KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 17 r. 46-r. 47 p. 2
  • Mûsa Qerar Da ku ji Yehowa re Xizmetê Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mûsa Qerar Da ku ji Yehowa re Xizmetê Bike
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Xweda lawên Îsraêl rizgar dike
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Sê Belayên Pêşîn
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 17 r. 46-r. 47 p. 2
Mîryam bala xwe didê ku keça Fîrawûn çawa Mûsayê bebek di selikê de dibîne

DERS 17

Mûsa Qerar Da ku ji Yehowa re Xizmetê Bike

Bi zeman re malbata Aqûb li Misrê wek Îsraîlî dihat naskirin. Piştî mirina Aqûb û Ûsiv, Fîrawûnekî nû dest bi hukimdariyê kir. Ew ditirsiya ku Îsraîlî ji Misriyan xurttir bibin. Loma Fîrawûn Îsraîlî kirin koleyên xwe. Wî zor li wan dikir ku ew kerpîçan çêkin û di nav zeviyan de karên zehmet bikin. Gava Misriyan tehde li wan dikir ku ew karên giran bikin, Îsraîlî hê zêdetir dibûn. Ji ber ku kêfa Fîrawûn ji vê yekê re nehat, wî emir da ku hemû kurên Îsraîliyan, ên ku nû çêbûbûn, bên kuştin. Gelo tu dikarî xeyal bikî ku Îsraîlî çi qas tirsiyan?

Jineke Îsraîlî ya bi navê Yoxeved kurekî xweşik anî dinyayê. Ji bo ku ew wî biparêze, wê ew xist selikekê û di nav zilên çemê Nîlê de veşart. Xwişka bebek Mîryam li cihekî nêzîk sekinî û dixwest bibîne ka wê çi bibe.

Keça Fîrawûn hat ku di çem de xwe bişo û selikek dît. Gava devê selikê vekir, bebek digiriya û gunehê wê pê hat. Mîryamê pirsî: ‘Gelo ez herim ji te re jineke ku şîr bide vî bebekî bînim?’ Keça Fîrawûn got erê. Îcar Mîryam çû diya xwe Yoxeved anî. Keça Fîrawûn jê re got: ‘Vî zarokî bibe, ji bo min şîr bidê û ezê heqê te bidim te.’

Mûsa baz dide

Gava kurik mezin bû, Yoxevedê ew ji keça Fîrawûn re bir. Wê navê kurik kir Mûsa û ew wek kurê xwe mezin kir. Mûsa wek prensekî mezin dibû û çi bixwesta dikaribû bi dest bixista. Lê Mûsa tu carî Yehowa ji bîr nekir. Wî dizanibû ku ew bi eslê xwe ne Misrî, lê Îsraîlî bû. Mûsa qerar da ku ji Yehowa re xizmetê bike.

Wexta ku Mûsa 40 salî bû, wî dixwest alî miletê xwe bike. Rojekê wî dît ku zilamekî Misrî çawa li koleyekî Îsraîlî dixist. Îcar Mûsa derbeke ew qas giran li wî zilamî xist ku ew mir. Mûsa ew di nav qûmê de veşart. Gava Fîrawûn bi vê yekê hesiya, wî xwest Mûsa bikuje. Lê Mûsa reviya û çû welatê Mîdyanê. Li wir Yehowa li wî xwedî derket.

“[Mûsa] bi baweriyê red kir ku jê re kurê keça Firewn bê gotin. … Wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart” (Îbranî 11:24, 25, Mizgînî).

Pirs: Misrî ji Îsraîliyan re çawa bûn? Mûsa çima ji Misrê reviya?

1. Mûsa 49:33; 2. Mûsa 1:1-14, 22; 2:1-15; Karên Şandiyan 7:17-29; Îbranî 11:23-27

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne