-
Kal di cemaetê de çawa ji xûşk û birayan re xizmetê dikin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 15
Kal di cemaetê de çawa ji xûşk û birayan re xizmetê dikin?
Fînlanda
Cemaetê dielimîne
Ziyareta Şivantiyê dike
Mizgîniyê belav dikin
Di nav me de sinifeke ruhban, an jî însanên dîndar ên bi meaş tunin. Feqet wekî cemaetên pêşî yên taqîbkarên Îsa Mesîh, îro jî kalên kafî, yanî kesên çavdêr tên tayînkirin. Ew kal di cemaetê de şivantiyê dikin (Karên Şandiyan 20:28). Ev birayên ku ji aliyê ruhî ve gihîştî ne, “ne ji mecbûrî, lê ji dil ... ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî” şivantî û rêberiyê dikin (1. Petrûs 5:1-3). Eceba ew ji bo me çi dikin?
Li me xwedî derdikevin û me muhafize dikin. Kal di cemaetê de rêberiyê dikin û ji xûşk û birayan re yardim dikin. Loma xûşk û bira jî îrtibata xwe ya bi Yehowa Xweda re muhafize dikin. Çimkî kal dizanin ku wan ev wezîfeya muhîm ji Yehowa Xweda standiye. Loma ew li ser cemaeta WÎ efendîtiyê nakin. Ew ji bedela vê yekê ji bo xêr û dilşadiya ferdên cemaetê dixebitin (2. Korîntî 1:24). Çawa ku şivanek ji nêzîk ve li her miyeke xwe eleqedar dibe, kal jî mesûliyeta xwe wer tînin cih. Ew dişixulin ku her ferdekî cemaetê ji nêzîk ve nas bikin (Methelokên Silêman 27:23).
Me dielimînin ku em îradeya Xwedê weynin cih. Kal di îbadetên ku her hefte tên kirin de, rêberiyê dikin. Ew di îbadetan de, gotarên ku îmana me saxlem dikin, teqdîm dikin (Karên Şandiyan 15:32). Ev birayên sadiq, di eynî wextê de ji îşê îlankirina Mizgîniyê re jî, rêberiyê dikin. Kal di vî îşî de, bi me re dixebitin û ji bo xizmetê ji her aliyî ve, me talîm dikin.
Ji me her yekî re bi xisûsî dibin destek. Kal ji bo ku îhtiyaçên me yên ruhî temîn bikin, bi xwe tên mala me. Ew carna jî di Salona Îbadetê de, bi me re sohbet dikin. Kalên cemaetê bi vî şikilî ji Kitêba Pîroz malûmatên bi feyde, yên ku însanan teselî dikin bi me re parve dikin (Aqûb 5:14, 15).
Pirraniya kalan xwediyê îş û aîleyê ne. Loma bi ser wezîfeya wan a di cemaetê de, hê gelek tiştên din jî hene ku ew gerek jê re wextê veqetînin. Kal vê xizmetê ji dil û can dikin. Loma ev birayên sadiq heq dikin ku em ji wan re hurmetê nîşan bidin (1. Selanîkî 5:12, 13).
Wezîfeyên kalên cemaetê çi ne?
Kal çawa li me eleqedar dibin?
-
-
Alîkarên xizmetê kîjan wezîfeyê dikin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 16
Alîkarên xizmetê kîjan wezîfeyê dikin?
Myanmar
Di îbadetê de
Di hevdîtina ji bo belavkirina Mizgîniyê de
Wexta ku Salona Îbadetê temîz dike
Kitêba Pîroz behsa du komên ku di cemaetê de mesûliyeta xwe hene dike: Kal û alîkarên xizmetê (Filîpî 1:1). Bi genelî di her cemaetekê de çend birayên ku van xizmetan tînin cih, hene. Eceba alîkarên xizmetê ji bo me çi dikin?
Ji kalan re dibin destek. Ha gênc be, ha jî extiyar be, temamê alîkarên xizmetê ew kes in ku wezîfeya xwe bi şikilekî ji dil tînin cih. Ew bi Xwedê re xwediyê îrtibateke saxlem in û pirr bi îtimad in. Ew di cemaetê de û di Salona Îbadetê de, îşên ku gerek bi şikilekî muntezam werin kirin, tînin cih. Bi saya vê yekê, kal jî dikarin ji bo mesûliyeta xwe ya elimandin û şivantiyê hê zêdetir wextê serf bikin.
Ji bo cemaetê xizmetên çeşîd bi çeşîd dikin. Ji hin alîkarên xizmetê re wezîfe tê dayîn ku ew pêşwaziya kesên ku tên îbadetê bikin. Ji hinekan re jî wezîfe tê dayîn ku cîhazên deng eyar bikin, bi maseya weşanan re mijûl bibin û hesabên cemaetê îdare bikin. Hinek jî xerîteya cihên ku xûşk û bira lê Mizgîniyê belav dikin, didin mizgînvanan. Ew ji bo tîmara Salona Îbadetê jî yardim dikin. Wekî din, kal dikarin ji hinek alîkarên xizmetê rica bikin ku ew ji xûşk û birayên extiyar re jî yardim bikin. Alîkarên xizmetê kîjan wezîfeyê dikin bila bikin, ew heq dikin ku em gişt gerek ji wan re hurmetê nîşan bidin. Çimkî ew bi xwestina ji dil vê xizmetê dikin (1. Tîmotêyos 3:13).
