, guneh û xerabî zû li cîhanê belav bûn. Hanok (ku wekî Îdrîs jî tê nasîn) ligel ku di nav wan mirovan de, wekî pêxamberekî bi tenê ma jî, ew hişyar kirin û got ku Xweda wê rojekê yên ku guh nadin wî, bi tevahî ji holê rake. Lê xerabî li cîhanê belav bû û her ku çû zêdetir bû. Hin milyaketan bi terkkirina cihê xwe yê li ezmanan, li dijî Yahowa Xweda serî hil dan. Ew li ser rûyê erdê ketin şiklê mirovan û bi jinan re zewicîn. Ji encama van têkiliyên wan ên nexwezayî nîjadeke melez a ku jê re dêw (nefîl) tê gotin, peyda bû û ew li ser rûyê erdê bûn sedemê xwînrijandin û zêdebûne zordariyê. Xweda bi dîtina helakbûyîna afirîdên xwe yên li cîhanê zehf xemgîn bû.
Piştî mirina Hanok di wê cîhana xerab de, zilameke zehf cûda derket holê. Navê wî Nûh bû. Ew û malbata wî tim xebitîn, da ku tiştên di çavên Xweda de rast in, bikin. Gava Xweda biryara helakkirina yên ku li ser rûyê erdê xerab bûbûn da, xwest ku ligel Nûh, ajalên li ser rûyê erdê jî biparêze. Lewre wî ji Nûh re fermana çêkirina keştiyekî da û ev keştî divê bi awayeke çarrikin bihata çêkirin. Nûh û malbata wî di vê tofana ku di demeke nêzîk de dihat, tevî ajalên ku zêdehiya cûreyên wan nayên hijmarê, wê di vê keştiyê de sax bimana. Nûh bi ya Xweda kir. Wî di pêvejoya kêm-zêde 50 salên ku bi çêkirina vê keştiyê ve derbas kirin de, wekî “peyvbêjê rastiyê” jî, peywira xwe pêk anî (2. Petrûs 2:5, MIZ). Wî derbarê tofana ku wê bihata de, mirov hişyar kirin, lê wan guh nedan Nûh. Di dawiyê de êdî dema ku Nûh û malbata xwe tevî ajalan bikeve keştiyê hat. Xweda deriyê keştiyê li paş wan girt. Û baranê dest pê kir.
Baran di pêvejoya 40 roj û 40 şevan de, bi awayeke zehf dijwar barî û di dawiyê de, tevahiya rûyê erdê di bin avan de ma. Yên xerab bi vî awayî ji holê rabûn. Piştî bihûrîna gelek mehan, avan dest bi daketinê kir û keştî li ser çiyayekî rûnişt. Yên di keştiyê de piştî ku bi qasî salekî di hûndirê keştiyê de man, bi saxî derketin derve. Nûh bi pêşkêşkirina goriyekî, ji Yahowa Xweda re şikirdariyên xwe anîn ziman. Li ser vê yekê Xweda soza ku careke din tevahiya jiyana li ser rûyê erdê bi tofaneke din ji holê raneke, da Nûh û malbata wî. Yahowa ji bo bîranîna vê soza xwe ya xemrevînde, li ezmanan wekî nîşaneke dîtbar kêskesorek da xuyakirin.
Xweda piştî tofanê ji malbata mirovî re hin fermanên din ragihand in. Wî destûr da ku ew goştê ajalan bixwin. Lê wî ligel vê yekê, xwarina xwînê qedexe kir. Herweha Xweda ji neviyên Nûh re Ferman da ku ew li ser tevahiya rûyê erdê belav bin, lê ji wan hinekan guh nedan vê Fermanê. Hin mirov di bin serokatiya zilameke ku jê re Nîmrût tê gotin de li hev civiyan û hewl dan ku li bajarê ku paşê jê re Babîl hat gotin, bircekî ava bikin. Mabesta wan ew bû, ku bi vê yekê li dijî Fermana Xweda ya ku gotibû, li ser tevahiya rûyê erdê belav bin, serî hildin. Lê Xweda hişê van mirovên birik ên ku heta wê çaxê bi yek zimanekî diaxivîn, tevlihev kir, da ku ew bi zimanên cûda biaxivin û bi vî awayî ji wan re bû asteng. Gava wan ji zimanên hevdû fêm nekir, dev ji avakirina bircê berdan û belav bûn.
Ji 1. Mûsa beşên 6 heta 11 û Cihûda 14, 15.