DERS 90
Îsa li Golgotayê Dimire
Serokên kahînan Îsa bir qesra Pîlatosê Walî. Pîlatos ji wan pirsî: ‘Hûn vî zilamî bi çi sûcdar dikin?’ Wan got: ‘Ev zilam dibêje ku ew padîşah e!’ Pîlatos ji Îsa pirsî: “Gelo Padîşahê Cihûyan tu yî?” Îsa got: ‘Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye.’
Piştre Pîlatos Îsa şand cem hukimdarê Celîleyê Hêrodes. Ji ber ku Hêrodes tiştek nedît ku Îsa pê sûcdar bike, wî ew dîsa şand cem Pîlatos. Pîlatos ji xelkê re got: ‘Ne Hêrodes ne jî ez, em sûcekî vî zilamî nabînin. Ezê wî serbest berdim.’ Xelkê bang kir: ‘Wî bikujin! Wî bikujin!’ Eskeran bi qamçiyekê li Îsa xist, tifî wî kir û lê xist. Wan ji striyan tacek çêkir, danî ser serê Îsa û bi van gotinan henekê xwe pê kir: “Silav li te, ya Padîşahê Cihûyan!” Pîlatos dîsa ji xelkê re got: ‘Ez tu sûcekî vî zilamî nabînim.’ Lê wan bi dengekî bilind got: ‘Wî bi dar ve bikin!’ Loma Pîlatos emir da eskeran ku Îsa bikujin.
Eskeran Îsa bir cihekî bi navê Golgotayê. Wan dest û lingên wî bi darekî ve bizmar kirin, dar rakir û di erdê de daçikand. Îsa dua kir: “Bavo, wan efû bike, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin.” Xelkê henekê xwe bi Îsa kir û got: ‘Eger tu Kurê Xwedê yî, ji vî darî dakeve xwarê! Xwe xelas bike.’
Sûcdarekî ku li kêleka Îsa daleqandî bû ji wî re got: ‘Ji kerema xwe re gava ku tu bikevî Hukimdariya xwe, min bîne bîra xwe.’ Îsa soz da wî: “Tuyê bi min re di cenetê de bî.” Piştî nîvro tarîtiyek ket erdê û heta sê saetan dewam kir. Meryema diya Îsa û hinek şagirtên din li nêzîkî Îsa sekinî bûn. Îsa ji Yûhena xwest ku ew wek diya xwe li Meryemê xwedî derkeve.
Di dawiyê de Îsa got: “Temam bû!” Wî serê xwe tewand û mir. Wê gavê li wir erdhejeke xurt çêbû. Di îbadetgehê de perdeya giran a di navbera Cihê Pîroz û Cihê Herî Pîroz de çiriya û bû du parçe. Fermandarekî got: “Bi rastî ew Kurê Xwedê bû.”
“Çimkî çi qas sozên Xwedê hebin jî, ew hemû bi saya Îsa bûne ‘erê’” (2. Korîntî 1:20).