Ji yên ku di cemaetê de ne re, dibin emsalên rind. Alîkarên xizmetê ji seba wesfên rind, ên ku wan bi dest xistine tên tayînkirin. Ew gava qisimên programa îbadetê teqdîm dikin, bi gotinên xwe îmana me saxlem dikin. Ew bi şikilekî aktîf tev li îşê belavkirina Mizgîniyê dibin û me di vî îşê muhîm de dikin kesên xîretkêş. Alîkarên xizmetê bi van fealiyetên ku bi dilxwazî dikin, ji bo dilşadî û selametiya cemaetê dibin yardimkar (Efesî 4:16). Ew bi derbasbûna zemên re jî, digihîjin dereceya ku bikarin bi sifatê kal xizmetê bikin.
Alîkarên xizmetê kesên çawa ne?
Alîkarên xizmetê ji cemaetê re çawa yardim dikin?
-
-
Nazirên herêmê çawa ji me re yardim dikin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 17
Nazirên herêmê çawa ji me re yardim dikin?
Malawî
Beriya Mizgîndayînê
Di wexta Mizgîndayînê de
Kal li hev top bûne
Di Kitêba Pîroz de gelek caran behsa Barnabas û Pawlos tê kirin. Ew bi sifatê nazirên herêmê diçûn ziyareta cemaetên wî zemanî. Çimkî ew bi dil û can li rindiya xûşk û birayên xwe, yên hemîman eleqedar dibûn. Pawlos ji Barnabas re weha gotibû: “Were, em vegerin û herin her bajarê ku me peyva Xudan tê de daye bihîstin, serekî bidin xûşk û birayan û bibînin ku ew çawa ne.” Ew ji bo ku îmana birayan saxlem bike, ji dil hazir bû ku bi sedan kîlometre rê rêve here (Karên Şandiyan 15:36). Îro jî arzûya nazirên herêmê eynî ye.
Ji bo ku cesaret û xîretê bidin me, tên cemaetan. Her nazirê herêmê di salê de du caran tere ziyareta teqrîben 20 cemaetan. Ew di her cemaetekê de, hefteyekê dimîne. Em dikarin hem ji tecrûbeyên van birayan û hem jî, eger zewicî bin, ji yên jina wan gelek feydeyê bigirin. Ew dixebitin ku her kesê di cemaetê de, ha gênc be û ha jî ku pîr be, giştan nas bikin. Wekî din, ew dişixulin bi me re herin Mizgîniyê û tev li tetkîkên me yên Kitêba Pîroz jî bibin. Ev nazir bi kalên cemaetê re terin ziyareta şivantiyê jî. Nazir hem di îbadetên cemaetê de, hem jî di kongreyan de, bi gotarên ku teqdîm dikin, îmana me saxlem dikin (Karên Şandiyan 15:35).
Li her kesê ku di cemaetê de ye, eleqedar dibin. Nazirên herêmê ji nêzîk ve li durima ruhî ya cemaetê eleqedar dibin. Ew, bi kal û alîkarên xizmetê re hevdîtinê dikin û paşê kontrol dikin ku di cemaetê de pêşveçûneke çawa hatiye qeydkirin. Nazirê herêmê wê çaxê hin tewsiyeyan dide wan ku kal û Yardimkarên Xizmetê çawa bikarin mesûliyeta xwe weynin cih. Ew ji pêşengan re jî yardim dike ku ew çawa bikarin, di îşê Mizgîniyê de zêdetir bi tesîr bin. Nazirên herêmê kesên ku nû tên cemaetê nas dikin û gava dibînin ku ew ji aliyê ruhî ve çawa bi pêş dikevin jî, pirr şa dibin. Ev birayên hanê hevkarê me ne ku ji bo xêra me dixebitin (2. Korîntî 8:23). Ew bi îman û sedeqata xwe ya ji Xwedê re, ji bo me dibin emsal (Îbranî 13:7).
Nazirên herêmê ji bo çi terin ziyareta cemaetan?
Hûn çawa dikarin ji ziyaretên nazirên herêmê feydeyê bigirin?
-
-
Em di wexta afetan de çawa ji xûşk û birayên xwe re yardim dikin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 18
Em di wexta afetan de çawa ji xûşk û birayên xwe re yardim dikin?
Komara Domînîkan
Japonya
Haîtî
Gava afetek biqewime, Şahidên Yehowa hema hereket dikin ku yardimê bigihînin xûşk û birayên xwe yên li cihê afetê. Ev hereket û xîretkêşiyên me nîşan didin ku hezkirina di navbera me de, heqîqî ye (Yûhenna 13:34, 35; 1. Yûhenna 3:17, 18). Eceba di zemanekî weha çetin de, em bi çi şikilî ji hevdû re yardim dikin?
Em hîbeyan teqdîm dikin. Di sedsala yekemîn de, li Yahûdiyeyê xela qewimîbû. Wê wextê li mintiqeya Entakyayê taqîbkarên Îsa Mesîh, ji birayên xwe yên hemîman re pere şandibûn (Karên Şandiyan 11:27-30). Wekî vê yekê, em jî îro carna dibihîzin ku li welatekî xûşk û birayên me, ji seba felaketekê xesarê dibînin. Em hema hereket dikin, bi navgîniya cemaeta xwe ji bo fealiyetên yardimê, hîbeyan teqdîm dikin (2. Korîntî 8:13-15).
Em yardima ku pratîk û lazim e, teqdîm dikin. Kalên wê mintiqeya ku afet lê qewimiye, pêşî li her kesê ku aîdî cemaetê ne, digerin. Ew tespît dikin ka hela ew li ku derê ne û halê wan çawa ye. Ji bo ku ji kesên mexdûr re yardim bikin, heyeteke yardimê tê avakirin. Ew heyet tiştên wekî: Xwarin, ava vexwarinê, kinc, cihê raketinê û yardima tibî yanî bijîşkî organîze dike. Gelek Şahidên Yehowa, yên ku di vê meseleyê de xwedîtecrûbe ne, mesrefa xwe ji kîsê xwe serf dikin. Ew terin wî cihê ku afet lê qewimiye û ji îşên yardimê re dibin destek. Ew li wê derê yardim dikin ku xanî û Salonên Îbadetan, ên ku xesar dîtine, werin tamîrkirin. Em Şahidên Yehowa teşkîlateke înternasyonal in û bi temamî di yekîtiyê de ne. Loma em dikarin di zemanekî acîl de, hema bi ecele seferber bibin. Em vê yekê bi saya tecrûbeya ku me bi navgîniya hevkariya xwe bi dest xistiye, dikarin bikin. Em bi xisûsî pêşî ji xûşk û birayên xwe yên hemîman re yardim dikin. Feqet heta ji destê me were, em bêyî ku li mezheb û dînê wan mêze bikin, dişixulin ku ji însanên din re jî yardim bikin (Galatî 6:10).
Em ji Kitêba Pîroz umîd didin însanan û wan teselî dikin. Kesên ku ji seba afetekê xesar û ziyan dîtine, ew bi xisûsî muhtacê teseliyê ne. Yehowa Xweda çavkaniya temamê teseliyan e. Ew di zemanên weha de, ji bo tehemûlkirinê qewetê dide me (2. Korîntî 1:3, 4). Em bi kesên dilşewitî re wehdên Kitêba Pîroz parve dikin. Em ji wan re îlan dikin ku Padîşahiya Xwedê di wexteke pirr nêzîk de, wê were. Ev Padîşahî temamiya felaketên ku dibin sebebên êş û derdan, wê bi dawî bike (Peyxam 21:4).
Şahidên Yehowa, di zemanê afetan de, çawa dikarin evqas zû hereket bikin?
Em çawa dikarin Kitêba Pîroz bişixulînin, da ku kesên ji afetê xesar dîtine, teselî bikin?
-
-
Xulamê sadiq û bi basîret kî ye?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 19
“Xulamê sadiq û bi basîret” kî ye?
Ew xwarina ruhî temîn dike. Em gişt jê feydeyê digirin.
Îsa Mesîh wexteke kin beriya mirina xwe, bi telebeyên xwe yên bi navê: Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis re qise kir. Wî di heqê elamet, yanî nîşana hazirbûyîna xwe ya di rojên dawîn de xeber da. Îsa paşê jî pirseke muhîm pirsî. Wî got ku Xulamê sadiq û bi basîret, ê ku efendiyê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di wextê de bide wan, kî ye? (Metta 24:3, 45; Marqos 13:3, 4). Bi vî şikilî Îsayê “Efendî” soz dabû ku ewê di rojên dawîn de, hin kesan tayîn bike. Ew kes jî wê bi şikilekî muntezam ji taqîbkarên wî re xwarina ruhî tedarek bikin. Eceba ev koma ku wekî “xulam” tê binavkirin, wê ji kê bihata meydanê?
Ew komeke biçûk e ku ji taqîbkarên Îsa yên meshkirî tê meydanê. Xulam, Heyeta Îdareyê ya Şahidên Yehowa ye. Ew ji qewmê Yehowa Xweda re di zemanê rast de xwarina ruhî temîn dike. Ji bo ku em bikarin xwarina xwe ya ruhî di wexta rast de bistînin, îhtiyaça me bi vî xulamê sadiq heye (Lûqa 12:42).
Ew qewmê Xwedê îdare dike (1. Tîmotêyos 3:15). Îsa Mesîh mesûliyet da vî xulamî, da ku ew fealiyetên qisimê teşkîlata Yehowa Xweda yên li ser rûyê erdê, rêve bibe. Yanî îdarekirina heyiya madî, rêveberiya fealiyetên ji bo belavkirina Mizgîniyê û talîma ku bi navgîniya cemaetan ji me re tê dayîn. Ev tişt gişt aîdî vê mesûliyeta mezin in. “Xulamê sadiq û bi basîret”, bi navgîniya cemaet û kongreyan, weşanên ku em di xizmetê de dişixulînin, dide me. Ew hem jî xwarina ruhî, ya ku îhtiyaça me pê heye, di wexta rast de digihîne me.
Xulam sadiq e. Çimkî ew bi heqîqetên Kitêba Pîroz û wezîfeya belavkirina Mizgîniyê ve saxlem girêdayî ye. Wekî din jî, ew bi basîret e. Çimkî ew bi şikilekî dîqet li yên ku Mesîh li ser rûyê erdê emanetî wî kirine, eleqedar dibe (Karên Şandiyan 10:42). Loma jî Yehowa Xweda, wî bi bereket dike. Yehowa jê re yardim dike ku ew bi zêdehî xwarina ruhî temîn bike. Yehowa Xweda qewmê xwe bi dewamî zêde dike (Îşaya 60:22; 65:13).
Îsa Mesîh ji bo ku xwarina ruhî bide şagirtên wî, kî tayîn kir?
Xulam ji kîjan aliyî ve, sadiq û bi basîret e?
-
-
Heyeta Îdareyê çi îşî dike?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 20
Heyeta Îdareyê çi îşî dike?
Heyeta Îdareyê, ya sedsala yekemîn
Di cemaetê de, mektûba Heyeta Îdareyê tê xwendin
Di sedsala yekemîn de komeke biçûk bi sifatê Heyeta Îdareyê xizmet dikir. Ew kom ji şandî û kalên Orsalîmê dihat meydanê. Wan li ser navê cemaeta ku ji temamiya taqîbkarên Îsa Mesîh ên meshkirî dihat meydanê, qirarên muhîm didan (Karên Şandiyan 15:2). Heyetê ji xwe re tim ayetên Kitêba Pîroz wekî temel distandin. Wan ji rêberiya Ruhê Xwedê re îtaet dikir û paşê qirareke ortax dida (Karên Şandiyan 15:25). Heyeta Îdareyê, ya îro jî eynî tiştî dike.
Ew ji aliyê Xwedê ve tên şixulandin ku îradeya WÎ weynin cih. Birayên meshkirî, yên ku di Heyeta Îdareyê de cih digirin, bi xîretkêşî Kitêba Pîroz tetkîk dikin. Ew pirr bi tecrûbe ne û fealiyetên çeşîd bi çeşîd organîze dikin. Wekî din jî, ew ji meseleyên ruhî re rêberiyê dikin. Heyeta Îdareyê her hefte li hev top dibe. Ew wê wextê îhtiyaçên xûşk û birayên li ser temamiya rûyê erdê di ber çavan re derbas dike. Heyet wekî ya sedsala yekemîn talîmatên xwe li gor ilmê Kitêba Pîroz belav dike. Ew vê yekê bi navgîniya mektûban, bi navgîniya Nazirên Seyar an jî mesûlên din îcra dike. Bi vî şikilî qewmê Xwedê ji aliyê fikir û fealiyetan ve, di yekîtiyê de dimîne (Karên Şandiyan 16:4, 5). Hazirkirina xwarina ruhî û ji bo mesûliyetê tayînkirina birayan jî, di bin çavdêriya Heyeta Îdareyê de ye. Wekî din jî, Heyeta Îdareyê me ji aliyê ruhî ve tim teşwîq dike. Loma em di heyata xwe de, cihê herî muhîm didin îşê belavkirina Mizgîniyê.
Ew guh didin rêberiya Ruhê Xwedê. Heyeta Îdareyê, serî li rêberiya Hukimdarê Kaînatê, ya Yehowa Xweda dide. Heyet li gor talîmatên Serê Cemaetê, yanî yên Îsa Mesîh hereket dike (1. Korîntî 11:3; Efesî 5:23). Ew li ser qewmê Xwedê, xwe wekî serok nahesibînin. Ew jî wekî temamiya taqîbkarên meshkirî, Îsa Mesîh “bi ku derê ve ku here, li pey wî diçin” (Peyxam 14:4). Heyeta Îdareyê ji her kesê ku ji bo wan dua dike re, minetdar e.
Heyeta Îdareyê, ya sedsala yekemîn, ji kê dihat meydanê?
Îro Heyeta Îdareyê, çawa li gor rêberiya Xwedê hereket dike?
-
-
Beytel çi ye?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 21
Beytel çi ye?
Cihê Grafîkê, DYA
Almanya
Kenya
Kolombiya
Bi zimanê Îbranî mana kelîmeya Beytel “Mala Xwedê” ye (1. Mûsa 28:17, 19). Ji seba vê yekê navê Beytel, ji bo avahiyên ku Şahidên Yehowa li ser temamê rûyê erdê ava kirine, navekî pirr minasib e. Li van avahiyan îşê belavkirina Mizgîniyê tê destekkirin û organîzekirin. Heyeta Îdareyê li buroyên merkezî yên ku li eyaleta New Yorkê ne, xizmetê dike. Fealiyetên li Beytelên din jî, ji wê derê ve tên îdarekirin. Kesên ku li temamê van buroyan xizmetê dikin, wekî “Aîleya Beytelê” tên bi navkirin. Çimkî ew jî wekî aîleyekê heyata xwe bi hev re derbas dikin. Ew bi hev re dişixulin, bi hev re xwarinê dixwin û bi hev re Kitêba Pîroz tetkîk dikin (Zebûr 133:1).
Ev şûn cihekî bêemsal e ku temamê ferdên aîleyê bi dil û can lê dişixulin. Her aîleyeke Beytelê dixwaze ku îradeya Xwedê weyne cih û padîşahiya WÎ destek bike. Ew ji Şahidên mêr û jin tên meydanê û di temamê rojê de dişixulin (Metta 6:33). Ew, qet yek jî meaşê nastînin. Ji wan giştan re cihê raketinê û xwarin tê temînkirin. Wekî din jî, ji bo mesrefên şexsî, xerciyeke pirr cuzî ji wan re tê dayîn. Li Beytelê her kes xwediyê wezîfeyekê ye. Ew hinek li buroyan, hinek li mitbexê yan jî xwarinxaneyê dixebitin. Ji wan ên ku di çapxane, cîldxane, kincxane, temîzî, tamîrkirin û hin îşên din de dixebitin jî hene.
Ev şûn cihekî aktîf e ku li wê derê îşê belavkirina Mizgîniyê tê destekkirin. Îşê Beytelê yê sereke ew e ku heta mimkun be, ew heqîqetên Kitêba Pîroz digihîne pirr însanan. Ev broşûra ku niha di destê we de ye jî, meyweyeke ked û emeka Beytelê ye. Ev broşûr pêşî di bin kontrola Heyeta Îdareyê de hatiye hazirkirin. Ew paşê jî bi şikilekî elektronîk ji tîmên tercûmeyê re hatiye şandin. Li ser temamê dinyayê hijmara tîmên wan tercûmanan bi sedan in. Ev weşan li Beytelên ku makîneyên xwe ji bo çapkirinê, pirr xurt û lezgîn in, hatiye çapkirin. Paşê ji wir jî, li zêdetirî 110.000 cemaetan hatiye belavkirin. Di her dereceyeke vî îşî de, para aîleyên Beytelan heye. Loma ew ji bo îşê îlankirina Mizgîniyê roleke kilîd dilîzin. Wisa ku ev îş di dinyayê de îşê herî ecele ye (Marqos 13:10).
Kî li Beytelê xizmetê dikin û îhtiyaçên wan çawa tên temînkirin?
Fealiyetên ku li Beytelan tên îdarekirin, ji kîjan îşê ecele re dibin destek?
-
-
Li Beytelan kîjan îş tên kirin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 22
Li Beytelan kîjan îş tên kirin?
Giravên Salomonê
Kanada
Afrîkaya Başûrî
Her Beytelek ji bo îşê Mizgîndayînê ji welatekî re, yan jî ji çend welatên din re dibe destek. Ferdên aîleya Beytelê di îşên wekî: Tercûmekirin, çapkirina kovaran, cîldkirina kitêban, depokirina weşanan, hazirkirina weşanên bi deng, an ên bi dîmen de xizmetê dikin. Ew carna hin wezîfeyên din jî distînin.
Heyeta Temsîlkar îşê çavdêriya fealiyetên li wê mintiqeyê îdare dike. Heyeta Îdareyê fealiyetên her Beytelekê teslîmî Heyeta Temsîlkar dike. Ev heyet herî kêm ji sê kalên bitecrûbe tê meydanê. Ew li mintiqeya ku di bin çavdêriya wê de ye, xizmetê dike. Ev heyet xeberê dide Heyeta Îdareyê ku fealiyetên li wê derê di kîjan halî de ne û problemên wan çi ne. Ev raporên hanê ji Heyeta Îdareyê re gelek yardim dikin. Bi vî şikilî heyet jî ji bo weşanan, ji bo îbadetên cemaetan û kongreyan li ser meseleyan qirarê dide. Birayên ku bi sifatê Wezîfedarê Heyeta Îdareyê xizmetê dikin jî hene. Ew bi sifatê temsîlkarên Heyeta Îdareyê muntezaman terin ziyareta Beytelan û rê nîşanî Heyetên Temsîlkar didin (Methelokên Silêman 11:14). Ancax li wî welatî xûşk û birayên din jî, dikarin feydeyê ji wan bigirin. Çimkî li wê derê programeke xisûsî tê tertîbkirin. Û Wezîfedarê Heyeta Îdareyê wê wextê gotareke ku temamê xûşk û birayan ji aliyê ruhî ve teşwîq dike, ji wan re teqdîm dike.
Cemaetên mintiqeyê tên destekkirin. Li Beytelê birayên mesûl avakirina cemaetên nû tesdîq dikin. Bi ser vê yekê de, ew li cihê ku di bin çavdêriya wan de ye, hin xizmetên din jî dikin. Mesela ew fealiyetên kesên pêşeng, mizgînvanên wezîfedar û nazirên herêmê jî îdare dikin. Ew plana kongreyan çêdikin û ji bo îbadetan, avakirina Salonên nû koordîne dikin. Wekî din, ev bira ji cemaetan re weşanên ku îhtiyaça wan pê hene jî, dişînin. Gelek îş li Beytelê tên kirin. Ew yardim dikin ku îşê ji bo belavkirina Mizgîniyê bikarin bi şikilekî bi tertîb rêve herin (1. Korîntî 14:33, 40).
Heyetên Temsîlkar, çawa ji Heyeta Îdareyê re dibin destek?
Li Beytelan kîjan mesûliyet tên cih?
-
-
Weşanên me çawa tên nivîsîn û tercûmekirin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 23
Weşanên me çawa tên nivîsîn û tercûmekirin?
Cihê Nivîsê, DYA
Koreya Başûrî
Ermenistan
Burundî
Srî Lanka
Em weşanên xwe di zêdetirî 750 zimanî de diweşînin. Çimkî em dixebitin ku Mizgîniyê bidin “her milet, bavik, ziman û gelan” (Peyxam 14:6). Eceba em vî îşê çetin çawa dikarin bikin? Em vî îşî bi alîkariya komên nivîskar û wergerên jîr û jêhatî dikin. Ew kes bi xwe gişt Şahidên Yehowa ne.
Nivîsar pêşî bi zimanê Îngilîzî tên hazirkirin. Heyeta Îdareyê çavdêriyê li cihê nivîsê dike. Ev cih li buroyên merkezî yên dinyayê ye. Cihê nivîsê wezîfeyên ku ji nivîskarên buroyên merkezî û yên li Beytelên din re hatine dayîn, koordîne dike. Ev ekîbên nivîsê jî li ser temamiya dinyayê li welatên çeşîd bi çeşîd in. Bi saya wan ekîban em dikarin meseleyên ku ji kulturên çeşîd bi çeşîd re xîtab dikin, tespît bikin. Bi vî şikilî weşanên me li temamiya dinyayê dîqeta însanan dikişînin ser xwe.
Nivîsarên ku tên hazirkirin, ji tercûmanan re tên şandin. Nivîsar pêşî tên nivîsîn, gava bigihîjin dereceya dawîn jî, tên tesdîqkirin. Ew paşê li temamiya dinyayê ji ekîbên tercûmanan giştan re bi şikilekî elektronîk tên şandin. Tercûmekirin, serrastkirin û xwendina kontrolê ji aliyê ekîban ve tên kirin. Tercûman wan fikirên ku di nivîsarên bi zimanê Îngilîzî de hatine îfadekirin, li zimanên xwe tercûme dikin. Feqet ew dişixulin ku “gotinên xweş û yê ku bi rastiyê hatine nivîsîn” bibînin (Waiz 12:10).
Kompîtur îşê ku tê kirin, didin ecelekirin. Helbet kompîtur nikarin şûna nivîskar an jî tercûmanekî bigirin. Ancax di kompîturê de kelîme, çavkanî û programên ji bo yardimê, îşê ku tê kirin didin ecelekirin. Şahidên Yehowa bi xwe programeke bi navê MEPS îcad kiriye. Nivîsarên ku bi sedan zimanên başqe hatine nivîsîn, dikarin bikevin vê programê. Ew nivîs bi resiman re tên adeptekirin û ji bo çapkirinê tên hazirkirin.
Hin zimanên ku em weşanên xwe lê tercûme dikin, tenê ji aliyê çend hezar însanan ve tên qisekirin. Eceba çima em evqas zêde emekê serf dikin ku xwe bigihînin wan? Çimkî xwestina Yehowa Xweda ew e ku “hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê” (1. Tîmotêyos 2:3, 4).
Weşanên me çawa tên nivîsîn?
Em çima weşanên xwe li evqas zêde zimanan tercûme dikin?
-
-
Pereyên ku ji bo fealiyetên me lazim in, çawa tên temînkirin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 24
Pereyên ku ji bo fealiyetên me lazim in, çawa tên temînkirin?
Nepal
Togo
Îngilistan
Em her sal bi sedmilyonan Kitêbên Pîroz û weşanên din çap dikin û belav dikin. Feqet em ji bo vî îşî, qet ji kesekî pereyan taleb nakin. Em Salonên Îbadetan û avahiyên Beytelan ava dikin û tamîra wan dikin. Wekî din jî, em îhtiyaçên bi hezaran xebatkarên Beytelan û mizgînvanên wezîfedar temîn dikin. Em ji cihên ku afet lê diqewimin re jî yardimê dişînin. Loma dibe ku hûn vê yekê mereq bikin: “Ev mesref gişt çawa tên temînkirin?”
Em qet bi şikilekî pereyan taleb nakin. Li temamiya dinyayê ji bo îşê me yê belavkirina Mizgîniyê gelek mesref çêdibe. Ancax em ji qet kesekî pereyan taleb nakin. Beriya teqrîben 100 salan di hijmara diduyan a kovara me, ya bi navê Watchtower (Birca Çavdêriyê) de, tiştekî balkêş hatibû nivîsîn. Û me wê wextê gotibû em emîn in ku Yehowa Xweda me destek dike. Loma emê “tu caran ji însanan destekê pars nekin û rica jî nekin”. Ji wê rojê vir ve ye ku em di soza xwe de disekinin! (Metta 10:8).
Em mesrefên xwe bi hîbeyên ji dil tedarek dikin. Ji bo ku em ilmê Kitêba Pîroz bi însanan didin bihîstin, gelek kes vê xîretkêşiya me pirr teqdîr dikin. Ew ji vî îşê me re ji aliyê madî ve yardim dikin û hîbeyan teqdîm dikin. Şahidên Yehowa jî dixwazin ku îradeya Xwedê li ser temamiya dinyayê were cih û ew di vî îşî de bibin xwediyê pareke muhîm. Loma ew zemanê xwe, enerjiya xwe, pereyên xwe û hê gelek îmkanên xwe bi kêfxweşî serf dikin (1. Dîrokan 29:9). Ji bo kesên ku dixwazin hîbeyan bikin, li Salonên Îbadetê û li cihên Kongreyan peredanka hîbeyan heye. Hîbe, bi navgîniya malpera jw.org jî dikarin bên kirin. Di Kitêba Pîroz de tê gotin ku jineke bî, karîbû sirf du polan bavêje peredanka mabedê û Îsa Mesîh pesnê wê dabû. Wekî wê jinikê îro jî pirraniya kesên ku hîbeyan dikin, ne zengîn in (Lûqa 21:1-4). Durima me ya madî çawa dibe bila bibe, em gişt jî dikarin muntezaman “hinek pere top bikin”. Em bi vî şikilî dikarin wek ku me “xistiye dilê xwe” hîbeya xwe teqdîm bikin (1. Korîntî 16:2; 2. Korîntî 9:7).
Gelek kes hene ku dixwazin bi tiştên xwe yên bi qîmet Xwedê bilind bikin. Em emîn in ku Yehowa Xweda dilê wan dide hereketkirin. Ew kes jî îşê belavkirina Mizgîniyê destek dikin û di netîceya vê yekê de îradeya Xwedê tê cih (Methelokên Silêman 3:9).
Em ji kîjan aliyî ve ji dînên din cihê ne?
Hîbeyên ji dil ji bo çi îşî tên şixulandin?
-
-
Salonên Îbadetê çima û çawa tên avakirin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 25
Salonên Îbadetê çima û çawa tên avakirin?
Bolîvya
Nîjerya, berê û paşê
Tahîtî
Şahidên Yehowa li temamiya dinyayê di Salonên Îbadetê de bi şikilekî muntezam li hev top dibin. Meseleya merkezî, ya ku li wê derê tê mizakerekirin Padîşahiya Xwedê ye. Di xizmeta Îsa Mesîh de jî ev mesele, ya herî muhîm bû (Lûqa 8:1).
Ew ji bo îbadetên ku ji Yehowa Xweda re tên kirin, merkez in. Cemaet îşê belavkirina Mizgîniya Padîşahiyê, li Salonên Îbadetan îdare dikin (Metta 24:14). Mezinahî û şikilê avakirina Salonên Îbadetan carna çeşîd bi çeşîd in. Feqet ew gişt avahiyên sade ne. Pirraniya wan salonan ji hêla gelek cemaetan ve tên şixulandin. Di van salên dawîn de hijmara cemaetan pirr zêde bû. Loma ji bo îbadetê bi dehhezaran Salonên nû (di yek rojekê de teqrîben pênc salon) hatin avakirin. Eceba ev yek çawa mimkun dibe? (Metta 19:26).
Ew bi hîbeyên ku ji foneke merkezî re tên hîbekirin, tên avakirin. Ev hîbe gişt ji Beytelê re tên şandin. Beytel jî, wan dişîne cemaetên ku ji bo avakirin, an jî tamîrkirina Salona Îbadetê îhtiyaç pê hene.
Ew ji aliyê kesên dilxwaz ve tên avakirin. Li gelek welatan Ekîbên Avakirina Salonên Îbadetan tên tertîbkirin. Ev ekîb gişt ji kesên bi dilxwazî tên meydanê. Ew kes li mintiqeyên kenar be jî, terin cemaetên ku îhtiyaç bi wan heye. Ew ji her projeyekê re rêveberiyê dikin û li wê derê Şahidên Yehowa talîm dikin. Li hin welatan jî Şahidên Yehowa yên ku ji bo vî îşî bi tecrûbe ne hene. Ev kes li cihên xisûsî, avakirin û tadîlata Salonên Îbadetê koordîne dikin. Ev birayên xwedîhuner di vî îşî de bi dilxwazî û bê pere dişixulin. Ew ji bo durimeke acîl, tim ji xizmetê re hazir in. Pirraniya kesên ku di projeya avahiyê de dixebitin, ji kesên cemaeta wê derê ne. Ev îş gişt bi saya Ruhê Yehowa Xweda û bi saya xîretkêşiya qewmê wî mimkun dibe (Zebûr 127:1; Kolosî 3:23).
Mexseda Salonên Îbadetê çi ye?
Li ser temamiya dinyayê Salonên Îbadetê çawa tên avakirin?
-
-
Em çawa dikarin ji bo temîzkirina Salona Îbadetê yardim bikin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 26
Em çawa dikarin ji bo temîzkirina Salona Îbadetê yardim bikin?
Estonya
Zîmbabwe
Moxolistan
Porto Rîko
Salonên Îbadetan ên Şahidên Yehowa, navê Xwedê temsîl dikin û ew nav pîroz e. Loma em jî dixwazin ku wan tim bi şikilekî temîz û bi nîzam muhafize bikin. Çimkî ev yek hem qisimekî îbadeta me ye û hem jî ji bo me îmtiyazek e. Her kesê ku bixwaze, dikare vî îşî bike.
Însan dikare piştî îbadetê tev li îşê temîzkirinê bibe. Piştî her îbadetekê xûşk û birayên me bi dilxwazî li Salona Îbadetê temîziyeke biçûk dikin. Di hefteyê de carekê jî temîziyeke hê mezintir tê kirin. Kal an jî alîkarekî xizmetê vî îşî îdare dike. Bi genelî lîsteyeke îşê ku gerek were kirin, heye. Li gor durimê zemînê erdê tê malaştin, toz tê temîzkirin, sendelî tên serrastkirin, tuwalet tên temîzkirin û dezenfektekirin. Wekî din jî, pencere û neynik tên temîzkirin, çop tên valakirin û ji aliyê derve û hundir ve dora avahiyê tê temîzkirin. Di salê de herî kêm carekê temîziyeke mezin jî tê kirin. Wexta ku em îşê temîziyê dikin, wezîfeyan didin zarokên xwe jî. Bi vî şikilî ew dielimin ku ji bo cihê îbadeta me, hurmeta xwe nîşan bidin (Waiz 5:1).
Em dikarin ji bo tadîlatên ku tên kirin, yardim bikin. Her sal Salonên Îbadetê ji aliyê hundir û ji aliyê derve di kontroleke mezin re tên derbaskirin. Li gor netîceyên vê kontrolê hin îşên tamîrê yên ku lazim bikin jî, tên kirin. Bi vî şikilî mesrefên fizûlî dernakevin (2. Dîrokan 24:13; 34:10). Ji bo ku însan ji Xwedayê xwe re îbadetê bike, cihê herî minasib ancax Saloneke Îbadetê ye. Em gerek wê temîz bigirin û lê xwedî derkevin. Em ji dil û can vî îşê temîziya salonê dikin. Bi vî şikilî em nîşan didin ku em ji Yehowa Xweda hez dikin û qîmetê didin cihê ku lê îbadetê dikin (Zebûr 122:1). Wekî din jî, em bi vî şikilî di çavê însanan de îtibareke rind teşkîl dikin (2. Korîntî 6:3).
Çima gerek em cihê ku lê îbadetê dikin, îhmal nekin?
Ji bo ku Salona Îbadetê temîz were hiştin, kîjan fealiyet hatine hazirkirin?
-
-
Însan çawa dikare ji kitêbxaneya Salona Îbadetê feydeyê bistîne?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 27
Însan çawa dikare ji kitêbxaneya Salona Îbadetê feydeyê bistîne?
Îsraêl
Komara Çek
Benîn
Giravên Kaymanê
Eceba hûn dixwazin ku di heqê Kitêba Pîroz de malûmata xwe zêdetir bikin? Hûn mana ayetekê, tiştekî, cihekî yan jî kesekî ku di Kitêba Pîroz de behsa wî tê kirin, qet mereq dikin? Yan jî hûn di heqê qirareke xwe ya şexsî de difikirin û dibêjin: “Eceba Kitêba Pîroz dikare di vê meseleyê de ji min re yardim bike?” Eger hal wer be, hûn dikarin ji kitêbxaneya di Salona Îbadetê de feydeyê bistînin.
Ji bo tetkîkê çavkanî tê de hene. Bi îhtimaleke mezin temamê weşanên ku Şahidên Yehowa di zimanê we de derxistine, li cem we tunin. Feqet li kitêbxaneya di Salona Îbadetê de pirraniya weşanên ku di zemanên dawîn de hatine derxistin tên dîtin. Li hin salonan jî tercûmeyên Kitêba Pîroz ên çeşîd bi çeşîd hene. Wekî din, ferhengeke rind û hê hinek çavkaniyên din jî tên dîtin. Hûn dikarin beriya ku îbadet dest pê bike, yan jî piştî îbadetê, kitêbxaneyê bişixulînin. Eger kompîturek hebe, belkî Watchtower Library tê de hatiye qeydkirin. Di hundirê vê programê de pirraniya weşanên me mewcûd in. Hûn bi navgîniya şixulandina xisûsiyeta lêgerînê, dikarin di heqê her mesele, kelîme yan jî ayetekê de bi rihetî tetkîk bikin.
Ji bo xwendekarên Civîna Jiyan û Xizmetê bifeyde ye. Gava hûn ji bo wezîfeyên xwe haziriyê dikin, hûn dikarin kitêbxaneya Salona Îbadetê bi kar bînin. Mesûlê kitêbxaneyê nazirê Civîna Jiyan û Xizmetê ye. Ew tedarek dike ku kitêbxane bi tertîb were hiştin û weşanên ku nû derdikevin li ser wê werin zêdekirin. Ew nazir, an jî Şahidê Yehowa yê ku hûn pê re Kitêba Pîroz tetkîk dikin, dikarin we bielimînin. Bi vî şikilî hûn dikarin zanîna ku lê digerin, bibînin. Lakîn em gerek ji van kitêban qet kitêbekê ji hundirê salonê dernexin derve. Wekî din jî, em gerek wan bi şikilekî bi dîqet bişixulînin û li ser rûpelên wan qet tiştekî jî nenivîsîn.
Wekî ku di Kitêba Pîroz de jî hatiye îfadekirin, em dixwazin “Zanîna Xwedê” bibînin. Loma em gerek wekî ku li xezîneyan digerin, li wê zanînê bigerin (Methelokên Silêman 2:1-5). Em dikarin kitêbxaneya di Salona Îbadetê de, bişixulînin û tetkîka xwe pirr rind bikin.
Ji bo tetkîkê li kitêbxaneya di Salona Îbadetê de kîjan weşan hene?
Kî dikare ji me re yardim bike ku em bikarin ji kitêbxaneyê bi şikilekî pirr rind feydeyê bigirin?
-
-
Hûn di malpera me ya înternetê de dikarin çi bibînin?Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
-
-
QISIM 28
Hûn di malpera me ya înternetê de dikarin çi bibînin?
Fransa
Polonya
Rûsya
Îsa Mesîh ji taqîbkarên xwe re weha gotibû: “Bi vî awayî bila ronahiya we jî li ber mirovan wisa şewq bide, da ku kirinên we yên qenc bibînin û pesnê Bavê we yê li ezmanan bidin” (Metta 5:16). Em jî vê yekê dixwazin. Loma em ji gelek îmkanên teknolojiya modern feydeyê digirin û ji wan yek jî înternet e. Malpera me ya resmî jw.org di heqê îman û fealiyetên me de, malûmatan dide. Eceba di vê malperê de, bi giştî çi heye?
Ji Kitêba Pîroz cewaban dide pirsên ku însan bi dewamî dipirsin. Însan bi genelî gelek pirsan dipirsin. Hûn dikarin ji wan pirsên herî muhîm cewaba hinekan, di vê malperê de bibînin. Mesela, belavokên Gelo Derd û Keder Rojekê wê Tune Bibin? û Gelo Mirin Dawiya Her Tiştî ye? bi zêdetirî 600 zimanî li ser înternetê hene. New World Translation (Wergera Dinyaya Nû) jî bi zêdetirî 130 zimanî heye. Wekî din, kitêba bi navê What Does the Bible Really Teach? (Kitêba Pîroz bi rastî çi dielimîne?) jî heye. Hûn dikarin ji bo yardima tetkîkkirina Kitêba Pîroz, gelek weşanên din jî peyda bikin. Di malpera me de hijmarên aktûel, ên kovarên bi navê The Watchtower (Birca Çavdêriyê) û Awake! (Hişyar Bin!) tên weşandin. Gelek ji van weşanan bi formatên MP3, PDF an EPUB li malpera jw.org hene. Eger hûn kesekî ku eleqeya xwe ji Kitêba Pîroz re heye, nas bikin, hûn dikarin weşaneke di zimanê wî de, jê re çap jî bikin. Hûn dikarin di zimanê îşaretan de bi dehan vîdeoyên weşanên me jî bibînin. Hûn dikarin di malpera me de ji xwendina qeydên Kitêba Pîroz, qeydên dengên temsîlan, ên ku me di Kongreyên Herêmî de, lê mêze kirine û muzîkên rind jî daxin, yanî kopî bikin.
Di heqê Şahidên Yehowa de malûmatên rast. Di malpera me de, di heqê me de li temamiya dinyayê tiştên modern û gelek fealiyetên me hene. Xebatên me yên ji bo yardima afetan, xeberên dawîn û vîdeo jî tê de, tên weşandin. Însan dikare ji bo Kongreyên Herêmî ji vê malperê malûmatan bistîne. Hûn dikarin bigihîjin malûmatên ji bo îrtibata tevî Beytelên li welatên din jî.
Em bi navgîniya temamiya van tiştan mimkun dikin ku ronahiya heqîqetê li ser temamiya dinyayê bigihîje cihê herî dûr. Ev ronahî ji însanên li her parzemînekê re, heta ji yên li Antarktikayê re jî, tê îlankirin. Em dua dikin ku kelama Xwedê li temamiya dinyayê bi dewamî zû belav bibe û Yehowa Xweda were bilindkirin (2. Selanîkî 3:1).
Malpera me ya resmî jw.org çawa yardim dike ku însan bikarin heqîqetên di Kitêba Pîroz de bielimin?
Di malpera me de, qisimê ku hûn dixwazin pêşî lê mêze bikin kîjan e?
-